Mustafa Kalpak

Mustafa Kalpak

Hemû nivîsên nivîskar >

Daxwaza sereke ya HDPê tifaqa bi CHPê re ye

A+A-

1

Rêvebirên HDPê ji bo meşrûîyeta desthilatdarîya Erdoganî têxe rojevê, stratejîya xwe "li Rojhilata Tirkiyê HDP şarederîyan qezenc bike û li Rojavayê Tirkiyê jî bi AKPê bide windakirinê". HDP, hilbijartinê ji bo hilweşandina Erdoganî wek zemînekê dibîne. Ev nêrîn, ya çepê tirkan e û yên kemalîstan e, ev stratejî di demek dûr û dirêj de bi aweyekî bûye ya HDPê.

 

HDP li Kurdistanê di hilbijartina şarederîyê de bi îdarên qeyyuman re di nava rovanşê de ye. Dixwaze ew şaredarîyên ku di destê AKPê de ne jî qezenç bike. Hemû stratejîya xwe li ser hilweşandina AKP û Erdogan pilankirîye. Çi hilbijartina giştî be, çi ya serokdewletî be, çi ya herêmî be. (versiyona teorîya şoreşa domdar a bi rêya hilbijartinan -sürekli devrim teorisinin seçim yolu ile bir versiyonu-)

 

Daxwaza sereke ya HDPê tifaq bi CHPê re ye. Dilê wê ji bo "Tifaq a Milet" lê dikeve. Misebeqeya navbera "Tifaq a Cimhur", nasyonal-mihefizekar û "Tifaq a Milet" nasyonal-kemalîzmê de şêla HDPê li ser "Tifaq a Milet" de ye, dixwazin bibin şîrikên vê tifaqê û ew tifaq serkeve.


Rayên ku HDP li Kurdistanê bigre ji bo nasyonal-kemalizmê destek e.

 

HDP dibêje ez "rêya sêyemîn im" (nabêna AKP û CHPê de me). Siyaseta wê di pergala derdora dewletê de zîz dibê. HDP dixwaze bibe ji perçeyek "bloqa milet" ê. HDP ji zûve ye xwe adaptasyona sistema siyaseta Tirkiyê kirîye.

 

HDP "Tifaq a Kurdî" ji xwe re wek emnîyeta supapê (güvenlik supapı) bi kar anîye. (pragmatîzm û enstrûmanîzm).

 

HDP li Kurdistanê ji bo xizmeta gel, plan û programeke bi rêk û pêk ya avakar ne daye pêşîya xwe. HDP tu garantîya şaredarîyan ku ewê dîsa nekeve dest qeyyuma, tu tedbîrên ber bi çav pêrgî miletê nekiriye. ji sîyaseta xwe ya şaş venegerîyaye.

 

HDP, di arîfeya hilbijartinê de sloganên "aşitî demokrasî û azadî"yê, bi tecrîda Öcalanî ve girêdaye û ew ji xwe re kirîye mijara propaganda ya hilbijartinê.(?!) Hevserokên HDPê yên nû û Demirtaş, her sê, Demirtaş di nameya xwe ya dawî ku ji parlamenterên Ewrûpa re şandiye dibêje: ji bo hawîrdora aştî û diyalogê ji bo bê serdestkirinê, divê tecrita Öcalanî rabe. Li gor wan, her tişt di destê Abdullah Ocalan de ye. KCK dibêje; divê dewlet bi "Rêber Apo"" re ji bo rakirina tecrîda li ser wî, bi protokoleke fermî bê misogerkirin û îmzekirin. Heta bersiva daxwazên ev berxwedana greva birçîbûnê neyê dayin wê çalakiyên birçîbûnê bidome. Xwedîyê vê direktîfa/fermana greva birçîbûnê hêdî  eşkere bûye kîne. Îcar çima vekîlen HDPê dikevine nava çalakîyan wiha? Karê weha ne wazîfa wan e. De were safî bike?!


Rewşa HDPê li ortê ye. Hêza PKKê li bakurê kurdistanê hatîye şikestin. Devleta Tirkiyê hêdî li derveyê sînorê xwe bi PKKê re şer dike. Ew hêdî him listikên sîyasî çêdikin him jî xera dikin dikin, HDP çikas ji navê "tevgera azadîya kurd" ne aciz e jî, ew, barê pirsa kurdan nagre ser milê xwe, avêtîye ser hustîyê Ocalanî. Gotina kin: HDP di nava krîzê de ye.

 

2

Niyeta AKPê asîmîlasyona siyasî ye

AKP jî çavên xwe berdaye şaredarîyên Kurdistanê. AKP dixwaze bi saya rayên hilbijêran, hemû şaredarîyan bi dest bixîne. Lê ev zahmet e. Desthilatdariya AKPê di kozikê de ye, li benda HDPê ye. HDP têkeve nava sîyaseta xeletî û şaşîyan ku ew jî li piş hilbijartinan cardin îdara qeyyuman bîne rojevê.

 

AKP xwe dispêre qanûnên ne demokratîk. Bi zora qanûna şaredarîyan ji dest HDPê derxîne û têxe destê qeyuman. Erdogan eşkere li ser vê mijarê daxuyaniyek da: Di van hilbijartinan de, heger kesên ku bi terorîzmê re eleqa wî hebe û bê hilbijartin, emê bi rêbazên qeyyuma şaredarîyan bi rê ve bibin, qeyyum wê berdewam bin.

 

Ji bo "pêvajoya çareseriyê" herçikas hin fraksiyon di nava HDPê de dixwazin rola Ocalanî dîsan derxin pêş, lê; RTE û AKP di pêşerojê de "pêvajoya çareserîya ya duyem" bi malbat, eşîr, rêxistinên civakî, ji şexsiyeten olî, sazîyên wek "qela kurdan" tê bi navkirinê, dixwaze "çareser" bike. Ji vê re "çareserîya bi milet re" tê bi nav kirinê. Erdogan û AKP naxwaze di ev "plana çareserîyê" de rola partîyên kurdan wek alîyek hebe. Partîyê kurdan wek "persona non grata" muamele dibînin.

 

Hin partîyên kurdan ku siyaseta sivîl dikin wê bi zora qanûna esasî bêne qedexe kirin /tasfîye kirin û derîyê partîya wan wê bê girtin. Kurd wê bêne bêçek kirin. Armanc; civata kurda bê partî bimîne. Kurd wê mihtacê sîstema 2 partîyî bibe, AKP an CHP. Kurd hewcê du sîstema bloqan bin. Bloq a "milet" an bloq a "cumhûr"ê. Sîyaseta kurdî, mecburê sîstema nasyonal-kemalizm an ya nasyonal- mihefizekaran be. Derveyî ev her du sîsteman, tu rêyeke din naxwazin bidin ber kurdan. Rêya ku kurd bi xwe bibin bloq gelek dijwar e. Dewlet bi her awayî serî  li vê riyê girêdide. Ev rê ji bo îro nemumkun e û naçe serî. Tehamula sîyaseta Tirkiyê bi polîtîka plûralizmê tûneye.

 

AKPê li Kurdistanê bi saya polîtîkaya xwe ya "xizmet"a ku li ser şaredarîyan ve bi rê ve dibe, dixwaze li ser xelkê kurd bandorakê çêke, gelê kurd ji dil ve bixwe re girê bide. Ji hêla dînî û kulturî ve civata xwe ya mihefizakarî ava bike. (Hizmet siyaseti ve gönül belediyeciliği)

 

AKP xizmetên ku li Kurdistanê dike, dixwaze pê hişmendiya kurdewarî, xurt nebe, miletperwerîya wan qels be, pêş nekeve, dîn û kultura mihefizekarî esas bê girtin, kurd xwe bi idolojîya "biratîya mislimanî" ve girêbide, asîmîlasyona sîyasî bi cî be. Kurd hene, belê! Lê, divê sîyaseta wan tûne be.

 

Şarederîyên ku di dest AKPê de ne, xwedî du wazîfeya ne. Yek; heq wek xizmet tê peşkeş kirin. Wek ji kurdan re îhsana AKPê tê nîşandan. Dixwaze kurda bike refîqê xwe û sadiqê xwe. Ya didûya; asîmîlasyona sîyasî ye. Kurd hene, lê ew jî ji cemata AKPê bin.

Önceki ve Sonraki Yazılar