Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Bîranîna 102 Salî ya Jenosîd a Ermenîyan!

A+A-

 

Dîroka navbera Firat û Dicle û qiraxên van herdû çemên pîroz û gola Wanê, xwedî du rûpelên dîrokî ne. Ji bona jiyana hevpar û qedîm ji Kurd û Ermeniyan re hêjaye ku em li ser bisekinin û komkujî û qirkirina van birayên me yên qedim zelal bikin.
Me got du rûpel hene: Yek jê berî ku Tirk werin herêmê û xwe bavêjin bextê Kurd û Ermeniyan...
Bila di wê qebûlkirinê de dîrok rûreş be..
Wek du gelên meriv, bi hev re jiyane û bi hev re parvekirine..

Herêmên xwe li henber êrîş û dagirkeran parastine. Pirsgirêkên mezin di navbera van herdû gelên daneşînên vê herêma pîroz de çênebûn e. Xwe spartine hev, bi hev re jiyan parvekirine bi hezar salan..
Piştî hatina Tirkan; roj bi roj herêm, bi ewrên reş re ketiye bin têna xezeban. Her ku Tirk di herêmê de bi hêz bûne, tevlihevî, gelacî û misumet jî bi xwe re anîye!..
Ermeniyan 24 ê Nîsan a 1915 an de wek destpêka qirkirin(jenosîd)ê pejirandin e. Lê di eslê xwe de, plan û projeya jenosîda Ermeniyan bi serdestiya Abdulhemit re di 1889 û virde destpê kiriye..
Di serhildan a Mîr Celaledîn Bedirxan de Kurd û Ermenîyên ku wek Mîr û Eşîr di herêma Botan de bi hev re dijiyan; li angora îttîfaqek rêzanîn de, li angora programek federalî di nava serhildanê de cîh girtin e. Çiqa Ermeniyên Stanbol û derdorê Patriyarlixê li henber vê îttîfaqê derketibe jî, Ermenî yên herêma Botan di nav vê tifaqê de cîh girtine..
Mixabin, ev serhildan jî biser neketiye û têkçûye..
Piştî  serhildan a Mîrên Botan, Ermenî bûne hedef ji Devleta Elî Osman re...
Destpêka qirkirinan ji Hatay, Adana û hemû herêma Kilîkyan destpê dike. Heta 1997 an nêzî 300 hezar Ermenî li vê herêmê tên qirkirin (ku di wê demê de Kalkê rojnamevan Hasan Cemal waliyê Adana bi xwe ye. Bi rewşek aktif di programkirina vê qirkirinê de cîh digire..) Dest datînin ser mal û milkên Ermenîyan..
(Yaşar Kemal di romanên xwe de bahsa vê dîrokê û mal û qesrên bê xwedî dike!.)
Piştî ku Îttihad û Terarrakî hat ser hikum; bi berfirehî programek qirkirinê amade dike. Ev jî bi carekê de jenosîdek mezin derdixîne pêşiya me..
Pêşî ronakbîr, rojnamevan, şexsiyetên xwedî hêz, wekîl û dewlemend dibin hedefa vê jenosîdê. Hêdî hêdî, di gund û bajaran de zarok, jin, mêr dikevin ber tirpana tirkên Osmanîyan û qefle bi qefle tên qirkirin... 
Mêran berhev dikin û di "Tabûrên Emelan" (!) de didin xebitandin. Jin, kal û zarokan pêşî li kampan dicivînin û bi rê dikin..Di riyan de dikujin. Bê av, birçî û tazî terkî mirinê dikin û dikin hedef ji çeteyên haramzade re..
Hedef a vê programê pir zelal derdikeve holê: Bi jenosîdê re dest datînin ser mal û milkê Ermeniyan û li ser vê xwînê, li ser vê zilmê avakirina dewletek Tirk ji xwe re kirine encam.

Piştî vê jenosîdê, 24ê Cotmehê de 102 salên vê zilma tirkan a rûreş tije dibe..Ev 102 sale Tirk dewleta wan vê zilmê înkar dikin. Ev sed sale bi derewan, li ser hestiyê mazlûman saltanat a xwe dimeşîn in. 
Mirovatî, li ser vê axa qedim, li ser vê axa pîroz birîndar ma ev 100 sale.
dîroka hatina tirkan î herêmê rûreşiya mirovatiyê bi xwe re anî herêmê..
Pejirandina avakirina dewletek tirk ji cîhana medenî re rûreşiyek mezin e û cesaret daye ku Tirk 100 salî vê jenosîdê înkar bikin!
24ê Cotmehê, sedsaliya înkarkirina jenosîda Ermeniyan bi xwe ye jî..
Divê em vê qirkirinê bibîr bînin ku hêzê nede qirkirinên nû..
Dema ku Hîtler qirkirina Cihûyan xist programa xwe; ji bîrkirina qirkirina Ermeniyan ji xwe re kir mînak..
Bi hêviya ku ji kesî din re ev mînaka xerab nebe kar..
Ez înkarkirina jenosîda Ermeniyan protesto dikim. İnkarkirina jenosîda Ermeniyan rûreşiya mirovatiyê bi xwe ye..

24.04.2017

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin