Di êrişa li Kopenhagenê de 3 kesan canê xwe ji dest dan

Di êrişa li Kopenhagenê de 3 kesan canê xwe ji dest dan

.

A+A-

Di bûyereke teqekirinê de li molekê li Kopenhagen a paytexta Danmarkê 3 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn. Polîs dibêje, dibe ku bûyer “êrîşeke terorîstî” be û ew vê yekê red nakin.

Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno ragihand, bûyera teqekirinê li mola Fields a Kopenhagenê çê bûye û kesê teqe kiriye di nav avahiya sînemayê de bûye ku di nava molê de ye.

Polîsê Kopenhagenê ragihandiye, têkildarî bûyerê kesekî 22 salî hatiye desteserkirin û diyar kiriye ku ew kes xelkê Danmarkê ye.

Rêveberê Polîsê Kopenhagenê Soeren Thomassen daye xuyakirin, ku hêj sedema êrîşê ne diyar e, lê belê ew îhtîmala êrîşeke terorîstî red nakin.

Soeren Thomassen diyar kir, ti nîşaneyek nîne ku êrîşkarên din di bûyerê de hebûbin lê daxwaz ji esnaf û dikandarên derdorê kir ku dîmenên kamêrayên çavdêriyê yên dikanên xwe qeyd bikin û biparêzin.

Rêveberê Polîsê Kopenhagenê destnîşan kir, ew hema hema piştrast in ku kesê desteserkirî heman kes e ku teqe kiriye.

Bi gotina wî, kesê desteserkirî bi fermî hatiye tohmetbarkirin û îro Duşembê dê bo dadgehê bê şandin.

Serokwezîra Danmarkê Mette Frederiksen ragihandiye, welatê wan rastî êrîşeke bê rehm bûye û ji welatiyên xwe xwest, di vê dema dijwar de li kêleka hev bin.

Field's bi zêdetirî 140 dikan û xwaringehan, mola herî mezin a Danmarkê ye.

Li gor şahidên bûyerê û herwiha dîmenên ku di dema destpêkirina teqeyê de li ser medyayên civakî hatine weşandin, bi dehan welatî bi tirs ber bi derve û cihên ewle ve direviyan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin