Dadgeh: Qedexeya şanoya bi kurdî hiqûqî ye

Dadgeh: Qedexeya şanoya bi kurdî hiqûqî ye

.

A+A-

Dadgehê di biryara xwe de îdia kiriye ku Teatra Jiyana Nû bi NÇMyê ve û NÇM jî bi PKKyê ve girêdayî ye û qedexeya Bêrû, şanoya bi kurdî li gorî hiqûqê ye.

10em Dadgeha Îdareyê ya Stenbolê di biryara xwe de gotiye ku qedexeya Bêrû, şanoya bi kurdî hiqûqî ye.

Qaymeqamiya Gazîosmanpaşaya Stenbolê lîstika “Bêrû:Klakson Borîzan û Birt” ya Teatra Jiyana Nû (TJN) qedexe kiribû û Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) ji bo biryara qedexeyê betal bibe, serî li dadgehê dabû.

Dadgeha navborî di 31yê Gulanê de biryara xwe daye û di biryarê de gotiye ku TJN girêdayî bi Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ye û NÇM jî “girêdayî bi PKKyê” ye.

Her weha di biryarê de diyar kiriye ku “Ji bo dewamiya ewheliya netewî û dewletê rêveberiya bi birêvebirina xizmeta civakî re erkdar e, ji ber hesasiyeta mijarê dikare erka xwe ya nirxandinê berfirehtir bikar bîne.”

Heyeta dadgeha navborî di dewama biryarê de destnîşan kiriye ku “bi biryara qedexekirina lîstikê re hatiye xwestin pêşî li piştgiriya saziyên têkildarî terorê û piştgirîdanîna terorê asteng bikin” û biryar daye ku “qedexeya lîstikê ne li dijî hiqûqê ye.”

Di biryarê de heyeta dadgehê cih daye zabitnameyeke rayedarên saziya emniyetê ku ew û biryara qedexeyê di heman demê de hatine nivîsandin. Di vê zabitnameyê de hin çalakiyên çandî yên NÇMyê ji sala 2014an û vir ve lidarxistin hene.

Rayedarên emniyetê lîstikên şanoyê yên di 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanî û 21ê Adarê roja Newrozê de hatine lîstin mînak dane û îdia kirine ku “dahata wê ji van bernameyan were ji bo xebatên rêxistina terora cidakar” dê werin terxankirin.

Parêzerên MLSAyê wê li dijî biryara dadgehê serî li Dadgeha Îstînafê bidin.

Di 31ê Gulanê de danişînek pêk hatibû

Di 31ê Gulanê de danişîna dozê pêk hatibû ku Parêzer Zelal Pelîn Dogan li ser navê MLSAyê beşdarî dadgehkirinê bûbû.

Doganê di dema danişînê de gotiye ku “Lîstika navborî ji bo demeke nediyar hatiye qedexekirin. Miwekila min welatiyeke ku dixwest li lîstikê temaşe bike. Biryara qedexeya bêdem ji hêla şêwe û armancê li dijî hiqûqê ye. Jixwe li dijî komeke şanoyê di sala 1999an de rastî heman kiryaran hatibû. Dadgeha Mafên Mirovan di ‘biryara Tirkiyeyê ya Ûlûsoyî û yên din de” biryara binpêkirinê dabû.”

Heyeta dadgehê di wê dadgehkirinê de biryar nedabû û danişîn bidawî bûbû. Lê piştî ku ev danişîn pêk hatiye, di heman rojê de heyetê biryara xwe aşkere kiriye û dawxaza betalkirina biryarê qebûl nekiriye.

Çi bûbû?  

Rêveberiya Şanoyên Bajêr ên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ji bo ku di dema nexweşiya Covid-19ê de alîkariya şanoyên taybet bike sahneyên xwe ji wan re vekiribû.

Teatra Jiyana Nû ya Navenda Çanda Mezopotamyayê jî serî lê dabû û lîstika wan a bi navê Bêrû ya Dario Foyî hatibû qebûlkirin.

Di 13ê Çiriya Pêşiyê ya 2020an de beriya lîstik were nîşandan bi saetan, Qaymeqamtiya Gazîosmanpaşayê bi sedema ku wê “sîstema civakî têk bibe” lîstik di nava sînorên Gazîosmanpaşayê de heta demeke nediyar qedexe kiribû.

Piştî vê biryarê, di 13ê Çiriya Paşiyê ya 2020an de vê carê jî Walîtiya Rihayê heta demeke nediyar, lîstik qedexe kiribû.

Dilawer Zeraqî lîstik ji bo kurdiyê wergerandiye. Nazmî Karaman derhêneriya lîstikê dike û Rûgeş Kirici, Omer Şahîn, Rewşan Apaydin û Cîhat Ekînciyî dilîze. 

 Bianet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin