Brîtanya: Divê gefa Putin a seferberiyê, cidî bê dîtin

Brîtanya: Divê gefa Putin a seferberiyê, cidî bê dîtin

.

A+A-

Wezîra Karên Derve ya Brîtanyayê Gillian Keegan, li ser şerê navbera Rusya û Ukraynayê, roportajek da qenala televîzyonê ya Sky Newsê. Gillian Keegan, bal kişand banga seferberiyê ya Vladimir Putin û da zanîn ku ev bang, gefeke cidî ye.

Gillian Keegan, di axaftina xwe de diyar kir ku daxuyaniyên Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, rewşê sor dikin û ev sorbûn jî dibe sedema xof û fikaran. Wezîr Keegan da zanîn ku divê gefên Putin, cidî werin dîtin.

Wezîra Brîtanyayê li ser girîngiya banga Putin got,

“Heger mirov bi awayekî zelal bibêje, divê em vê gefê cidî bibînin lewra hûn dizanin, kontrol ne di destên me de ye, ez ne qanih im ku kontrol bi rastî di destên Putin de be jî. Ev yek bi awayekî zelal dide xuyakirin ku rewş sortir dibe.”

Wezîrê, beriya vê daxuyaniya xwe daxuyaniyeke din jî dabû û gotibû ku ev gef û gotin, mûyên laşên mirovan dikin şûjin.

Piştî Şerê Duyemîn ê Cîhanê, cara yekemîn e ku Rusya banga seferberiyê dike. Her wiha rayedarên Rusyayê bang li welatên Rojava jî kir ku heger ew şantaja nukleerê berdewam bikin, ew ê Moskow bi hemû hêza xwe bersivê bide.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin