Berxwedana me ya aştîyane ji terorîzma dewletê bihêztir e

Berxwedana me ya aştîyane ji terorîzma dewletê bihêztir e

Behrouz Boochani, di dema amadekirina vê hevpeyvînê da li azadîya xwe vegerîya. Ev şeş sal bûn ku nivîskarê Kurd ji alîyê hikûmeta Awistralyayê ve li Papuaya Gîneya Nû (Papua Nuova Guinea) girtî bû.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Ew bi berxwedana xwe ya pasîf bi ser ket. Nivîskarê Kurd, Behrouz Boochanî piştî şeş salên dîlbûn, perîşanî û xembarîyê, azad e. Di dema amadekirina weşandina vê hevpeyvînê da ev nûçeya hêja ji me ra hat. Heta roja 12ê Mijdarê, nivîskar li yek ji cihên herî dûr û xalî yê dinyayê sirgûn bû, li Papua Nuova Guineayê, cihê ku Awistralyayê ji bîst salî ve bi hezaran penaber li wir dîl girtine.

Niha, Boochani li Zelandaya Nû ye û wisa dixuyê ku dê here Bakurê Amerîkayê. Çend roj berê, berîya ku bigihêje azadîya xwe wiha dest nîşan kiribû, “ Îlona çûyî navenda girtîgeha Manus Islandê hate valakirin û em li Port Moresbya paytexta Papuayê li çend apartmanan hatine bicîkirin. Di dawîya meha mijdarê da, divê çend kes ji me divê bihata berdan, lê 46 kes li girtîgehê wê di rewşên gelekî xirab da bimînin . Em pirr li ber dikevin”.

 

3-063.jpgPirtûka Behrouz Boochani “Nessun amico se non le montagne”  Berga pirtûka Behrouz Boochani, weşanên add editore

Pirtûka ku Behrouz Boochani tê da behsa serpêhatîya van şeş salên xwe yên girtîgehê dike, di qada navneteweyî ya edebîyatê da, balkêştirîn bûyera salê bû. Pirtûka ‘Nessun amico se non le montagne’ (No Friend But the Mountains) di sala 2018an de bi îngilîzî û îsal jî bi îtalî der çû. Mîna hawareke ku tu kes ne li bendê bû, di hemû dinyayê da deng veda. Qala serpêhatîya koçberên Asyayî dikir, yên ku xwe li Awistralyayê digirtin. Serpêhatîya kesê ku bi wî ra xwe li daristanên Endonezîyayê veşartibû û bêyî tirs bi qeyîkên qaçaxçîyan xwe li Oqyanosê didan vedibêje û ya ku wê li girtîgehên ku ji alîyê hikûmeta Canberra ve têne fînansekirinê ve dê dawî lê were.

Hêvîşkestina gelê xwe yan jî zilma ku li Kurdên Îranê dibe, dest nîşan dike. Û her wiha bûyerên sala 2013an bi bîr tîne, ku hingê rojnamevan û derhênerekî 30 salî bû, û dê neçar bimaya ku ji welatê xwe birevîyaya, piştî ku Pasdarên Îranî bi ser navenda kovara Kurdî “Werya”yê da girtibûn, ya ku wî bingeha wê danîbû. Wê rojê yanzdeh hevkarên wî têne girtin.

“Heke ku hikûmet penaberan venehewînin, ev dibe binpêkirina demokrasîyê”

 Behrouz Boochani, bi vê berhema xwe ya wêjeyî ya pirxelatî ya ku ew bi awayekî veşartî ji wêjenasê li Sidney Omid Tofighian ra şand ku wî jî ew ji farisî wergerand bo îngilizî, hincetên bêxemîya rayagiştî bade derxist. Bi qasî bîst salan civaka navneteweyî bi awayekî bêxem xwe ji rûdanên ku li qeraxên Awistralyayê rû didan vedişart û ji nedîtî va dihat. Di sala 2001ê de modeleke penabertîyê hate avakirinê ku bi girêdayî vê modelê, penaber cardin li deryayê vedigerandin û ew di kampên offshore de cîbicî dikirin. Û her wiha ev model bû sedema dersînorkirin, zîndanîkirin, jibirçînankuştin û êşkencekirina bi hezaran kesên am î tam.

Zarok, jin û mêrên ku bi perîşanî ji ber şer û birçîtîyê direvîyan. Ji Efxanistan, Îraq, Îran, Sûrîye, Srî Lanka, Myanmar, Somalia, Sûdan, Bengladeş, Pakîstan, Hindîstan û Nepalê dihatin. Kampên penaberan “ku fetisîna penaberên Lîbyayî tînin bîra merivan” yên ku cihê şermezarîyê ne, li ser giravên Oqyanosa Pasîfîkê hatine avakirin: Girava Christmas a Awistralîyayê, Girava Manûs a Papua Gîneya Nû û Nauru ku komareke biçûk e li qeraxê Ekwatorê. Beşeke mezin ji van kampên han bi saya xwepêşandanên rêxistinên civakî yên Awistralyayî, hatin girtinê. Sala çûyî hemû zarok tevî malbatên wan hatin veguhêztinê bo ser “rûyê erdê”. Lê belê, ne dîyar e ka dê çi bi serê keştîyên nû yên penaberan were, û tevî 400 kesên ku li giravên Manus û Port Moresbyê mane. 

Di van 18 salên borî de, ji alîyê sazîyên rojnamegerîyê ve behskirina xwekuştinên di nava girtîyan de, dirûtina lêvan ya ku yek ji rengekî protestokirinê bû û çilmisîna zarokan ya ji ber çarenûsa wan a trawmatîk “resignation syndrome” ya ku ew ji xwarin û vexwarinê dikirin, ne bes bû. Divê zêdetir tişt bihatana kirinê. Wekî Silvio Pellicoyekî di roja me ya îroyîn de, Behrouz Boochanî serpêhatîya xwe bi behremendîyeke bêhevta vedibêje.

Ev hawara zêdetirî 400 rûpelî, sînorên vebêjîyê derbas dike û di bêhnekê da tê xwendinê, destekî alîkarîyê ye ku bo me xwîneran dirêj dibe. Pêdivîya xelkên welatên herî pêşketî û dewlemend jî bi alîkarîyê heye. Rewşenbîrê Kurd ji LifeGateyê ra wiha dibêje: “Polîtîkayên li dijî penaberan nîşaneyên dîktatorbûnê ne. Hikûmetên ku mafên penaberan cîbicî nayînin, xeterîya wan li ser mafê me gişkan heye.  Demokrasîyên me di xeterê de ne”. Ev hevpeyvîn bi rêya Whatsappê, di çend hefteyan de hate tomarkirinê, ku Boochani bi rêya vê teknîkê pirtûka xwe nivîsî û ew ji mamosteyê îranî Omid Tofighian ra şand.

Di bersivên xwe de, nivîskar li ser rûdanên ku li Rojava diqewimin jî disekine û destnîşan dike bê ka ji çi ra berxwedêrîya aştîyane hilbijartîye. Di serederîkirina bi tirawmaya xwe ya şexsî de jî, dibêje ku ti bersiveke wî nîn e. Lê belê, nîyeteke wî ya dîyar heye ku dibêje: “ez ê di berhemên xwe yên nû de argumentên cuda bi kar bînim. Ez nema dikarim xwe li wê serpêhatîya erjeng bigirim”. Ti kes wê yekê naqedîne. Eva tevahîya hevpeyvînê ye.

Tirkîye cardin êrîşî ser kurdên Sûrîyê dike, di derbarê vê yekê da fikra we çî ye?

Tişta ku li bakurê Surîyê  diqewime ne bitenê êrîşeke li dijî kurdan e, û her wiha li dijî demokrasîyê û nirxên wê ye jî. Kurdên Surîyê, ronaktirîn rêveberîya demokratîk a di dîroka Rojhilata Navîn de ava kirin; rêveberîya ku bingeha wê li ser wekhevîyê ye. Niha em bi artêşeke faşîst ra rû bi rû ne ku bi grûpên terorîst re êrîşî ser kurdên ku bawerîyê bi demokrasîyê tînin, dike. Bi ya min xeterîya herî tirsnak a global terorîzma dewletan e û di warê binpêkirina mafên mirovan da lihevkirin û piştevanîya wan a bi hev ra ye. Îro em dibînin ku ew xwe li dû têgehên exlaqî, mirovane, aştîperest û başîyê da vedişêrin.

Ji ber vê ye ku ewî tirk (qesta wî Erdogan e) navê operasyonên xwe yên jenosîda kurdan,dike “Kanîya Aştîyê” mîna ku tiranê xwe bi mirovan bikin. Û bêguman heman tişt e ku li Awistralyayê jî diqewime: her çiqas rayedarên wê dibêjin ku ew jîyana mirovan ji Oqyanosê rizgar dikin, lêbelê di rastîyê da ew laşên kesên am î tam di girtîgehên dûr û derez da, di binê êşkence û zilindarê da dihêrin û bi vî awayî xwe li dû exlaqekî derew vedişêrin. 

Di wê dema ku malbata we hewl dida da ku ji şerê ku di navbera Îran û Iraqê (1980-’88) da rû dabû birevîyaya, wê hingê hûn çend salî bûn. Ji wê heyamê çi maye di bîra we da?

 Ez di sala 1983an de li bajarê Îlamê ku herêmeke kurdî ye li rojavayê Îranê, hatime dinyayê. Şer hat heta wira jî, wek ku min ew di pirtûka xwe da bi awayekî sembolîk destnîşan kirîye. Min nexwast ku ez jînenîgarîyeke bi detayên rastîn ên  malbata xwe û bajarîyên Îlamê binivîsim, lêbelê, min gellek çîrokên trajîk ên ku li wê herêmê qewimîne, anîn ser zimên. Kurd belawela bûbûn û hertişt ji destê wan çûbû. Min kir ku ez dest nîşan bikim bê ka şer çawan hertiştî serobin dike û çendîn kirêt e.

Kurdbûn ji bo we tê çi wateyê? 

Kurdbûn û wek kurd jîyîn ji bona min dijwartirîn tişta li ser rûyê dinyayê ye, ji ber ku tu bi awayekî neçar her tim dibî şahidê êş û janên xelkê xwe. Bihêztirîn dewletên cîhanê û hikumetên nedemokratîk dikin ku me ji nasname û mafên me yên rewa bêpar bihêlin. Wek hunermendekî, ez neçar im ku têkoşîna nasnameya kurdî bikim, ne tenê ji bo ku ez jî kurd im, lê, weke kesekî ku ji binî ve ji neheqîyeke wiha an jî ji kolonyalîzmê fêhm kiribe. Ji ber vê yekê, hûn dikarin di hemû fîlmên min û di pirtûka min da rastî hêmayên çandî yên kurdî werin.

Penaberên ku di kampan de dimînin ji ber duçarîya êrîşên fîzîkî û derûnî di bin zilindarîyeke giran da ne, heta ku di nava wan de ku hinek jê zarok in, rastî nexweşîya “resignatione syndrome”yê tên ku wan her pûç dike heta mirinê. Niha girtîyên ku di kampan de dimînin, çi alîkarîyeke tenduristîyê hildidin an na? 

Heta niha 8 kes mirin, 5 kes li Manus Islandê û 3 kes jî li Nauruyê. Piranîya sedema mirina wan ji ber bêxemîya tenduristgehê bû û ya mayî jî ji ber êşkenceya gardîyanan bû. Ev mirin gişk nîşan didin ku ev sîstema hanê nexweşîyê weke amrazeke êşkencekirina li takekesan bi kar tîne. Û her wiha dixwazim ku wan gellek kesên ku duçarî êrîşên fîzîkî û zêhnî bûne jî bi bîr bînim. Me ti alavên tenduristî û dermankirinê nedîtin. Nexweş hê jî ji ber nebûna van alavan li ber xwe didin. Ji bextê me ra heyşt  meh berê Parlamentoya Awistralyayê “yasaya Medevac” pejirand ku gellekî bi kêrî me hat. Bi xêra vê yasayê, kesê ku nexwaze li Papua Guineaya Nû û Nauruyê were dermankirin divê wî bişînin Awistralyayê. Heta niha 217 kes şandin bejahîyê û divê ku hin kesên din jî di meha mijdarê da werin şandinê. De ka, hêvîya me jî ew e.

Rewşa we çawa ye? Hûn çawan serederîyê bi wê serborîya xwe ya êşdar ya van şeş salên dawîn yên  koçberî, girtîgeh û saxmayîna ji karesatên deryayê ra dikin? 

Bedena min perritîye. Ez jî weke hemû girtîyan bûme şahidê tiştên nedîtî. Min hevalên ku mirin, yên ku xwe birîndar dikirin û li xwekuştinê digerîyan dîtin. Gellek kes ji malbata xwe û ji zarokên xwe hatin dûrxistinê. Ez bûme şahidê çendîn biçûkxistin û trawmayan. Bêguman ev dîmen gişk di bîra min da ne. Ev serborîya dijwar bûye perçeyek ji min. Ne hêsan e ku meriv bikare ji bin vî barî xwe rabigire û bi awayekî pozîtîv li ser xwe bisekine. Ez bawer nakim ku ez bikaribim bi vê yekê ra serederîyê bikim. Ji bo ku ez li jîyanê bimînim min li ber xwe da û ji bo ku vê sîstemê bi dinyayê bidim nasandin. Lêbelê, ez bawer nakim ku bersiveke min a rast hebe ji pirsa we ra.

Niha penaber di çi rewşê da dijîn?

Berîya du mehan navendên girtîgehên penaberan ên li Manus Islandê girtin û hemû girtî –ez jî tê da- şandin Port Moresbyya paytexta Papua Guineaya Nû. Du sal berê li Manus qedera 800 penaber hebûn, niha li vî bajarê xeternak em nezî 250 kesî ne. Vira ne cihekî bi ewle ye ji bo kesên ku ji derva tên. Herî kêm 46 kes avêtin girtîgehê û ew di rewşên pirr xirab de dimînin. Ez ji bo wan pirr li ber xwe dikevim ji ber ku hikûmeta Awistralyayê wan ji penaberan nahesibîne.

Rastgir û bi taybetî jî rastgirên radîkal ên îtalî û serokê wê yî herî populer Matteo Salvînî ye ku dixwaze heman modela penaberîyê ya Awistralyayê di Deryaya Spî de cîbicî bike. Gelo hûn ê bixwazin ku tiştekî di derheqê sîyasetmedarên me de bibêjin?

Bi tenê tiştekî bibêjim. Li Awistralyayê nenihêrin weke modelekê. Nehêlin ku hikûmeta we tiştekî wiha cîbicî bike. Û ez vê yekê ne tenê ji bo penaberan, ji bo xelkê Îtalîyayê û ji bo demokrasîya we dibêjim. Hikûmeta Canberrayê ev sûcên hanê gişk bi salan pêk anî. Xelkê Awistralyayê bi xwe destûra vê yekê da wan û niha jî civaka wan bi cureyekî dîktatorîyê re rû bi rû ye. Demokrasîya Awistralyayê perçe perçeyî ye. Piştî ceribandina dîktatorîyê li Manusê, rayedarên dewletê heman tiştî weke ku penaber bin, li dijî awistralyayîyan jî bi kar tînin. Awistralyaya roja îro nirxên xwe ji dest daye.

Hûn hê jî ji “berxwedana aştîyane” (berxwedana pasîf)  bawer dikin? Û ji bo kurdan jî?

Belê, hertim, ji bo kurdan jî. Lêbelê, ev nayê wê wateyê wexta ku hikûmeteke faşîst –wek ya li Tirkîye– êrîşî ser axa te û gelê te bike û tu li ber xwe nedî. Ya kurdan jî hertim berxwedaneke aştîyane bû, ji bo avakirina sîstemeke demokratîk  li Rojhilata Navîn. Weke mînak, berxwedana me ya pasîf li Manusê Awistralya da şermê û niha herkes hikûmeta xwe şermezar dike, kesên ku piştevanîya wan kir, ne em bûn. Em ji gellek alîyî ve li ber Awistralyayê rabûn û di dawîyê de me ew anî rê.

Hêvî û daxwazên we yê pêşerojê çi ne? 

Piştî nivîsandina bi salan li girtîgeha Manusê, ez hatim da wan nivîsarên xwe di qada navneteweyî de par ve bikim. Bêguman ku ji niha û bi şûn va ez ê çîrokên din jî vebêjim, lê xebatên min yên hunerî yên pêşerojê dê bi mijarên cuda bin. Ez xwe li vê armancê tenê jî ranegirim.

* Behrouz Boochani. Our peaceful resistance is more powerful than your state terrorism, Lifegate

** Francesca Lancini  / Wergera ji Îtalî: Selîm Nalî Gulfiraz

Nûpel

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin