Abuzer Balî Han

Abuzer Balî Han

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Bangawaziyek netewî ji bo hêzên Kurdistan!..

A+A-

 Abuzer Bali HAN

Her çiqas hin derdorên Kurdistan îro şer hebe jî li gor rojên rabûrdî rewşa Kurdan ya îro ji ya duh baştir e! Hestên netewî yên Kurdan hêdî Kurdistanê hembêz dikin! Ji berku neyartiya di nav Kurdan de heyî her ku diçe kêmtir dibe!  Li dinê jî Kurd hêdî ketine rojavê! Di rewşek wûsa hemdemî de pêwiste ku Kurd çi bikin?!. Neyarên Kurdan demek dûr û dirêj e, ku dest avêtine nav hin rêxistinên Kurdistana Bakur! Neyar rêxistinên Kurdan li dijî hevûdu li gor lîstikên xwe yekê li dijî yek dîn, an jî yekê li dijî hemiyan bi salan e ku ew vî karî her dikin! Wê jî xaresetek mezin dayê tevgera azadiyê. Ew rewşa wûsa bi salan e, ku ew her berdewam dike!..

Hêzên Kurd yên çekdar di bin hêza kîjan rêxistina Kurd de bin, ew dixwaze karûbarê xwe li ser hêzên dîn yên Kurd ferz bike! Ji rêxistinên Kurdan yên welatparêz, di destpêkê de bi rêya rêxistinek dîn bi navê Kurdan gelek kesên şoreşger û welatparêz jî hatin kuştin! Kurd li dijî Kurdan bûne neyar! Îro jî mirov dibîne ku bi navê Kurdwariyê hêzên Tirk yên nîjadperest re ewna tev kar jî dikin! Bi emir û fermanan dixwazin ku Kurdên perçeyên dîn dijîn jî wek Kurdên Tirkiyê bê mafên netewî her wûsa bijîn.

Demek dûr û dirêj e, ku ew rewşa herwuha çi li nav welat û çi li dervayî welat her berdewam dike! Di navbeynê salên 1970 û 1980 yî de tevgera karker û xwendekarên Kurdistan li dervayî welat danasîna Kurdan û ji bo piştgiriya navnetewî gavên girîn avêtin! Ew rêxistina ku îro bi destên nasiyonalîstên Tirk li Tirkiyê hatî organîze kirin, wê dest avêt tevgera li dervayî welat jî!  Tevgera ji bo Kurdan dibû alîkar, ew tevger terorîzê kirin! Ji Riya Azadî li Parîs û li Hanovverê du welatparêz jî hatin kuştin! Pir mirovên welatparêz û şoreşger hatin gilî kirin û ji hemwelatiyê hatin avêtin!..Nêzîkî nîv sedsal bû ku, pir partî û hêzên Kurd nikarine ku bi hevra Newroza ji Kawayê Hêsinkar vir de têye pîroz kirin, wê bi hevra û bi şahî tev pîroz bikin!..

Dewleta Tirk ku dibêjin:”Hezar sal e, ku em rêvaberiya xwe bi aqlê dewletê dimeşînin!” Aqilekî li ser Kurdan wîlo hatî meşandin jî heya roja îro Kurdan nedîtiye! Kurd pêwiste ku bi îdeolojiya Kemalizmê û bi nijadperestiya Tirkan hêdî baş pêbihesin, ku qet bi wê, tû caran ewna bi nijadperestiya xwe sernakevin! Têyê gotin ku:”Di Osmaniyan de lîstik pir in! Yek xirab bû, li ciyê wê yek dîn bi kar tînin!..” Tirk lîstikên xwe yên ji bo gele Kurd dike, bi ew lîstikan li seranserê Tirkiyê mavên mirovan ji bo Tirkan jî pêşda neçûn!.. Temamiya welat kete nav bohranên aborî û siyasî!..

Hin Kurdên xwefiroş wek Ziya Gokalp û yên îro xwe wek wî dibîbin, ewna qet tucaran nabin dostên Kurdan! Di aliyê dîn de gelên Ereb, Tirk û Faris di dîroka Kurdistanê de tûcaran nebûne dostê Kurdan! Hatina Tirkan ya yekemin car Anatolyê, Kurdan alîkariya wana kiryê. Şerê cîhanê yekemin de jî li dijî împeryalistan, heke lêhengên Kurd nebûna, halê Tirkan yê çawa bûya?!.

Tirk, Ereb û Faris her dem bi ola Îslamê Kurd xapandine û ji xwe re kirine dîl (kole)!.. Îro pêwiste ku Kurd bi hevre çi bikin? Ew pirsgirekek herî girîng e! Her çiqas hin ciyan de karê Kurdan ne baş be jî, lê destkeftiyên îro di dest Kurdan de hêyî jî di dîroka Kurdistanê de rêya azadiyê jî ronahî dikin. Bê guman ew destkeftiyên îro di dest Kurdan de heyî û pêşva birina wan yê di xizmeta Kurdistana Azad de rolê xwe bileyzin!..Wek mînakek rojane: Di ew rojên nêzîk derbas bûyî de Serokê Dewleta Federal Birêz Mesud Barzanî ji bo Rojava bangawaziya xwe de:”Bila her kes bizanibe ku emê bi tu haweyî li hemberî komkujiya miletê xwe, em bê deng namînin!..” dibêje!.. Ji  Yekitiya Niştîmanî Kurdistan (PUK) Bafel Talabani jî di daxûyaniya dayî de :”Hêzên me amade ne ku, em alîkariya Rojavayê Welatê xwe bikin!” dibêje!..  Ew daxûyanîna ji bo pêşeroja Kurdan ronahiyê belav dikin!..

