Êrîşa Helebê destpêka dagîrkirina hemî Rojava ye
Xidir Ûso
Rejîma demkî ya Sûrî bi handan û hevkariya dewleta mêtinkar ya Tirk, piştî Elawî û Durziyan dest bi êrîşa ser Kurdên li Helebê taxên Şêx Mexsûd û Eşrefiyê kir.
Li gorî rapora Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayişê), komên çekdar yên êrîşî van taxê Kurdan dikin ev in: Firqeya Suleyman Şah-Emşat, Firqeya Sultan Murad, Firqeya Hemzat, Tevgera Nûredîn Zengî.
Herkes zane ku ev komên terorîst yên şerê wekaletê dimeşînin, di dema rejîma Baas de, ji alî dewleta Tirk hatin birêxistinkirin, perwerdekirin û çekdarkirin. Li gorî daxuyaniya rêxistina Mafê Mirovan li Sûrîye SOHR, ev heman çekdarin ku li pêşî hêzên artêşa Tirk êrîşî Efrîn û Serêkanîyê kiribûn, di bin çavdêriya dewleta tirk de qetil û talana Kurdan kiribûn û dest danîbûn ser mal û milkê Kurdan.
Rêvebirên Tirk, jibo ku hebûna dewleta xwe di tunekirina Kurdan de dibîne, ev sed sal e ku ji bo Kurda tune bikin, him bi dewletên heremê re û him jî bi hemî cîhanê re di nava hevkarî û yekîtîyê de bû.
Hetanî destwerdana Amerîka ya Iraqê û bi taybetî êrîşên DÎIŞ`ê (Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam), dewleta Tirk li dijî Kurdan ji Ewropa, Amerîka heta Îsraîl her şêwe alîkarî werdigirt. Lê piştî sîyaseta wê ya hevkarî û bikaranîna hêzên terorîst yên wekaletê, bi dagîrîya xaka ciranên xwe û şandina leşkeran û destdirêjîya li hin welatan, pêwendîyên ne li gorî pîvanên mutefikên wê û têkilî û tîcareta li dijî qanûnên navnetewî, bû egera şikandina bawerîya jê. Bi vê sîyasetê dewleta tirk, li dijî berjewendiyên van dewletan êdî bû tehlûkeyek. Lewma li dijî hebûn û desthilatên Kurd yên Başûr û Başûrê-Rojava nema alîkarî ji van dewletan wergirt.
Dewleta Tirk û dewleta Îran, jibo têkbirina desthilata Başûrê Kurdistan, DIÎŞ, Haşdî-Şabî û gelek hêz û rêbazên bi rêya Iraq, wek nedana mûçe û seknandina firotina neftê bikaranîn, lê jibo ku hêzên cîhanî û Amerîka destûr nedan rûxandina desthilata Kurd, temamê hewldanên wan vala derxist.
Li B.Rojava`yê Kurdistan jî desthilatek fîîlî heye. Bi yekîtî û hevkariya nava Kurd, îro ev desthilat ji alî hemî Kurdan tê parastin. Vê desthilata, bi rêya hevkariya li dijî DÎIŞ, ji alî Amerîka, Fransa û hêza hevpeyman jî tê parastin.
Lê dewleta tirk, li vî beşê Kurdistanê jî ji alî miletê Kurd bidestxistina mafekî li dijî dewleta xwe wek tahlûkeyekê dibîne. Ji alî dewleta Tirk, dagîrkirina vî beşî, di serî de Amerîka, hêza hevpeyman û bi taybetî Îsraîl li berjewendiyên xwe nedît. Her çend Trump û Rûsya rê da Tirkî ku Efrîn û Serêkanîyê îşgal bike jî hin alîyên Amerîka û Fransa ev helwesta Trump şaş dîtin.
Jibo ku Tirkî piştgirî ji Amerîka nedît û Îsraîl jî bi tundî li dijî Sûrîye`yek navendî derket, Tirkî bi Hukumeta Şamê ya demkî re ket pêwendî û hevkariyê, ji alî din jî proja bêçekkirina PKK xist rojevê. Lê pirr zû hat têgihîştin ku armanca dewleta Tirk ya bingehîn ne bêçekkirina PKK, lê bêçekkirina hêza YPG/HSD (Hêzên Sûrîye ya Demokratîk) ye ku Kurdên Rojava tu mafekî netewî, demokratîk an çandî bi dest nexin.
Ji bo Rêvebirîya Xweser têxe bin kontrola Hukumeta Demkî ya Sûrî û HSD bêçek bike, çi ji destê dewleta Tirk hat kir. Heta ji bo Kurd mafekî bidestnexin, piştgiriya Hukumeta Sûrî kir ku ew êrîşî Elawî û Durziya jî bike.
Di vê navbênê de, jibo li hevkirina HSD û Şam`ê, Amerîka û Fransa ketin dewrê. Jibo ku ev li hesabê Tirkî û rêvebiriya Şamê nehat, bi hevre û bi alîkariya Tirkî êrîşa ser Rêvebiriya Xweser ji Helebê da destpêkirin. Lê gava em li daxuyanîya Wezareta Parastina Mîllî ya Turkiye binêrin ku dibê: “Rêvebiriya Sûrî ya demkî ji me alîkarî bixwaze, em jibo alîkariyê amade ne!” Wezîrê Ragihandinê yê Sûriyeyê Hemze Mistefa dibêje: “Yek dewlet, yek hikûmet, yek artêş xeta me ya sor” Ev jî xwanê dike ku armanca dewleta Tirk û ya Sûrî dagîrkirina temamê B.Rojavayê Kurdistanê ye.
Li Rojavayê Kurdistanê, destê tevgera Kurd ji Hukumeta Demkî û ji dewleta Tirk xurttir e: Îro Hukumeta Herema Kurdistan, Partî, rêxistin û Kurdên welatperwer yên her çar beşan û yên hemî cîhanê li pişta B.Rojava ne. Amerîka, Ewropa û Îsraîl ne bi helwesta Rêvebirîya Sûrî û dewleta Tirk re ne. Ger Rojava li berxwebide, hêvîya min ew e ku wê bi serbikeve!
Divê em rewşa Rojhilatê Kurdistanê jî jibîr nekin. Îro li dijî rejîma mêtinkar ya Îranê pêşandan, serhildan û berxwedan destpêkirine. Ev berxwedan li hemî Rojhilatê Kurdistanê jî belav bûye. Tiştê ku me dilxweş dike, tevdê partî û hêzên Kurd yekîtîya xwe pêkanîne û bi gelek hêzên Îranî yên li dijî rejîmê jî bi hevkarî tevdigerin û çalakiyên xwe pêktînin.
Jibo Miletê Kurd bigehê mafên xwe yê netewî, divê em ji bo Rojhilat û Rojava hemî nakokîyên xwe deynin alîyekî, bi wan re yekîtî, piştgirî û alîkarî bikin! 08.01.2026


YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin