
Li bajarê Almanya HERNE jibo Rojava xwepêşandan
.
Îro li bajarê Almanya Herne xwepêşandana hat kirin, bertekek wîjdanî û siyasî ya bi hêz e ku li dijî qirkirin û êrîşên li kurdên ku li taxên Halebê dijîn. Ev çalakî ne tenê jibo şermezarkirina vê zordariya ku berdewam dike; lê her weha ji bo eşkerekirina siyaseta hin dewletan û çeteyên wan yên çekdar, bêdengîya navnetewî ku bûye sebebê vê zordarîyê hatiye rêvebirin.
Li Halebê bi awakî sistematîk armanckirina gelê kurd yê sivîl, êdî bi gotinên wekî “şer”, “ewlehî” an “aramî” nayê veşartin. Ev qewimandin ne bûyerên tekane ne; berdewamiya siyasetek plankirî û birêxistinkirî ku li ser tundiyê tê ajotin. Ji ber vê yekê, ev êrîşên hanê ne encamê şerekî ne, lê tewanên eşkere yên dij mirovîyê ne.
Girseya ku li Herne civiyabû qîrîyan ku mafê jiyanê yê gelê kurd nabe mijara bazarkirinê, nabe bibe qurbana hesabên berjewendiyên herêmî û navnetewî jî. Ev pêşandan, jibo raya giştî bangekek vekirî ye ku dema mijar dibe Kurd, cotstandardî nayê qebûlkirin. Xwestina dadwerîyê ya miletekî ku Dema berjewendî pêwîst dike bibîrtên, dema xwîna wî dirije bi tenê tê hîştin nayê pejirandin.
Ev çalakî, di heman demê de radigehîne ku bêdengî ne bêterefî ye. Bêdengî, hevparîya tewanê ya endîrek e. Têgihiştina ku mafên mirovî wekî nirxên giştî nayên dîtin, lê wekî amûrên siyasî têne bikaranîn, hat şermezarkirin. Berpirsiyarîya exlaqî û sîyasî li ser milên her kesê ku tişên îro li Halebê diqewime naxwaze bibîne.
Xwepêşandana Herne, hevkariya bi gelê kurd re, daxwaza dadwerî û parastina rûmeta mirovahiyê ye. Ev deng, tenê ne dengê îro ye; şahidîyek dîrokî ye jî. Yên li dijî komkujîyan bêdeng namînin, ji îro de jibo pêşerojê jî dibin xwedîyê mafê xwestina dadwerîyê .

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin