
Piştevanîkirina kesayetiyên siyasî yên cîhanê li serhildana xelkê li îranê berdewam e
.
A+A-
“Ines Schurtner” Seroka Hizba Çep a Alman ragihand ku bi rojan e xelkê Îranê bo serbilindî û azadiyê şer dikin, li dijî rêjîmekê şer dikin ku sivikatî bi jiyana wan dike, ev hêjayê hevgirtina me ne.
Ji aliyê din ve Senator “Mitch McConnell” ragihand, bi dehikan rêjîma Îranê mijûlê şandin û belavkirina terorîzm, rijandina xwîna Amerîkayiyan, lipeyketin bo bi bidestveanîna çeka navkî bo tepeserkirin û serkuta xewn û xweziyên xelkê Îranê bûye. Tepeserkirin li navxwe, destdirêjî li derve, ev qumara şeytanî ya rêjîmê ye, tê xuya ku niha li rewşa herifînê de ye û yek dem jî her zû nîne. Em digel xelkê bivêr ên Îranê ne xelkek ku bo paşeroja xwe şer dike.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin