Selîm Acar

Selîm Acar

Hemû nivîsên nivîskar >

Çîroka rûspîyê gund

A+A-

Ji hewildana darbeya leşkerî ya Tirkan û vir de gelek tişt hat nivîsandin û gotin û hîn gelek tiştên din jî wê bên nivîsandin. Di bin vê pirê de, hîn dê gelek av biherike! 

De ka em ji serpêhatîyên civaka kurdan dersan bistînin/wergerînin...

Ez di despêka temenê xwe, yê zarokî de, gîhaştim, şevbêrkên odên/mezelên/ jorên gundan. Wek ciwanên nûhatî, ez jî li ber derîyê odeyê rûdiniştim û min, bi bêdengî li sohbetên rûspîyan gohdar dikir. Ew şevbêrkan ji bo min, bûn dersaxana jiyanê. Ji wan gelek tişt fêrbûm ku yên îro jî nikarim ji pirtûkan fêrmbivim. 

Yek ji wan jî ev bû; rûspîyakî wisa digot: "Di şeveke dawîya biharê de, li felan gundî, di nava felan êlê/eşîrê de, dîsa wisa ciwan û kalên gund li oda xwe civîya bûn. 

Rûspîyê gund berê xwe da ciwanan û got 'ciwanên delal, hûn nûhatî ne, hûn xwîn germ in û serpêhatîyên we kêm in! Guhên xwe baş bidin min! 

Malbata felankesan dijberên me ne û wan gelek zerar danin me, malên me talan û wêran kirinin, lê em cîran in. 

Di nava zevîyên wan de çandinî  hişk bûnin û hatin ber dasan. Nebe, nebe! Tu kes nefikire da ku here, di şeveke tarî de bi dizî agir berde çandiniyên wan! Bila herkes dizanibin, em wisa xayintiyê bi dijberên xwe re nakin! Ku hinek tişkî wisa bikin, dijberên me, bila dizanibin, ew xerabî ne ji me ye!' 

Planên wisa nedihat mejîyên ciwanên gund, lê piştî gotinên rûspîyê gund, zingînî ji guhên ciwanan hat.

Piştî çend şevan, agirekî gûr ji nava çandinîyên dijberên wan bilind bû! 

Roja din, qasî gotinên rûspîyê gund bighêjin guhên dijberên wan, wisa got: 'gelî gundiyan, wek hûn jî dizanin, doh bi şev agir bi çandiniyên dijberên me ket! Em dijberên hev in, ji ber vê yekê ew dikanin vê kiryara xerab ji me dizanibin! 

Rast e, em dijberên hev in, lê hûn jî dizanin û şahid in, min ciwanên gund agahdar kir û min şîret li wan kir da ku ew tişkî wisa xerab di ber mejîyên xwe jî re derbas nekin. Em, êla me ji vê kiryarê bêguneh e!'..."

Ez nizanim bê hûn ê ji vê serpêhatîya min nivîsand, çi dersan derxînin, lê ez dizanim, deshilatdariya Hitlerî ji bo komunist û dişberên xwe tasfîye bike, ji holê rake û dishilatdarîya xwe sedî sed li ser Almaniyayê pêk bîne, meclîsa xwe şewitand/sotand! Û jê pê ve, çi li Almaniyayê qewimîn, êdî hûn dizanin!

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin