Can Kêrbî: Rûsiye ji Îranê 400 dironên xweteqîner kiriye

Can Kêrbî: Rûsiye ji Îranê 400 dironên xweteqîner kiriye

.

A+A-

Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya Koşka Sipî, bas ji zêdebûna hevkariyên leşkerî yên di navbera Rûsiye û  Îranê de kir û ragihand ku Rûsiyê 400 dironên xweteqîner ji Îranê kiriye.

Roja Duşemî 25ê Banemerê, “Can Kêrbî” Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya Koşka Sipî, di civîneke rojnamevanî de ragihandiye, ku belgeyên zêde ji ber dest hene ku Rûsiye û Îran di halê berfirehkirina hevkariyên xwe yên leşkerî de ne û Îran hevkariyê bi Rûsiyê re dike heta ku şerê digel Ukraynê dirêjtir be.

Herwisa navbirî di vê civînê de teîd kiriye, ji meha Tebaxa sala 2022ê ve heta niha, rejîma Îranê zêdetirî 400 dironên xweteqîner ya bi navê “Şahid” ku bi “Kamîkazê” jî tê naskirin daye Rûsiyê.

Hatiye ragihandin ku dana balafirên bê balafirvan yekem hevkariya Îranê bo Rûsiyê bûye, û niha Rûsiye li pey destpêragehiştin bi dironên pêşketîtir e.

“Can Kêrbî” ragihandiye, ku hevkariya di navbera wan her du welatan de, bûye sedem ku li welatê “Ukrayn”ê kesên zêde bên kuştin û herwisa dibe sedem ku Îran gefek metirsîdar be bo ser welatên derdorê xwe.

Li derheq wê hevkariya Îran û Rûsiyê navbirî daye zanîn, ku Waşington bi ragihandina dorpêçên zêdetir hevkariya leşkerî ya Îranê digel Rûsiyê dike armanc.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin