Cano Amedî

Cano Amedî

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Ji hişmendîya neteweyî dûr nekevin!

A+A-

 Cano Amedî

Îro li ser erdnîgarîya Sûrî "dewletek meşrû" tune ye. Ew çete û teroristên ji alîyên hêzên desthilatdar ve hatine nîşankirin, hêzên wekaletê û girêdayî dewletên hawirdor in.

Dewletên dagirker wan çeteyan ji bo desthilatdarî û berjewedîyên xwe bikartînin.

Çiqas kesên krîmînal û dervayî civatên Ewropa û Emerika hebûn û cîhanê we dewleta Tirk, Çeçen, Ûygûr, Tirkmen, selefî, cîhadist û hwd li derdora 60 hezar çekdar, li Sûrî kom kirine û dixwazin ji wan kûjeran, artêş û dewletek terorist avabikin.

Divê hemû alîyên Kurdî baş zanibin û baş têbigihîjin ku ev doz, doza neteweyî ye, ev doz doza welatekî ye. Kesayet, grûp, rexistin, partî û hemû organîzasyonên hene, xîzmetkarê vê dozê ne. Divê helwest, biryar, kiryar û hişmendîya tevgerên me li ser vê rastîyê be. Divê em bi raya giştî bidin fêrkirin û razîkirin ku ev doz doza miletê kurd e. Rayagiştî, piştgirîya doza netewî dike, ne ya grûbên îdeolojik!

Di kolanan de, li seranserê Ewropa û cihê divê bertek, alikarî, piştgirî, helwestên me tenê di bin Ala Kurdistanê û li ser navê miletê kurd be ku civatên biyanî zanibin ku ev doz, doza kurd û Kurdistanê ye. Wêneyên milî bala civatê dikşine û hestên piştgirîyê xweştir dike.

Ev şerê diqewime, ne tenê êrîşên çeteya ne. Ev êrîş bi destê dewletên hawirdor û dagirkeran ve pêktên. Gava em vî şerî wek şerê grûban, partîyan pênase bikin, emê xwe û raya giştî bixapînin. Ji ber wê, pewîst nake di rojên ewha de aliyên siyasî li hemberî hev dest bi propagandaya reş bikin. Ji bo avakirina navendek milî, divê hemû alîyên Kurdî bi hişmendîya neteweyî tevbigerin û helwest bigirin.

Ka ji Google an jî ji portalek lêgerînê ya din bipirsin, ev grûbên navê wan tê gotin û êrîşî gelê kurd dikin kî ne, girêdayî kîjan dewletê ne?

Firqeya 62yan: (Wekî Firqeya Suleyman Şah-Emşat tê naskirin)

Firqeya 72yan: (Wekî Firqeya Sultan Murad tê naskirin)

Firqeya 76an: (Wekî Firqeya Hemzat tê naskirin)

Firqeya 80yî: (Wekî Tevgera Nûredîn Zengî tê naskirin)

Ger hûn wan çeteyan baş nas bikin û li ser wan lêkolinek zelal bikin, hûnê bibînin kîjan dewlet û sîxurên wan piştgirîya wan dikin û êrîşên howane li ser miletê kurd pêktînin.

Ji doza milî dûr nekivin û bi berçavkên îdeolojik tevnegerin.

Ji hişmendî û helwestên neteweyî dûr nekevin...

Rê nedin ku hinek kes li ser milê we berjewedîyên xwe yên şexsî bidestbixin.

Rê nedin ku hinek aliyên îdeolojik desthilatîya xwe li ser milê we ferz bikin.

Di heman deman de bibin têkoşer û xîzmetkarê doza neteweyî. Ji bîr nekin:

Kurdistan yek Welat e, ROJAVA ROJHILAT E!

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin