Çavuşoglu: Em rê nadin rêkeftina me ya bi Amerîkayê re bibe pêvajoya mijûl kirinê!

Çavuşoglu: Em rê nadin rêkeftina me ya bi Amerîkayê re bibe pêvajoya mijûl kirinê!

Wezîrê Derve yê Tirkiyê dibêje, biryar hatiye dayîn bi Amerîkayê re li bakurê Sûriyê herêmeke ewle ava bikin, lê qebûl nakin ev yek wek Minbicê bibe prosesa mijûlkirinê.

A+A-

Wezîrê Derve yê Tirkiyê dibêje, biryar hatiye dayîn bi Amerîkayê re li bakurê Sûriyê herêmeke ewle ava bikin, lê qebûl nakin ev yek wek Minbicê bibe prosesa mijûlkirinê.

Da zanîn, Tirkiye her cure amadakariyên xwe kirine û eger bi awayeke lezgîn gav neyên avêtin, ewê cure bergirîyan pêş bixin, çawa li Efrîn û Cerablûsê kirin e.

Çavuşoglu li Samsunê di Konferansa 11'emîn ya Balyozên Tirkiyê de axivî.

Mevlud Çavuşoglu - Wezîrê derve yê Tirkiyê got: "Em hewl didin li Sûriyê bi Amerîkayê re korîdora terorê rakin û şûna wê korîdora aştiyê yan herêma ewle ava bikin.  Lê em rê nadin ev bibe wek Minbicê. Em nahêlin bibe pêvajoyeke mijûlkirinê. Ji bo me mijareke jiyanî ye. mijara ewlekarîyê ye. Eger li meydanê gavên pêwîst bi awayeke lezgîn neyên avêtin, em dê her cure bergiriyan pêş bixin. Ji xwe amadekariyên me hene. Yan em dê bihevre bixebitin û deverê paqij bikin, yan jî em bi serê xwe bikin. Wek li Efrînê û wek li Mertala Feratê me kir."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin