Maruf Yilmaz

Maruf Yilmaz

Lêkolîner û Doktoremend
Hemû nivîsên nivîskar >

Di Hundirê Tevgera Kurd De ”Virûs” Heye! BEŞA 3.

A+A-

Di Kongreya YNK´ê de xîyanet16ê Cotmehê ya sala 2017an nehat gotûbêjkirin, lê diyar e ku armanca xîyanetê tasfîyekirina BARZANî û li dijî dewleta herêma Kurdistanê bû. YNK û hevkarên wê dixwestin ku Kurdistan perçe bikin û bikin   herêma Hewlêr (Hewlêr Duhok) û herêma Sileymaniyê (Sileymaniye, Kerkûk). Ev jî daxwaza îran´ê bû.  Di sala 1960î de xwendekar û ronakbîrên kurd antîemperiyalîst bûn û bi taybetî jî heskarên Kuba û Vietnam bûn.  Di sala 1967an de gelekî kurdên ronakbîr di  nav ”DÎSK, TÎP,  DEV GENC” û rêxistinên çep de dixebitîn û li gorî wê demê tistekî normal bû. Di wê demê de kesên mîna Musa ANTER, Tarik Zîya EKÎNCÎ, Faik BUCAK û Saîd ELÇÎ çalak bûn û qala kurdan dikirin. Ronakbîrên kurd kopya ronakbîrên tirk in. Min demek di nav Partîya Sosyalîst ya Kurdistan- PSK´ê de kar kir, lê ez pir poşman bûm. Li gorî min HAK-PAR û PSK mirovên dema berê yên sala 1970î ne. Kemal Burkay jî mirovê dema berê û ew neguherîner e. HAK-PAR û PSK bi mentalîteta xwe ve mîna hev in û bi kultur, hîwûşî, etîk, tore, nirxên kurdî, etîk, helwesta xwe û ji alîyê înkarkirina çandan ve jî nêzikê çepên tirk in. Marksîstên Amerîka, Rusya û Fransayê hene, lê marxsîstên kurd mîna tevger tune ne, lê ew mîna perdeya veşartına kurdayetî û kurdbûnê hene, marxsîstên kurd di rastîya xwe de tune ne. PSK´ya berê jî mîna çepên tirk dixwest ku hestên (hîs) neteweya kurd perçe, piçûk û tune bike, lê berê di nav wan de mirovên mîna Mehdî ZANA, Îhsan AKSOK û Faruk ARAS hebûn û ew li ser xeta kurdayetîyê bûn. Kurdî li Tirkiyê û dezgehên wê qedexe bû. Peyva kurd anku Kurdistanê jî qedexe bû.  Mehdî ZANA sond xwar ku di dadgehan de tenê bi kurdî bipeyve bi helwest bû û li ser doza xwe ma.  Ji lewre mîna mêrxasekî kurd derbasî dîrokê bû. Mehdî ZANA di salên 1980 û 1990î de ne digot: ” ez Marxsîst, Lenînîst im, lê digot ”ez kurd im.” Mehdî ZANA di sala 1977an de bû serokê Şaredarîya Amedê, lê nakokî di navbera wî û Kemal Burkay de derketin, lê Mehdî  ZANA stûyê xwar nekir û mîna mêrxasekî li berxwe da. Gava Şahê îranê têkçû û Partiya Demokrat a Rojhilatê Kurdistanê PDK-Î herêmekê azad kir, hingê Mehdî ZANA çû ba Dr. Kasimlo û got: ” Ez di emirê te de me, tu çi karî bidî min ez amade me ku wî karî bikim…” Mehdî ZANA li zîndanê jî li berxwe daye û ew mîna mêrê xas derbasî dîrokê bû.  Berxwedana Necmettin Bûyûkkaya û yên mîna wî jî derbasî dîrokê bû. Ji bilî wî jî, ji bo bawerî û hizra xwe xortên ciwan xwe şewitandin. Kesên ku xwe şewitandin ev bûn: Ferhat KURTAY, Necmi Öner, Kemal PIR, Hayri DURMUS, Atif  YILMAZ, Alî ÇÎÇEK…

Di salen 1960-1970î de kurdan piştgirîya Filistîn û dewletên ereban dikirin û ji bo welatê xwe tiştek nedikirin. Digotin: "Em înternasyonalîst in anku înternasyonalîst im." Di navbera salên 1965-1967an de li hin bajarên Kurdistanê xwepêşandanên Rojhilat pêk dihên. Mehdî ZANA di sala 1965an de mîna peyvmendê xwepêşandanê li Farqînê dipeyve û piştre li gelekî bajarên din jî xwepêşandan dest pê dikin. Di bûyera jenosîda kurdan de Mahmud ABAS piştgirîya diktator Saddam  HUSEYN kir li diji kurdan. Di mala her şoreşgerê/a kurd fotografekî dîktator Fidel CASTRO, Josef STALÎN  û Vladîmîr LENÎN hebûn. Sovyet, Çîn, Kuba, dewletên sosyalîst û îslamîst her gav ji kurdan re xwedî derneketin û niha dernakevin. Li hemberî qatliam û komkujîya gelê kurd bêdengîya 40 dewletên musluman, ji bilî vê jî, helwesta muslumanên tirk, ereb û farisan jî diyar e. Dewletên musluman û kolonyalîst ola îslamiyetî ji bo hîsên neteweyï yên kurd pêşve neçe mîna pêwengekê bikartînin.

Di nav PDKT (TKDP) ´ê de hizrên çep dest pêdikin û bandorên xwe li xortên kurd ên universîte û xwendegehên bilind dikin.  Çepên tirk TKP, TÎP, TKSP THKP-C, THKO, TİİKP, TİKKO û yên mîna wan li dijî Amerîka, îsraîl û Ewropayê bûn. 

Nurettin Elhusyni bi Ferit Uzun re koma rêxistina xwe avakirin û Sovyetê mîna sosyal-emperiyalist diditin. Lê Partiya komûnist ya Çîn û serokê wê Mao Zedung parastin. Piştre Ahmed Zeki Okçuoglu ji koma PDK T derbasî koma Nurettin ELHUSYNİ bû. Di sala 1977an de li Çîn´ê kongreya PKÇ´ê çêbû û di navbera Serokê Albanya Enver Xoça û alîgirên Mao ZEDUNG de nakokî derket. Ev nakokî bandora xwe li tevgera maoîstên kurd kir û wê kir du beş. Bi navê KAWA kovareke siyasî derdixistin, komek ji KAWA´yê vediqete û kovareke siyasî bi navê "Dengê KAWA" derxist. Tevgera kurd di sala 1975an de darbeyeke mezin xwar. Di sala salên 1970î de gotûbêjîyên hişk (sert) di navbera partî û rêxistinên kurd de derbas bûn. Di derbara partîya proletariya, Marxîzm, lenîzm, stalînîzm û maoîzmê de. Partîyên kurd yên siyasî û legal: DEP, HADEP, DTP û BTP/HDP

Kemal Burkay siyasetmendarekî jîr, zana û têgihiştî bû, lê ji malbateke kemalîst dihê. Bavê wî kemalîst bû û bi hawayekî fermî ew karmendê dewletê bû. Kemal BURKAYdi sala 1971ê de dihê girtin, piştre dihê berdan û di sala 1972an de dibe pênaber û pêywendîyên xwe li Ewropayê bi Hewra´yê çêdike û ew dikeve bin bandora wê, lê alîyê din ve jî, kemalîzm qerekolên nemirovane di mêjîyê wî de çêkiribû. Kemal Burkay ji TÎP´ê vediqete û koma xwe di sala 1974an de avadike. Hin kes ji koma wî ev in: Ziya ACAR, îhsan AKSOY, Mehdî  ZANA... Mehdi ZANA bi pirsa kurdi ji hemû pirsên dın giringirîn dibîne û ev tişt wî ji hemû siyasetmendarên cuda dike. Belê Mehdî ZANA avakarê hizra kurdî axaftinê ye. Lê siyasetmendarên kurd qala kurdî axaftinê dikin û aqil didin xelqê. Rewşenbîr Kemal Burkay piştî 31 salên xwe li derveyî welatê xwe, li swêdê bêyî alternatîv vedigere Tirkiyê û li wir dikeve hembêza AKP´ê. Heke hêza Kemal Burkay hebe dê bikaribe ji Stalîn jî xerabtir be. AKP, Kemal BURKAY, Şivan PERWER, îbrahim GÜÇLÜ û yên wan mîna dikaribû yekitîya neteweyî bileyîstana. Gava ku Kemal Burkay vegerî Tirkiyê, hingê AKP bû parastkara wî û ew jî bû "kürtçüyê AKP´ê, ji lewre vegera wî dikaribû plana dewleta kûr be. Kemal Burkay serokatîya PDK-Îraq´ê feodal, serokeşîr û bûrjûvazî didît û niha ketîye hembêza AKP´ê. Kemal Burkay mirovê dema berê ye û neguhastbar e. Partiya Sosyalîst a Kurdistan a Kemal Burkay di Kongra 2. de piştgirîya "Pirsa Filîstinê" dike û dijminitîya Amerîka û Îsralê dike. Di bernameya partîya Kemal Burkay de wisan hatîye nivîsîn: ”Ev pêwendîyên ku serokatiya PDK-Îraq´ê ji feodal, serokeşîr û bûrjüwan pëkhatibû piştî 1970 bi Şahê îranê û împeryalîyê re çêkiribû, bü sedemê têkçûna şoreşa neteweyî kurd di sala 1975an de..." Partiya Sosyalîst a Kurdistanana Tirkiyê - PSKT. Weşanên PSKT: 12. (1986: 14).

Wê bidome...

 

Önceki ve Sonraki Yazılar