Maruf Yilmaz

Maruf Yilmaz

Lêkolîner û Doktoremend
Hemû nivîsên nivîskar >

Di Hundirê Tevgera Kurd De ”Virûs” Heye! BEŞA 5.

A+A-

 

Prof. Edmund Husserl (2002), Yilmaz, Maruf (2015) avakarê fenomenolojîyê bû û wî giraniya xwe dide ser nasname, xwenasîn û zanîna xwe bi xwe. Prof. Aois Althusser, Prof. Antoio Gramsci û Prof. Ernesto Laclau hersê jî, qala dewlet, zanista siyasî, hunera zanîsta avakar, kabilîyet û kapasîteya” siyasetmendarên mezin dikin ku ew cawan dikarin biserbikevin.  Martha C. Nussbaum (1994) behsa qanûn, etîk û morala siyasî dike û dibêje: " Em çawan dijîn?" Martha C. Nussbaum sûd ji Platon û Aristoles wergirtiye û wisan jî sûd ji Prof. Immanuel Kant wergirtiye, behsa girîngbûna rêya aştîyê dike. Li gorî Charles Beitz û Plilip Pettit, em niha ji modernîzmê derbasî postmodernîzmê dibin û wexta postmodernîzmê hatîye (Marcy, 1995; Doll, 1993, Slattery, 1995). Lê hindavên postmodernîzmê yên cuda ne û heta faşîstên postmodernîst jî hene.  Di dema me de zanistên siyasetê yên mîna  Dalai Lama, Mohandas Gandhi û Martin Luther King jî pêwîstin; “aşitîxwaz“ in. Nelson Mandela têkoşerekî mezintirîn yê azadiyê ye. Ji bilî wan jî ji me re mirovên têgihiştî yên wekî Albert Camus, Friedrich Hegel, Friedrich Nietzshe û Franz Kafka pêwîstin da ku bi peyvên xwe ve cîhanê bihejînin.  Ji me re romannivîskarên kurd yên Tolstoj, Charles Dickens, Gogol, Joyce, Kafka û Dostojevskij pêwîstin da ku qala şerekî qirêj bikin.   Şer di romana Tolstoj de felaket e, belê şer felaket e. Li gorî Tolstoj şer mirovan dikuje yan jî mirov dihên kuştin.  PDKT bi siyaseta salên 1960-1970î ve ne hatine girêdan û ji zanîna siyaseta hevdem bêpar e. Di nav wê de BARZANÎ de tune ye, lê di wan de xwendekarên Platon, Aristoteles Marchiaveli, Kant, JohnLocke, Thomas Hobbes, Hegel û Pierre Bourdieu tune  ne. Li gorî Beauvoi û Young “tiştên ku ji bo grubeke normal û xwezayî be, dikare ji bo grubeke din ne normal be. Prof. Aois Althusser, Prof. Antoio Gramsci û Prof. Ernesto Laclau jî, qala zanista siyaseta dewletê, hunera siyasî, kabilîyet û kapasîteya” siyasetmendarên mezin dikin. Martin Luther King, qala xewnek, hêvîyek û xîyanetekê dike. Wî xwepênîşandanek li dijî Washingtonê li dar xist û bi hawayî mohra xwe li dîrokê xist û mîna mêrxasekî derbasî dîrokê bû. Ji kurdan re kesên zana yên mîna Carl von Linne, Aristotes, Napoleon, Julis Caesar, Platon, William Shakespeare, Albert Einstein û Dalai Lama pêwîstin. Baştirîn ew e ku her kurdek giraniya xwe bide ser zanista hizrî, aqil, adalet, rêzgirtin, perwerde û wekhevî. Bi perwerde û "merhamet" em dikarin gelek pirsgirêkên xwe çareser bikin û bi şahî an ku aştiya rastîn bijîn. Armanca mej i bo jîyanê, dilşadî ye.  Ligorî rojnameya Amerîka ya herroj derdikeve The Times (2007) zîndana Amedê mîna 10 zîndanên xerabtirîn li dûnyayê ye. Necmettin Bûyûkkaya ku di sala 1969an de digel 13 ronakbîrên kurd DDKO damezrand û bû serokê DDKO-yê. Di sala 1984an de li zîndana Amedê li dijî zilma dewletê berxwe da, bi lêdanê hat kustin. Ji bilî Necmettin Bûyûkkaya ku ji bo bawerîya xwe stûyê xwe xwar nekir û   ber bi mirinê çû ji bo bawerîya xwe, lê ji bilî wî jî, yên ku bi mirinê çûn û xwe şewitandin ev in: Ferhat KURTAY, Esref ANYIK, Necmi Oner, Mahmud ZENGIN, Kemal PIR, Mehmed Hayri DURMUS, Atif YILMAZ, Alî ÇÎÇEK…

KURTEYA NAVEROKÊ

Di hundirê tevgera kurd de nexweşîyeke ”VIRÛS” heye û armanca vê nivîsarê ew e ku Gelê Kurd ji ”VIRÛS” rizgar bibe û dawî li xîyaneta navxweyî bihête. Di Kongreya YNK´ê de komeke xîyaneta 16ê, meha Cotmehê ya sala 2017an nehat gotûbêjkirin, ber ku ku armanca xîyanetê tasfîyekirina BARZANî bû û têkçûna dewleta herêma Kurdistanê bû. Di YNK´ê de ”Virûs” heye, lê ”Virûs”, di nav partîyên din de jî heye. TKDP / PDKT jî nexweş e û nexweşîya wê ”Virûs” e. Divê kurd ji van nexweşîyan rizgar bibin. Ji kurdan serokatîyekî Veguherîner Pêwîst e. Serokekî transformatîv li wir her kes xwedî derfetek e û her kes ji bo heman armancê hewl dide.

Niha TKDP / PDKT li ser serî li erdê ye, lê divê rabibe ser lingên xwe.  PDKT/PDK-T/PDK-Bakur kuf û kufikî bûye. Ji sala 1965 û heta niha qet zêde nabe û wekî xwe dimîne. Zêdetir nabe û li cihê xwe naleqe. Lê PSK jî zêde nabe...   Gelo sedemên bingehîn dikarin çi bin?   PDKT pêywendiya xwe digel PDK – Iraq hebû/heye û PDK-Irak jî têkilîyên xwe bi Tirkiyê re hebû/ heye. Lê têkilîyên PDK-Iraq û bi Tirkiyê re pir normal e. Serokên PDKT li Bakur ne xwedîyê kapasîteyên serokatîyê ne, lê digel vê yekê Başur alîkariya wan dike. Endam û xelq bawerîya xwe bi serokê PDKT-ê nayînin. Divê Mehmed Emin KARDAŞ, Sertaç BUCAK… ji nifşa nû re rê vebikin û xwe bidin alî daku nifşa nû karê xwe bide. Ji bo Bakur serokatîya avakar, zimanekî çêker, bi etîk û xwedîyê nirxên mirovahî be, pêwîst e. Serokatîyeke veguherîner pêwîst e ji bo PDKT´ê. Serokekî veguherîner çi ye? Serok çawan dikare bibe serokekî veguherîner?  Rêberê/rêbera transformatîv be, giranîya xwe dide ser îndivîduyalîzm û pêşveçûna kesan. Dabeşkirin û parvekirina desthilatdarîyê dikare bibe bingeha siyaseteke baştirîn. PDKT (TKDP) tevgera neteweyî ya kurd bû, lê mixabin dijmin pê leyîstin û di dawiya dawîn de wê perçe-perçe kir. Du bûyer bala min dikişinin, ew jî ev in: Bûyera herî balkeş a kuştina Saîd ELÇÎ û Dr. Şivan e ku ew bûyer di sala 1971ê de qewimîye. Pêşîn Saîd KIRMIZITOPRAK Said ELÇÎ dide kuştin û piştre Dr. Saîd KIRMIZITOPRAK ji alîyê komeke PDK-îraq´ê ve dihê kuştin lê em rastîya ku di pişt paşbingeha bûyerê de hebû nizanin. Bûyera duhem di Kongreya sala 1977an de qewimîbû û Mustafa Fîslî bû serokê TKDP- KUK. Di dema Mustafa Fîslî de TKDP geş bû, rabû ser lingên xwe, lê berê TKDK li ser serî li erdê bû û lingên wê li jorê bûn.  Ev pêşveçû û guhartin di navbera salên 1977–1981ê de çêbû. Di vê demê de TKDP- KUK xebatên hêjatirîn kir û derbasî nav rûpelên dîrokê bû. Lê PDK di sala 1945an de li Rojhilata Kurdistanê hat damezrandin, lê TKDP (PDKT) di sala 1965an de hat damezrandin û Faik BUCAK bû serokê wê.

DÛMAHIK heye

 (Literatur û referens di beşa duhemîn)

31-12-2019

Kopiyakirin qedexe ye

Doktoremend, nivîskarê perwerdekar

Dawî...

Bitikînin: Di Hundirê Tevgera Kurd De ”Virûs” Heye! BEŞA 3.

Bitikînin: Di Hundirê Tevgera Kurd De ”Virûs” Heye! BEŞA 2.

Bitikînin: Di Hundirê Tevgera Kurd De ”Virûs” Heye! BEŞA 1.

Bitikînin: Di Hundirê Tevgera Kurd De ”Virûs” Heye! BEŞA 4

 

Önceki ve Sonraki Yazılar