Maruf Yilmaz

Maruf Yilmaz

Lêkolîner û Doktoremend
Hemû nivîsên nivîskar >

Di Hundirê Tevgera Kurd De ”Virûs” Heye! BEŞA 1.

A+A-

 

Em çawan dikarin rastîya destpêka sir û hizra kuştina Said ELÇÎ û Dr. Saîd KIRMIZITOPRAK têbigihîjin? Em çawan dikarin di derbara kuştina wan de rastîyê bizanibin? Em dikarin di derbara kuştina wan de bizanibin ku ”sir” ji devê kê / kîjan hêzê derketîye? Kîjan hêz paşbingeha hemû biryaran e û çima? Gelo Faik BUCAK ji alîyê eşîreke kurd ve hat kuştin anku sirek ji dewletê derdike û dewlet sira xwe bi yekî dide gotin anku fîtnekirin? Gelo çi plan dikare di pişt navbervanê îran û KASIMLO hebe anku tilîya Jalal TALABANÎ dikare di komploya înfaza KASIMLO de hebe? Gelo navbervanê Dr. Abdulreman QASIMLO û dewleta îranê kî bû?  Piştî kuştina Dr. Abdulreman QASIMLO çawan û bi çi hawayî Dr. Sadik   ŞEREFKENDî ji alîyê îstîxbarata îranê ve dihê kuştin? ”Sir” û girîngîya hevdîtina aqilmendên dewleta îran û Dr. Sadik ŞEREFKENDî çi bû? Em çawan dikarin xîyaneta navxweyî ya bê derman û bi êş dawî lê bibînin daku serokên kurdan êdî neyên kuştin?  Dr. Sadik ŞEREFKENDî ji bo înternasyonala sosyalîst li Berlînê ye û di 17ê îlona sala 1992an de bi çalakîyeke biûkastê li Restorana (xwarinxane) Mykonosê dihê kuştin. Li gorî sazîya lêkolînê ya ewlehîya navneteweyî îstîxbarata Îranê zanyarî (agehî) ji hatina Dr. Sadik ŞEREFKENDî hebû û ev bûyer bi rênîşandêrîya Abdulrehman Banihashemî çêbûye û ji alîyê serokê îstîxbarata îranê Alî Falahhîyan ve hatibû organîzekirin. Li gorî sazîyeke lêkolînê ya navneteweyî ”înterpol” biryara girtina Alî Falahhîyan dabû û rastîya rasteqînîya bûyerê hat pejirandin. Sira kuştina navxweyî ya Saîd Elçî, Dr. Şivan û Dr. Abdulreman QASIMLO û Dr. Sadik ŞEREFKENDî bi xîyaneta hawîreke kurd birînekî bê derman û bi êş e. Dîsan serokê PDKT´ê Faik BUCAK ji alîyê gundîyekî kurd ve dihê kuştin, lê paşbingeh û avakarê bûyerê dewlet bi xwe ye. 

 Pêvajoya xîyaneta 16ê Cotmehê ya sala 2017an encameke xerab daye û çima di Kongreya YNK´ê de xîyanet nehat gotûbêjkirin? Armanca xîyanetê tasfîyekirina BARZANî bû û ew li dijî dewleta herêma Kurdistanê bû? Anku armanca wê ew bû ku Kurdistan perçe bike û bike 2 herêmên cuda: Hewlêr (Hewlêr, Duhok) û herêma Sileymaniyê (Sileymaniye, Kerkûk)?

Di bingeha xwe de YNK dixwaze çi bike? 

Di sala 1965an de li zanîngehan (universite) demekî bi tevger, bizavekî nû dest pê dike. Kurd bi nasnameya xwe û ji bo xwe dest bi siyasetê kiribûn. Ev tevger li Bakurê Kurdistanê hat gotûbêjkirin û ketibû rojevê.

TKDP mîna partîya hemû kurdan û bihevre hat damezrandin. Di sala 1964 – 1965an de Saîd ELÇÎ û Omer TURHAN komîteya avakirina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-T) dadimezrînin û ew komîte dest bi karê xwe dike. Di sala 1965an de Saîd Elçî, Omer TURHAN, Derweşê SADO, Şerafettin ELÇÎ û Şakir EPOZDEMIR lihev dikin û piştre bi pêşengîya Faik BUCAK TDKP´ê dadimezrînin. Faik BUCAK dihê kuştin û Seîd ELÇÎ dibe serokê wê. Herçendî berê lihevkirin bin jî PDKT TKDP (PDKT) bi pêşengîya Faik BUCAK ve di sala 1965an de hat avakirin.  Said ELÇÎ dihê kuştin û Dervêsê SADO dikeve şûna wî û ew di sala 1971ê de dibe sekreterê PDKT (TKDP) heta sala 1975 û di sala 1975an de Alî Dînler dibe sekreter. Derwêsê SADO sêalî dileyîst. Sêalîbûna Dervêsê SADO BARZANÎ, TALABANÎ û TIRKIYE bû.  PDKT (TKDP) di sala 1965an de îllegal avabû û bi kadroyeke pir kêm hat damezrandin, lê zêdetir bi alîyê tevgera başurê Kurdistanê ve diçû, hewl dida ku alîkariya lojîstîk ji BARZANÎ werbigire. Lê li dijî dewleta tirk a kolonyalîst tu xebateke PDKT´ê mirov nabîne û ev jî mirov dide hizrandin. Mirov tu xebateke berbiçav ya PDKT´ê nabîne. Kadroyên girîngtirîn ên PDKT/TKDP´ê bi provokasyonên cuda ve hatin kuştin. Kuştina navxweyî ya Saîd ELÇÎ, Dr. Şivan, Dr. Abdulreman QASIMLO (bi (xîyaneta rêxistinekî kurd) û Dr. Sadik ŞEREFKENDî (bi xîyaneta rêxistineke) birînekî bêderman û bi êş e.  

Omer Çetîn avakarê DDKD, koma Dr. Şivan / PDK-T, 1971 û KÎP´ê bû. Ew bi çand, civak û zimanê xwe ve tîpekî kurd bû û malbata wî jî kurdwelatparêz bû. Dihê gotin ku sekreterê KÎP /DDKD´ê yê pêşîn Omer Çetin bû. Bi gotineke din ew avakarê partîya Dr. Şivan bû û bavê Omer Çetîn jî welatparêztirîn mirov bû, lê ji alîyê rêxistina kurd KAWA, koma alîgirên Enver Xoca ve dihê kuştin. PDKT PKK (KÎP, bi tirkî KÎP) dahş didît. Lê KÎP jî PDKT hevkarê dijmin didît. Em tenê dikarin di derbara PDKT KÎP/PKK´ê de hizrên xwe şirove bikin, lê em tenê dikarin di derbara wan de hizrên xwe bibêjin, dibe ku ji bilî me rastîyeke din hebe. Piştî kuştına BUCAK nakokî di navbera Dr Saîd KIRMIZITOPRAK (Dr. ŞIVAN) û Saîd ELÇÎde dest pê kiribû, koma çep (sosyalîst) û koma rast (ne sosyalîst, konservatist) bûn. PDKT bû du tevger (PDKT û PDK li Tûrkiyê). Di dawîya dawîn de em rastî bûyerekî fîzîkî dihên; Said ELÇÎ dihê kuştin û kuştina wî dixin stûyê Dr. Şivan. Lê sedemê yekemîn yê ku di pişt paşbingeha bûyerê de dikare çi be? Dr. Şivan/ Saîd KIRMIZITOPRAK ronakbîrekî bû û ew dikaribû ji serokatîyê bike. Lê rastîya rasteqînîya bûyerên fizîkî yên ku di derbara Said ELÇÎ û Dr. Said KIRMIZITOPRAK de qewimine, em baş nizanin, lê em peyvên heyf hildan (intîqam) anku tol hilanînê dibihîzin. Ev jî, rûyê bûyerê yê derve ye, lê rûyê bûyerê yê hundir kûra dewleta tirk bi xwe ye.

DDKO û tarixa tawana endamên wê 30.04.1971… Kevneşopîya ziman, dîrok û çanda kurd ji ya tirkî cuda ye. Hebûna gelê kurd objektîf e û ev hebûna înkarkirina wî ne rast e ne û ne jî li gorî zanistîyê ye. Ez li vir navên endamên DDKO dinivîsim bêyî ku analîze bikim. Min navên wan orjînal nivîsî (mîna nivîsîna tirkî nivîsî). Li gorî ”Dadgeha Tirk” Bertawan (bersûc) ev bûn:

Fikret ŞAHİN, Nüsret KILIÇASLAN, Mümtas KOTAN, Sabri ÇELİK, Zeki KAYA, İhsan YAVUZTURK, Îbrahim GÜÇLÜ, YÜMNÜ BUDAK, Nezir ŞEMIKANLI, Ahmet KOTAN, Faruk ARAS, Ali BEYKOYLÜ, Mehmet DEMİR, İsa GEÇİT, Ferit UZUN, Hasan ACAR, Tarik ZIYA EKINCİ, Canip YILDIRIM, Musa ANTER, Mehmet EMİN BOZARSLAN, NECMETTİN BÜYÜKKAYA, ZEKİ TEKEŞ, HİKMET BOZCANLI, NIYAZİ DÖNMEZ, İhsan AYSOY (Dünyada Kürt Vardır. DDKO´nun Savunmasi.  NR.04. 1973: 6-9).

Di roja 27ê gulanê ya sala 1961ê de îmkan û fersendên nû yên xebatê çêbûn. Sedemê vê jî serkeftina Partiya demokrat (DP) bû ku ew di hilbijartinên Tirkiyê de biserkeft û kurd derketın rojevê. Piştî pejirandina Qanûna bingeh a sala 1961ê hinek îmkan, fersend, keys û rê vebû ji bo tevgera ciwan, xwendekarên zanîngeh (universite), xwendegehên bilind û ronakbîrên kurd yên mîna Musa Anter, Tarik Ziya Ekinci, Faik BUCAK, Said Saîd ELÇÎû gelek ronakbîrên kurd di nav TÎP´ê de çalak bûn.  Bi serokatîya TÎP ê ”Dogu mitingleri” li Amed, Farqîn, Batman, Dersim, Siverek, Agrî, Erzurum´ê yê hatin amadekirin. Nasnameya Kurdî di salên 1960î de zêdetir  di nav xwendekarên zanîngehan de dihê gotûbêjkirin. Rêxistinên kurd, di piştî 1971ê de hatin damezrandin, di bingeha xwe de hilberîna du kevneşopiyan bûn. Koma yekem TKDP ê bû ku ew nûnertîya rêbaza BARZANÎ dikir, lê koma çepgirî / sosyalîst bû û ew li dijî BARZANÎ bû. Hêdî – hêdî çepgirên kurd zêdetir dibin û bi hevre dijminatîya BARZANÎ dikin. Kî Dr Şivan Çeko û Birûsk îdam dike û ji bilî kuştina Saîd ELÇÎ di pişt paşbingeha vê bûyerê de kîjan hêz dikare hebe?

Gelo di rastîya rasteqînîyê de ”SIR” û peyvmenda hêza kujera Saîd ELÇÎ, Dr. Şivan, Çeko (Hîkmet BULUTTEKÎN) û Birûsk (Hasan YIKMIŞ) ji kûderê derket û em çawan dikarin rastîya wê bizanin? Gelo di pişt paşbingeha bûyera înfazkirina Saîd ELÇÎ, Mehamedê BEGO û Abdullatîf SAVAŞ de çi sedem dikarin hebin?

Bi rastî Dr Şivan serokekî çep, zana, jîr û ronakbîrekî kurd bû. Li gorî Dr. Şivan ji bo Kurdistaneke serbixwe şerê çekdarî pêwîst e. Ew di doza 49an de hatibû girtin û dadgehê ji wî re 24 sal ceza (tawan) dixwest.

Wê bidome...

Önceki ve Sonraki Yazılar