Di dîrokê Kurdistanê ya nêzîk de çendek xalên girîng hene ku pêwiste ku mîrov li ser wan jî raweste! Yekemin Partiyê Demokrat Kurdistan (PDK), Yeketiyê Niştîmanî Kurdistan (PUK) û partiyên Kurdistana Başûr hemî bi hevra “Dewleta Kurd ya Federal” pêşda bibin û roj bi roj wê xort bikin! Serokê Kurdan netewî Barzaniyê nemir gotî bû ku:” Kerkuk dilê Kurd e! Bê dil jiyan nabe!”  Statûya Kerkûkê ya dîrokî û ya li Rojhilatê Çemê Dijlê ku Bajarê Musulê dike du beşan, ew bajarna di dîroka Kurdan de her erd û bajarên  Kurdistanê ne!..

Karê rojane yê herî girîng yek jî Dewleta Kurdistan Ya Federal, pêwiste ku Rojavayê Kurdistanê re di her alîde fîdekar û alîkar be!.. Jiyana herdûyan bi hevûdu re hatiyê girêdayîn!.. Rewşa Bakur û Rojhilatê Kurdistan jî, ji rewşa Dewleta Federal û Avahiya Rojava cûda nînin!..

Li Bakûrê Welat Kurdên ku bi mejûyê faşistên Tirk dimêşin, ewna qet tûcaran nikarin ku mafên Kurdan yên demokratik û mirovatiyê bigirin! Ji bo mirovekî mafê xwe yê xwezayî  Zimanê Zikmakî (Zimanê Kurdî) heke hate qedexe (yasak) kirin şunda, gelo li paş wê wekî dîn çi dimîne?..  Bi mehan e, ku siyasetmedarên Kurd û Tirk li ser ziman û perwerdeya Kurdî diaxivin! Tirk dibêjin: “Zimanê Kurdî nabe zimanê perwerdeya Kurdî!” Hebûna netewî ya herî girîng ziman e! Carekê ziman çû, hêdî me de dû!.. Ji ber ku ew gela hêdî di dîrokê de wenda dibe û bi xwe naye! Ji ber ku hebûna gelan bi zimanê wan ya zikmakî va girêdayiye!..

Di aliyê dîrokî de mirovekî Kurd, pêwiste ku xwe Kurd bibîne. Kurdek li dijî cangoriyên Kurdistanê yên netewî wek Şêx Saidê Pîran (1865, Xinis- 29 Xezîran 1925, Diyarbakır-Amed), Seyîd Rizayê Dêrsimî (1862 li gundê Lirtîka Pilûrê, herêma Dêrsim- 15 ê çiriya paşîn ya 1937 an li Xarpêtê), Pêşewa Qazî Muhammed (1 ê  Gulan 1900 li Mahabadê- 31 Adar 1947 an li Meydana Çarçira li Mahabadê), Serokê Nemir M. Mustafa Barzanî ((14 Adar 1903, Barzan – 1 Adar 1979 Kurdistan) raweste û wana nepejêre, ew mirov ne Kurd e û ji Kurdperweriyê jî pir dûr e!.. Ya herî girîng yek jî xwedî derketina ala Kurdistanê ye! Ala Kurdistan ji bo Kurdan wek nexşa (Xarîte) Kurdistanê pîroz û hêja ye!..

Ji bo Bakurê Kurdistan demek dûr û dirêj vir da ye ku partiyên baweriya xwe wek hev in, ji hevûdu cûda cûda kar dikin! Di vir de pêpistekû mirov pêbihese! Ji bo çi ye, ew pir bendiya! Ma serokên partiyan li dijî hevûdûne? Tiştekî wûsa jî nîn e! An jî rêzaniya Tirkiye bi dekûdolavan polîtîkaya Kurdistan ya bi salan e, ku wûsa dimeşîne!.. Pisporên rêzaniya (polîtîka) Kurdistan roja me ya îro de gelek pêşda çûyîne! Pêwiste ku ji van pirsan re jî bila ewna çareseriyê bigerin û bibînin!..

Pêşniyaza min ji bo nivîskarên Kurd yên rojane dinivisîn re ew e, ku di nivîsên xwe de giraniyê bidin yekîtiya partiyên Bakûrê kurdistan! Di nav ew partiyan de wek:” PDK-B, PSK, HAK-PAR, PWK, KKP” û yên wek wana difikirin, ewna riya çi dipên ku ji bo çi naben yek? An jî di bin yek bereyî de (cephe) kar nakin?!. Bila berpirsiyarên partiyan jî ew pirsan ji xwe bipirsin û bersiva wê jî çareser bikin!..

Gelî Kurdino! Bi benê faşist û nîjadperestên dagirkeran nekevin bîrên kor! Ji wir derketin pir dijwar e!.. Hêjayên serok û berpirsiyarên partiyên Kurdistana Bakur! Gelo ma ji bo hevkarî û pêşvaçûna welat rêyek dîn ji yekîtiyê pêda heyê? Bila ew sala nû hêdî bibe sala yekîtî û tevkariya Kurdan!.. Rojên azad ne dûr in! Li pêş me her azadiye!..

 Kanûna paşin- 2026

  Abuzer Bali HAN

        -Politolog-

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin