Mihyedîn Nahrîn

Mihyedîn Nahrîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Ceribînek li ser “ferhenga bişaftinê”

A+A-

Bahoz Baran wekî Xanî, Celadet, Koyî, Axtepî û Cegerxwînî dildar û evîndarê zimanê xwe ye.

Xebat û têkoşîna wî ya li ser zimên hîn di ciwanîya wî de, dema li zanîngehê xwendekar bû dest pê kir. Ji wê demê heya niha evîna di dilê wî de pêl bi pêl mezin bû.

Evîna wî, wekî dilopên baranê yek bi yek niqutî dilê wî û niha jî ji wan dilopan bi rêya pênûsa wî ya tûj û geş lêhî li ser kaxidan rakirîye û di encamê de “Ferhenga Bişaftinê” derketîye meydanê. Vê berhema qedirbuha bixwînin û qedrê wê bizanin, her gotinên wê ji xwe re bikin şîret lê emanet xwe ji lehîyên “Bişaftinê” biparêzin.

 

                             Nav: Ferhenga Bişaftinê

                             Nivîskar: Bahoz Baran

                             Cûre: Raman

                             Rûpel: 100

                             Weşanxane: Wardoz

                             Redaksîyon: Wardoz

                             Çap: Gulan-2017

                             Berg: Ozlem Olçer

 

Kal û pîrên me ji berê de gotine: “Dibêje, lê napêje.” Mixabin ev rewş hema bêje ji bo hemû nivîskar, serokên sazî û dezgehên Kurdan û parlamenteran tevan derbas dibe.

Di alîyê teorîkê de wekî çerçîyan dizanin li hev bînin û kesek nikare zora wan bibe lê sed mixabin ev teorîka wan a li ser zimên di rastîyê de nayê wicûdê. Çawa îskeletên bêgoşt û bêgîyan bi kêrî tiştekî neyên û mirî bin; piranîya nivîskar, rewşenbîr û parlamenterên me jî mirî ne û tu carî zindî nabin û gîyan jî nayê li ser laşên wan.

Lê hin kes hene, di nava civakê de şaxên xwe vedane. Ji xwe re cihekî zexm zevt kirine. Ev camêr û canikana hem ji alîyê teorîkê ve û hem jî ji alîyê pratîkê ve baş in û ji ya xwe (ji ya rast) tu carî nayên xwarê. Ev kes heta dawîya emrê xwe ji bo doza xwe tev digerin. Ev kesana mejî û gîyanê civakê û hem jî yê dozê ji nû ve vedijînin. Bi saya wan gellek însan li xwe mikûr tên û tên ser rêya rast. Yek ji van camêrana jî Bahoz Baranî bixwe ye.

Bahoz Baran, tu carî ji heb û nîva xwe nayê xwarê. Rastîya ku dizane li her cih û di her wextî de tîne zimên. Tirsa wî ji tu tiştî û kesî nîn e.

Wekî ku çawa di berheme xwe ya nû de dibêje: “Bişaftin Penceşêr e.”. Bahoz Baran, bi vê nexweşîyê hisîyaye û xwe ji vî derdê xedar mûhafeze kirîye. Pişt re jî li pey nexweşîya millet û welatê xwe ketîye û xwestîye ji wan re bibe derman û ku vê nexweşîyê ji nava millet û welatê xwe derîne.

Hîn di dema li Zanîngeha Dîcleyê xwendekar bû leqayî şopên vê penceşêrê hat û wê demê li xwe mikûr hat û gellek hevalên xwe jî bi xwe re hişyar kir. Dema xwendekar bû kovareke xwendekarên zanîngehê bi navê “Tîgrîs”ê derdiket, wê demê nivîsên kovarê giştik bi zimanê Tirkî bûn. Piştî ku ev xebatkarana li xwe mikûr hatin û xwe ji destên nexwşîya xedar xelas kirin, hewldan ku zimanê kovara xwe bi tevayî bikin Kurdî. Kovara xwe bi xwe re dezenfekte kirin û ji hemû mîkrop û nexweşîyan azade kirin.

Ji wan rojên zanîngeha heta niha êşa zimên jê re bûye derd û kul.

Ji ber xebatên li ser zimên û zimanhezîya wî mirov dikare bi rehetî jê re bêjê: “Şivanê Zimên” an jî “Cegerxwînê Zimên” e.

Nivîsên wî di gellek kovarên Kurdî de derketine û piranîya wan nivîsan jî li ser êşa zimên bû û hîn jî li ser vê êşê dinivîse û ez bawer im dê binivîse jî.

Heta niha şeş berhem nivîsandiye. Ji van şeş berheman du heb rêziman, du heb çîrok û yek raman, yek jî meselok in dê van rojan derkeve. Piranîya xebatên wî li ser Rêzimanê bûn lê mala Xwedê ava niha berê xwe daye folklorê.

Ferhenga Bişaftinê, xebata 15 salan e. Di van panzdeh salan de Bahoz Baranî tiştê ku bi çavên xwe dîtine an jî bi guhên xwe ji wan re şahidî kirîye; hemû yek bi yek di vê berhemê de kom kirine. Di vê berhemê de ji xwendevanên xwe re ta bi derzî ve kirîye.

Hem nexweşîya derdora xwe û hem jî nexweşîya civak û welatê xwe bi awayê çemê Feratê, bi guşeguş nivîsandîye.

Her gotina wî bi derb e û cihê xwe asê digire.

Her mijarê bi zargotina dewlemend ve girê dide, ev wateya peyvê hîn gurtir dike û wekî agirê nekedîkirî hema çi dikeve ber dişewitîne. Efûkirin li balê tune ye û mafdar e jî ku tune be. Ji parlamenteran bigire heta kal û pîran, ji serkomelan û şaredaran bigire heta xebatkaran, ji mamosteyan bigire heta xwendekaran, ji dayîkan bigire heta cêhilan û tevî pergala xedar; hema çi ketibe ber, nîşana xwe girtiye û tîrên rexneyan bi ser wan de barandîye.

Jîyana xwe bixwe jî wekî jîyana kesekî bîyanî, bi çavê kamerayê derbirîye û wisa nivîsandîye. Ev tişt, zimanê berhemê hîn herikbartir kirîye.

Hêvîdar im ku ev guşeguş û nalenala vê berhemê ji ezmanê hefta derbas bike û pêlên xwe bighîne her cihî.

Hêvîdar im ku ev berhem bibe derman ji birîna zimên re.

Hêvîdar im ku qîmeta vê berhema giranbuha û wekî mîna durrê biqîmet her daîm bête zanîn.

Hêvîdar im ku ev berhem tu carî ji destan nekeve xwarê û hêlîna xwe di hemû malan de çêbike.

Gelî gundî û cîranan guh bidin vê weşanxaneya teze û berhema wê ya pêşîn.

 

 

                        

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin