
Tevgerek bê veger heta serkeftinê
.
N. Nûredîn Sofîzade
Di wan çend rojên derbasbûyî de dîsa pêlekî nû a nerizayetî û vêzariya xelkê Îranê li hember rêjîma Komara Îslamî de destpê kir û hindî diçe berfirehtir û radîkaltir dibe, bi taybet ku li hin nawçeyan wek Kurdistanê de rêjîm bi awayê hovane kuştarê dike daku bikare dengê mafxwaziya xelkê mat bike.
Gerçî rêjîmê cehd kirin vê carê hindekê nerimtir ji carên berê, xwenîşandana xelkê bê deng bikin, lê dema ku haylêbûn ev girse û cirîqa vê carê tenê nerizayetî li hember rewşa xirab a abûrî nîne, belku serhildaneke ku ji diruşmên wan de xûya dike ku kite armanca wan sernixûniya rêjîma dîktator a îsamiye, lewra me dît ku hêzên rêjîmê li Melikşahî yê de çi cinayetekî hovane kirin û çawan li Kurdistanê de bi gulleyên şer sîng û serê xortên Kurd dikne armanc û dikujin, lê bi berewajî li Têhran û bajarên dinê yên navenda Îranê û deverên Fars nişîn de hekî reftara hêzên rêjîmê gelek tundûtîj be, bi gaza rondikhîner yan fişara avê cehdê dikin xwenîşanderan jev belav bikin.
Ev cudatî û reftara rêjîmê û cinayetên vê li Kurdistan û nawçên netewên xeyrî Fars de, bandor heye li ser curê diruşm û şêwaza serhildan û helwêt û nêrîna cuda a wan netewan bi rêjîmê û xebata bi dijî rêjîmê.
Nerizayetî û berxwedana netewên bê mafe Îranê û bitaybet netewa rizgarîxwaze Kurd, tenê pirsa rewşa xirab a abûrî yan pirsekî tebeqatî û civakî nîne, belku pirsa azadî û dêmokrasî û qedera netewî ye ku rêjîma navendî a Îranê xak û maf û qeder û nasnameya wê zevt kiriye û înkara hebûna wê dike, lewra renge şerê di navbera xelkê û rêjîmê jî li Kurdistan û Belûçistan û El Ehwazê, digel şerê xelkê li Têhran û Îsfehan û Şîrazê jev cuda bin. Çimku xwest û armanc û dirûşm hemî jev cuda ne.
Şerê me şerê xwedîderkeftin ji xak û nasnameya me ye, renge şerê Farsan li Têhranê şerê hindek azadiyên civakî, yan li derheq rewşa xirabe abûriya wan be, ku wisaye her tişt jev cudaye.
Yan hinek caran li nava xwenîşandanên bajarên Farsnişîn de, em dengê diruşma guherîna desthilatê ji dîktatorekê bo dîktatorekî din dibihîsin, lê her tiş li nawçên netewên Kurd û Belûç û Ereb û yên dinê de cuda ye, ev netewane hem ji aliyê rêjîma dîktatore Wilayeta Feqîh û hem ji aliyê rêjîma dîktatore Paşayetî ve, berdewam hatine tepeserkirin û înkara maf û nasnameya netewîye wan hatiye kirin, wan netewan desthilata herduk dîktatoriyên Îslamî û paşayetî ceribandine û ti caran bi guherîna cihgorkêya dîktatoran razî nabin.
Kurd û netewên din yên bê maf xebat û armanc û daxwaza wan tenê sernixûniya dîktatoriyê ye û ev xebat bi dehan sal e ku berdewam bûye û nirxên giran li vê rêkê de hatine dan û heya geheştina bi mafê berheqe xwe û azadî û dêmokrasî û mafê çarenivîsa xwe ji xebatê nasekinin, ber hindê ev xebat bê veger e heta geheştina bi serkeftinê

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin