Xwenîşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê: '116 kes hatin kuştin'

Xwenîşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê: '116 kes hatin kuştin'

.

A+A-

Televîzyona fermî ya Îranê îdia kir ku xwenîşandan bi dawî bûne û rewş asayî bûye lê rêxistinên mafên mirovan ragihand ku çalakî li 31 parêzgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê didomin û hejmara kuştiyan derketiye 116an.

Kanala fermî ya Komara Îslamî ya Îranê şeva borî dîmenên ji parêzgehên Kirmaşan, Zahidan, Qezwîn, Şîraz, Kerec, Îsfehan, Hemedan, Tebrîz û Reştê belav kirin.

Di weşanê de hat îdiakirin ku “hêzên ewlehiyê bersiveke tund daye terorîstan” û rê nedaye ku ew ewlehiya Îranê têk bidin û aramî vegeriyaye.

Nûçegihanên medyaya fermî ji qadên bajaran got, "Rewş aram e û ti terorîst an serhildêr li derdorê xuya nakin."

HRANA: Xwenîşandan li 185 bajaran didomin

Li hemberî îdiaya medyaya fermî ya ku dibêje "bûyer bi dawî bûn", Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) ragihand ku heta roja Şemiyê li 185 bajarên 31 parêzgehan çalakiyan bê navber berdewam kiriye.

Li gorî amarên HRANAyê, di bûyerên ku heta şeva Şemiyê berdewam kirin de bîlanço giran bûye û bi giştî 116 kesan canê xwe ji dest daye.

Hat diyarkirin ku 7 ji wan kesan di bin 18 saliyê de ne û 4 jî karmendên tenduristiyê ne.

Di xwenîşandanan de her wiha 37 karmendên ewlehiyê û Serdozgerê bajarê Esferayenê jî hatine kuştin.

Hat ragihandin ku di operasyonên hêzên ewlehiyê de heta niha 2 hezar û 638 xwenîşander hatine desteserkirin.

Xwenîşandanên ku 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an ji ber krîza aborî, bihabûn û şertên xerab ên jiyanê bi girtina dikanan a esnafên li Tehranê dest pê kiribû, di demeke kurt de li hemû Îran û Rojhilatê Kurdistanê belav bûn.

Li ser zêdebûna aloziyan hikûmeta Îranê înterneta li Îran û Rojhilatê Kurdistanê qut kir.

Çavdêriya înternetê ya cîhanî Netblocksê raporek belav kir û ragihand ku armanca qutkirina ku sê roj in didome "çewisandina xwenîşandanên berfireh ên gel û qutkirina pêwendiyan" e.

 

RÛDAW 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin