Konê Reş

Konê Reş

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Bi xêra Mîr Celadet Bedirxan Zimanê me ji axaftinê bûye zimanê nivîsandinê

A+A-

Bi helkeftina ku 15ê vê tîrmehê/ 2021, (70) sal di ser koçkirina Mîr Celadet Bidirxan re derbas dibe, bi min xweş e ku hûn serwextî van gotinên min bibin: Erê Mîro! Bi xêra serhildana Botan giyanê Kurdperweriyê di hinavê bav û bapîrên me de hat çandin.. Erê mîr Celadet Bedirxan! Bi xêra ked û westa te, bi xêra Hawar û Ronahiya te, bingehê edeb û wêjeya kurdî a nûjen, bi tîpên latînî li ber me hat vekirin..

  Belê, bi xêra mîr Bedirxanê mezin, kur û neviyên wî, roja îro em xwe peyebilind di nav netewên cîhanê de dibînin; bi saya mîr Bedirxan yekemîn serhildana kurdî a netewî destpêkiriye.. Bi saya kurê wî Miqdad Medhet Bedirxan, bingehê rojnamevaniya kurdî ji me re hatiye danîn û bi saya neviyê wî mîr Celadet Alî Bedirxan û Hawara wî, hîmê zimanê me hatiye danîn, zimanê me bûye xwedî alfabeyek xweser.. Zimanê me ji axaftinê bûye zimanê nivîsandinê ku roja îro piraniya Kurdan bi alfabeya wî dixwînin û dinîvisînin.

  Erê, bi xêra herdu kovarên mîr Celadet Bedirxan; Hawar û Ronahî û Stêr û Roja Nû yên birayê wî Dr. Kamîran Bedrixan nivîskar û helbestvanên bejin bilind di hola afirandin û çanda kurdî de hatin xuya kirin, mîna Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can, Hesen Hişyar..hwd. Hem jî bi weşana Hawarê re, helbesta kurdî ya nûjen bi pênûsa Mîr Celadet, Dr. Kamîran û Qedrî Can û kurteçîroka kurdî ya hunerî bi pênûsa Dr. Nûreddîn Zaza serê xwe bilind kirin. Eger mirov li dîroka malbata Bedirxaniyan vegere û berpêl bike, wê bibîne ku Bedirxanî bi tevayî di sirgûn û zîvariyan de hatine kuştin û mirin.. Ev yek dihêle ku em navê wan bi tîpên zêrîn di dîroka gelê xwe de binivîsînin.

Mîr Celadet yê ku gotiye:

  (Miletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi du qeweta, du çekan diparêzin: Ol yek, Ziman dudo. Lê heke ola miletê serdest û bindest yek bibe, hingî çek yek bitenê ye, û bend tenê ziman e..)

 

Mîr Celadet Bedirxan

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar