Bi Seîd VEROJ re li ser pirtûka Du Birayên Bedirxanî: Celadet û Kamiran Bedirxan  (1913 -1923)

Bi Seîd VEROJ re li ser pirtûka Du Birayên Bedirxanî: Celadet û Kamiran Bedirxan  (1913 -1923)

.

A+A-

 

Bahoz Şavata; Li Ser Pirtûka Du Birayên Bedirxanî….. hevpeyvîn, kt 42 hevpeyvin 46-51 (PDF)

Bahoz Şavata: Ji Bedirxanîyan gelek şexsîyetên navdar hene û herweha li ser wan xebat û lêkolîn girîng jî çebûne, tu di pirtûka xwe ya bi navê “Du Birayên Bedirxanî: Celadet û Kamiran Bedirxan (1913-1923)” de, tenê li ser deh salên xebata her du birayan rawestîyayî. Fikra xebateke weha çawa hat bîra te û ji ber çi te çarçoveya xebata xwe teng kirîye û li ser demeke kurt rawestîyayî?

Seîd Veroj: Eger em vê pêvajoyê tenê ji dema tevgera Mîr Bedirxanê (1846) mezin bidin destpêkirin û bigehînin heta Xoybûnê, demekê nêzîkê sed sal yanî serdemek derdikeve pêşîya me. Di dîrokê de lêkolîna sed salan, îdeayek mezin e û ji bo wê, xebatek pirr berfireh divê. Ji ber vê yekê, ez neketime bin barekî weha giran. Ne serdemek, tenê lêkolînek li ser dem û dewreya ber bi dawîya serdema 19an û destpêka serdema 20an bête kirin jî, navê gelek kesayetîyên Bedirxanîyan derdikevin pêşîya me. Li ser vê serdemê, hinek lêkolîn û xebatên hêja çêbûne. Armanca vê pirtûka min; bi awayeke giştî bîrxistina rola Mihemed Emîn Bedirxan û zarokên wî di nav tevgera sîyasî, civakî û kulturîya ya Kurdistanê de, bi taybetî jî xebata Celadet û Kamiran Bedirxan a di navbera salên 1913-1923yan de ye. Di navbera vê demê de, bi giranî li ser destpêka xebata wan a nivîskarî, rojnamevanî û sîyasî ya di navbera salên 1918-1923an de ku di nav rûpelên rojnameya Serbestî, Türkçe İstanbul û Îctîhadê de hatîye rawestandin.

Fikrekê weha, dema ku ez li ser pirtûka xwe ya Mewlanzade Rifat û Rojnameya Serbestî dixebitîyam hate bîra min. Lewra gelek meqeleyên Celadet û Kamiran Bedirxan di nav rûpelên Serbestîyê de hatibûn çapkirin. Celadet heman demî edîtorê alîkar ê rojnameya Serbestî û Kamiran jî nivîskarê berdewamî yê Serbestîyê bû. Divîya min di nav vê pirtûka navborî de, beşeke taybet ji bo her du birayan veqetanda. Lê vê yekê, ji alîyek ve hecma pirtûkê mezin dikir û ji alîyê din ve jî li ser vê demê (1913-1923) û xebata her du birayan, valayîyek hebû û min dixwest ew valayî bête tijekirin.

Bahoz Şavata: Tu, vê demê wek dema destpêka xebat û nivîskarîya wan pênase dikî. Xusûsiyetên vê demê çi ne û xebatên wan ên bi çi rengî çêbûne?

Seîd Veroj: Eger ji beşê duyemîn ê pirsa we dest pê bikim, rewşa giştî ya sîyasî û civakî ya wê demê; di sala 1906am de piçîk-mezin hemû endamên malbata Bedirxanîyan carekî din ji Stenbulê hatine nefîkirin, di sala 1908an de Meşrûtîyeta Duyemîn pêkhatîye û di encamê de ji bo hemû nefîkirîyên muxalif û sîyasî efûyek giştî hatîye ragehandin, cemîyetên modern ên Kurd yên wekî Cemîyeta Tewûn û Teraqîya Kurd û Cemîyeta Neşrî Mearîf a Kurd û Cemîyeta Hêvî ya Talebeyên Kurd çêbûne, bi van cemîyetan ve girêdayî an jî serbixwe kovar û rojnameyên wekî Serbestî, Rojnameya Tewaûn Teraqî ya Kurdan, kovara Rojî Kurd û Hetawî Kurd hatine çapkirin. Împeratorîya Osmanî li herêma Balqan têkçûye û herweha digel hêzên îtifaqê tevlî Şerê Giştî yê Cîhanê bûye û di encama şer de têkçûye. Piştî îmzekirina Peymana Mondrosê (30ê Çirîya Pêşîn a 1918), di dawîya sala 1918an de Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (CTK) htîye damezrandin û komên xebatên cûr bi cûr bi wê ve girêdayî hatine sazkirin û kovar û rojnameyên wekî Jîn, Kurdistan û Serbestî hatine neşirkirin. Her du birayên Bedirxanî di nav vê rewş û bûyerên sîyasî û civakî de gihiştîne.

Heta vê gavê û qasê ku ez dizanim, yekemîn nivîsa Celadet Bedirxan, nameya wî ya ji bo rojnameya Serbestî ye. Ev nameya Celadet Bedirxan, bi îhtimaleke mezin nivîsa wî ya sereke ye. Lewra name, di 20ê Sermaweza sala 1908ê de, di hejmara 5an a rojnameya Serbestîyê de hatîye neşirkirin. Celadet sala 1893an ji dayik bûye, gava em dîroka jidayikbûna Celadet bînin ber çavan, di vê demê de ew xortekî 15 salî ye.

Ji xeynî vê nameyê ku berhemên nû dernekevin ronahîyê, pirtûka Edirne Sukutûnun İçyüzü [Rastîya Sûkuta Edirneyê], yekemîn berhema hevpar a birayên Caladet û Kamiran Bedirxan e. Ji pirtûka Edirne Sukûtunun İçyüzü xuya dibe ku her du birayên Bedirxanî, di tazeyîya ciwantîya xwe de dest bi nivîsandinê kirine. Dema ev pirtûk hatîye nivîsandin (1913), Celadet Bedirxan bîst salî ye û Kamiran Bedirxan jî hijdeh salî ye.

Çîroka Celadet a bi navê Bobi’nin Hatası [Xeletîya Bobî] jî, di sala 1913an de hatîye nivîsandin, lêbelê di sala 1916an de ji alîyê Çapxaneya Mûdafaa ve hatîye çapkirin. Di heman salê de rîsaleya bi navê Osmanlı Teyyâreciliğinin İlk Şehitleri İçin Hükümetten Rica [Tika ye ji bo Şehîdên Sereke yên Balafirvanîya Osmanî], ji alîyê Celadet û Kamiran ve hatîye nivîsandin. Tanin-i Herb; ji alîyê Kamiran Bedirxan ve di dema Şerê Giştî yê Cîhanê de, sala 1916an hatîye nivisîn û sala 1331ê di Çapxaneya Yenî Osmanlî de hatîye çapkirin ku di naveroka wê de, helbestên ku cesaret û moralê bidin orduyê û pesnê Îslam, Xîlafet û Osmanîyetîyê bidin hene.”

Ev berhemên navborî hemû bi tirkîya Osmanî hatine nivîsandin. Dema em bala xwe bidin nivîs û naveroka van pirtûkên wan ên navborî, weha dîyar dibe ku her du birayên Bedirxanî, wê demê di bin tesîra fikra Îslamîparêzî û Osmanîparêzî de bûne. Dema Şerê Giştî yê Cîhanê dest pê kirîye, her du birayên Bedirxanî wek zabitê îhtiyatê tevlî şer bûne û di pêvajoya şer de rastê gelek bûyerên tirş û tehl hatine. Piştê bidawîhatina Şerê Giştî yê Cîhanê û îmzekirina agirbestê, ew jî wekî hemû zabit û serbazên di cepheyê de, vedigerin Stenbulê li nik malbata xwe. Di fikr û têgihîştina wan de jî gelek guhartin çêdibe. Di vê pêvajoyê de ji alîyê fehma sîyasî û rewşenbîrî ve, şexsîyetên ku pirr zêde tesîr li ser her du birayên Bedirxanî kirine, Abdullah Cevdet û Mewlanzade Rifat in. Ji alîyê guherîn, gihîştina fikra sîyasî û rêxistinî ve, vê demê bandoreke pir girîng li ser wan kirîye. Ev guherîn, ji alîyê Kamiran Bedirxan ve weha hatîye nivîsandin: “Me wisa pê bawer dikir û vê bawerîyê (panîslamîzm û parastina îtihadê Osmanî) jî tesellî [dilaramî] dida me; ku lijneyeke me ya çapemenîyê heye, bi rastî jî muqtedîr e û muqtedîrê jihevkirina heq û heqîqetê ye, tiştê kêrhatî û nekêrhatî ye. Lê hezar şerm û mixabin, em têgehîştin ku em bi awayekî pirr dilşewat hatine xapandin.” Ji vê têgehîştin û guhartinê şûn ve, êdî birayên Bedirxanî bi awayekî çalak ji bo pêşxistina tevgera sîyasî-neteweyî û çapemenîya kurd kar kirine.

Bahoz  Şavata: Tu, di pirtûka xwe de dibêjî piştî îmzekirina agirbestê, yekemîn rêxistina kurd ji alîyê Mewlanzade Rifat û Mihemed Emîn Bedirxan ve hatîye damezrandin, CTKê piştî wê hatîye damezrandin. Ji kerema xwe re dikarî hinek behsa vê pêvajoyê bikî?

Seîd Veroj: Belê, Peymana Mondrosê (30ê Çirîya Pêşîn a 1918) ji bo hemû Dewleta Osmanî û bi taybetî jî ji bo milletê kurd rewşeke nû anîbû meydanê. Di vê rewşa nû de; li ser navê kurdan rêxistinên nû hatin damezirandin, kovar û rojnameyên nû hatin weşandin. Pêşîyê bi serokatîya Mewlazade Rifat, Radikal Avam Fırkası (Partîya Radîkal a Gel] hate damezirandin û Mihemed Emîn Begê bavê Sureyya, Celadet û Kamiran jî damezrêner û serkirdeyê vê partîyê bû. Piştî ku CTKê hate avakirin, li ser daxwaz û hewldana Seyid Ebdilqadirê lawê Şêx Ubeydulahê Nehrî, Partîya Radîkal a Gel û rêvebirên wê jî tevlî CTKê bûn. Mewlanzade Rifat bû endamê navendî yê CTKê, Mihemed Emîn Beg jî bû cîgirê serokê CTKê.

Ji pêkhatina agirbestê şûn ve, Mewlanzade Rifat dubare dest bi weşandina Serbestîyê kirîye. Di vê xebata min de, ev pêvajoya weşana Serbestîyê, bi navê dewra sêyemîn a Serbestîyê hatîye pênasekirin. Di vê dewrê de Serbestî, bi girêdayî Cemîyeta Tealîya Kurdistanê hatîye çapkirin. Her du lawên Mihemed Emîn Bedirxan jî di nav xebata Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (CTKê) de bûn. Di pêşxistina vê xebatê de Mihemed Emîn Bedirxan û zarokên wî; Sureyya, Celadet û Kamiran Bedirxan jî ciyê xwe digrin û dikevin bin barê mesûlyetîyên girîng.

Bahoz Şavata: Di vê demê de, di nû ve çapkirina rojnameya Serbestî de peywir û mesûlîyetîya her du birayên Bedirxanî çi bû û çarçoveya polîtîkaya weşana Serbestî li ser kîjan esasan bû? 

Seîd Veroj: Her du birayên Bedirxanî, di vê demê de bi tevî karê rêxistinî û sîyasî, karê nivîsandinê jî digehînin qonaxeke nû û di Serbestîya Mewlanzade Rifat de dest bi karê rojnamevanîyê dikin. Wê demê Celadet û Kamiran, jîyana xwe ya aborî jî bi karê rojnamevanîyê derbas kirine.

“Celadet Bedirxan, edîtorê alîkar ê rojnameya Serbestîyê bû” û Kamiran jî nivîskarê berdewamî yê Serbestîyê bû. Xwedîyê îmtiyaz ê rojnameya Serbestîyê M. Rifat jî endamekî aktîf û navendî yê CTKê bû. Weşana rojnameya Serbestîyê jî, piştê Şerê Giştî gehiştîye statuyeke nû. Ji vê demê şûn ve Serbestî, wek neşrîyateke Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê (CTKê) weşana xwe domandîye. Abdurrehîm Rehmî yê Hekarî di nivîsa xwe ya bi navê “Kurd û Kurdistan” de, di derheqê vê têkilîyê de weha dibêje: “Rojnameya SerbestîJîn û Kurdistan ji bo parastina hiqûqa me ya mîllî hatine texsîskirin. Divê mutleqe li her cîyê Kurdistanê bi berdewamî bêne belavkirin, temînkirin û bi dîqet bêne mutaleakirin.” Ji van agahdarîyan jî tête fêmkirin ku Serbestî, piştî damezrandina CTKê, wek weşaneke rojane ya cemîyetê hatîye neşirkirin. Di nav rûpelên berdest ên Serbestîyê de, li ser navê Celadet Bedirxan heft (7) meqale û li ser navê Kamiran Bedirxan jî panzdeh (15) meqale hatine belavkirin. Di dewra sêyemîn û dema agirbestê de polîtîkaya weşana Serbestî, li ser du bingehan hatîye avakirin; a yekem, propaganda û belavkirina fikr û polîtêkayên CTKê bû û ya duyem jî, li ser esasên muxalefeteke dijwar a li hemberê bermayên Îtihad-Teraqî û Heyeta Temsîlîye ya Mistefa Kemal bû.

Bahoz Şavata: Têkilî û xebata wan a di nav Cemîyeta Tealîya Kurdistanê û Cemîyeta Teşkîlatê Îctimaîyeya Kurd çi bû?

Seîd Veroj: Bi giştî gelek endamên malbata Bedirxanîyan û bi taybetî jî Mihemed Emîn Bedirxan û zarokên xwe; Sureyya, Celadet û Kamiran di pêvajoya pêşkevtina fikra/hizra neteweyî û tevgera rizgarî ya Kurdistanê de xwedî ked û roleke pirr girîng in. Mihemed Emîn Bedirxan, serokê deyemîn ê Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (CTK) bû û herweha lawê wî yê Sureyya, Celadet û Kamiran jî endamê vê Cemîyetê bûn. Piştî ku CTKê, ji ber fikrên otonomîparêzî û serxwebûnparêzîyê parçe bû, alîyê serxwebûnxwaz di bin serokatîya Mihemed Emîn Bedirxan de Cemîyeta Teşîkîlatê Îctimaîyeya Kurd (CTÎK) damezrandin. Birayên Badirxanî jî bi tevî bavê xwe di nav rêza serxwebûnxwazan de cî girtin. Xebat û xizmeta wan a ji bo neteweya Kurd heta dawîya jîyana wan berdewam kirîye.

Di vê pirtûkê de, min tenê behsa deh salên xebata wan kirîye, Dema em ev deh salên (1913-1923) destpêka xebata nivîskarî û sîyasî ya her du birayên Bedirxanî bikolin, divê em van deh salan bi ser du dewreyan ve dabeş bikin. Dewreya yekemîn, ji salên 1912-13yan bigre hetanî dawîya Şerê Giştî yê Cîhanê dom dike; pirranî û giranîya xebatên wan ên vî demê, di çarçoveya fehma “îtihadê osmanî” û “umetparêzî” de li ser kultur û edebîyatê ye. Dewreya duyemîn, ji rawestandina Şerê Giştî yê Cîhanê şûn ve û bi damezirandina Cemîyeta Tealîya Kurdistanê dest pê dike û hetanî derçûna ji Stenbulê dom dike; giranîya nivîsandin xebata vê demê jî li ser karê rêxistinî û sîyasî ye. Hemû berhem û nivîsên wan ên vê demê, bi zimanê osmanî hatine nivîsandin.

Wan di tavayîya jîyana xwe de ji alîyê xebata sîyasî, rêxistinî, çapemenî, kulturî û dîplomasîyê ve gelek xizmetên mezin ji bo neteweya kurd kirine. Ji destpêkê ve hetanî dawî, bi awayekî berfireh ronîkirin û dîyarkirina xebatên wan ên li ser babetên cûr bi cûr, di hevpeyvînekê wisa de ne mimkun e. Pirtûka min a bi navê Du Birayên Bedirxanî: Celadet û Kamiran Bedirxan (Ji aliyê xebata sîyasî û çapemenîyê ve) 1913-1923, berhema beşeke xebata wan ya deh salên di dewra dawî ya Împeratorîya Osmanî de ye. Bi cildan pirtûkên wisa bêne nivîsandin jî têra nasandina ked û xebata wan nake, belkî xebateke bi navê ansîklopedîya Bedirxanîyan karibe bibe bersiva danasîna kar û xebata wan a di nav tevgera neteweyî ya Kurd de.

Bahoz Şavata: Ewan çi wext û ji ber çi terka bajarê Stenbulê kirine?

Seîd Veroj: Stenbula paytexta Împeratorîya Osmanî, di 5ê Çirîya Pêşî ya sala 1922an de ket bin kontrola Tevgera Kemalîst û hikumeta Anqereyê. Piştî ku di serî de bajarê Stenbulê û ciyên din yek bi yek ketin bin bandora hêza Mistefa Kemal û hevalên wî, gelek muxalifên wê demê mecbûr man ku terka Stenbul û bajarên din bikin. Wekî gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, di dawîya salên 1922an de, ji alîyê rêvebirên komarê ve “Ji bo Mihemed Emîn Bedirxan û sê lawên wî; Sureyya, Celadet û Kamiran jî cezaya darvekirinê hatibû birrîn. Vê biryarê, wan bêgav kir ku terka Stenbulê bikin. Pêşiyê Mihemed Emîn Beg ji ber nexweşîya xwe çûbû Misrê, paşê jî her du birayên Bedirxanî; Celadet û Kamiran, di roja çarşema 27ê Îlona 1922an de bi keştîyekê bendera Stenbulê terk kirin û berê xwe dan Qehîreya Misrê û ji wir ve jî çûn Almanyayê.

Bahoz Şavata: Sipas ji bo vê hevpeyvîn û xebata te ya hêja.

Seîd Veroj: Ji vo amadekirina vê dosyaya hêja ya li ser Bedirxanîyan, ji bo cenabê te û kovara Kürt Tarihi (Dîroka Kurd) jî sipas dikim û di xebata we de serkevtin dixwazim.

Kaynak: Kürt Tarihi, no: 42, 2020

Çavkanî: Kovarabîr

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin