Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Bombebarana Çiyayê Şingal’ê, bombebarana dilê Kurdistanê ye

A+A-

Di medyayê da nûçeyek, wekî dîyarîya encama rapirsînê, firokên şer ên Tirkîyê herêma Çiyayê Şingal’ê bombebaran kirine.

Demek dirêj e, ku Tirkîyê bi hinceta baregehên PKK gefa bombebaranê dikir.

Bi ya nûçeyê, du şev firokên şer herêm bombebaran kirine, kuştî û birîndar hene.

Serokê Encûmena Avakirina Şingalê Xidir Salih ji Rûdaw’ê ra weha dibêje; „di bombebarana firokeyên şer ên Tirkiyê de li Çiyayê Şingal’ê 5 şervanên HPG û YBŞê birîndar bûne, ku birîna şervanekê giran e.“

Di nûçeyek din da, agahdarîya bombebarana baregehên pêşmergeyan heye, ku ketine ber bombebaranê û 5 pêşmergeyan jîyana xwe dest dane û neh jî birîndar in.

Wekî Xidir Salih dibêje, “Di êrîşê de pêşmerge, şervan û kurdên êzidî hatine armanckirin. Ev yek rûyê rast ê dewleta Tirkiyê nîşan dide.”

Xidir Salih rast dibêje, divê ew gotin baş û di çî da bêt fam kirin.

Ez vê êrişê protesto dikim û bang dikim, ku Hikûmeta Başurê Kurdistan’ê li hemberî vê êrişê helwesta xwe eşkere bike û ser li saziyên navdewletî bide.

Jixwe herêm bêaram e, ev êrişa Tirkîyê dê aramîya herêmê bêhtir tevlihev bike, bi bawerîya min hêzên li herêmê dê ji van êrişan nerehet bibin, ji ber ku karê wana jî asteng dibe.

Amanca Tirkîyê çi ye?

Ev dibêje, ku „bombebaran mafekî wê yê rewa ye, ji ber ku hêlînên terorîstan li wira ne“, teroristîn ew dibêje,Yekiniyên Parastina Gel in (YPG) û di qeyrana Suriyê da hevkarên Dewletên Yekbûyî Amerîka (DYA) û Federasyona Rusya’yê (FR) ne.

Ne tenê DYA û FR’yê li wir in, herweha ji şêşt dewletan bêhtir di nav Hêzên Hevpeyman cî digrin, ango îro hemû cîhan li Rojhelata Navîn e.

Dibe ku bombebarana Tirkîyê mesajek be bona rayiştîya Tirk, lê ev geş kirina bêaramîya herêmê ye, jixwe li seranserê herêmê şer heye.

Heta îro ti pirsgirêk, taybetî pirsgirêkên neteweyî (etnikî) bi tûndiyê, bi şer, bi gef û êrişan nehatin çareserkirin, gelo Tirkîyê dê heta kîçax vê rastiyê fam bike?

 

Îro bala xwe bidin dewletên ku Kurdistan ji hev parve kirine, li herçar welatan jî bêaramîyek heye, Iraq û Suriyê yekser di nav şerekî navxweyî dijwar û xwînavî da ne.

Bêşik, gellek kêşeyên Cîhana Îslam’ê hene, taybetî li Rojhelata Navîn, lê dewletên Kurdistan ji hev parve kirine û naxwazin bi aştî pirsa Kurdistan’ê çareser bikin, carekê jî ji ber vê pirsgirêkê di nav bêaramîyê da ne, ango bêaramîya van dewletan duqat dibe.

Kurd aramîya van dewletan xera nakin, ev ji siyaseta wana ya xelet têt.

Heta îro firokên şer Qemdîl bomberbaran dikirin, çend mehên ku li hundirê Turkîyê jî bênavber bombebaran didome, lê yekem car e ku Şingal têt bombebaran kirin.

Gellek taybetmendiyên Şingal’ê hene, berî her tiştî hêj herêm bi temamî ji DAİŞê nehatiye paqişkirin, hindik be jî parek ax di bin dagirîya hovan da ye.

Herweha Şingal herêmêk sembolîk e, di dîrok û çanda Kurdî da, rîtûel û remzên çandî ên herêmê taybetî ne.

Şingal, Çiyayê Şingalê, Êzdîxan, Laleş hemû jî bona civata Kurd giringîya çîhekî cûda hene, taybetî di çand û dîroka Kurd û Kurdistan’ê da.

Çiyayê Şingalê di çanda Êzdîyan da pîroz e, bi sedan perestgeh hene.

Bi hezaran helbest, çîrok, serpêhatî hene, ku peyva Şingal, Çiyayê Şingal’ê di nav da derbas dibin.

Ango, gotina min ev e ku bi kîjan sedemê dibe bila be bombebarana Ciyayê Şingal’ê, heman wateya bombebarana dilê Kurdistan’ê ye.

Tirkîyê bi van bombebaranan sûcên li dijî mirovahîyê dike; him mirov jîyana xwe ji dest didin, him sirûşt xera dibe û him jî, ji ber tirs û ewlehîyê şêniyê herêmê koçber dibe, jîwar, jîyangeh vala dibin, ev aborîya herêmê têk dibe.

Dîsa firokên Tirkiyê; „di heman demê de li Dêrîka Hemko baregahên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ên li Qereçoxê bomberan kirin û hate gotin, ku şehîd û birîndar hene.“

Gelo, heta îro kesî bêhistîye ku ji rojavayê Kurdistan’ê berve Tirkîyê va gulleyek hatibe avêtin?

Na, min nebêhistîye, lê ji roja ewil va dijminîya Tirkîyê bi deng û rengekî bilind xwe aşkere kir û hêj jî her roj gefan dixwe.

Di Cerablûsê da kete Suriyê, bawerim DYA û FR xwestin hinek bayê pozê wê dakeve û ji ber vê bêdeng û heta FR destûr dayê, lê îro rûyê wê yê xeter hat dîtin.

 

Pirsa girîng ev, gelo li hember vê gef û êrişan pêwîst e Kurd çi bikin?

Divê pêşîya van êriş û gefan bêt girtin, lê çawa?.

Bêşik, encama rapirsînê kela hêrsa Tirkîyê û R. Tayyip Erdogan rakir, haj jê nîne ku hespa xwe berva qiyametê baz dide.

Rojek berê divê di bin serpereştîya başûrê Kurdistan’ê da TevDem û ENKS li hev bikin, ragihînên cihanê ku Kurdan yekrêzîya xwe pêk anîye, ka wê demê em bibînin firokên Tirkîyê dê Şingal’ê bombebaran bikin, an na?

Divê em jibîr nekin, ku ewlehîya rojavayê Kurdistan’ê û YPG di hevkarî û yekrêzîyê da ye.

25.04.2017/Semsûr

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin