Bakurê Kurdistanê salek di nava krîzên aboriyê de derbas kir

Bakurê Kurdistanê salek di nava krîzên aboriyê de derbas kir

.

A+A-

Karsaz, dikandar û welatiyên li Diyarbekirê sala 2021ê nirxandin.

Li gel rakêşiyên siyasî yên di navbera desthilatdarî û opozisyona li Tirkiyê û rûdana qeyrana aborî; karsaz, dikandar û welatî sala borî çewa derbas kirine û daxwaz û pêşbiniyên wan çi ne, bo Kurdistan24 ragihandin. Peyama hevpar ew e ku bilindbûna nirxê dovîz û pêkve jî giranbûna kelûpelan nerihetî û nerazîbûnan peyda kiriye.

Karsaz, dikandar û welatiyên li Diyarbekirê sala 2021ê nirxandin û bal kişandin ku zêdebûna dovîz û giranbûna kelûpelan di dawiya salê de hêz û derfetên wan yê debarkirinê qels kiriye û geşbîn jî nîn in ku di sala nû de baştir jî bibe.

Serokê Jûra Pişesazî û Bazirganiya Diyarbekirê DTSO’yê Mehmet Kaya bal kişand ku rewşa aboriyê ya heremê û Diyarbekirê jî bi rewşa giştî ya Tirkiyeyê ve giredayî be jî, bandorên neyînî yên rewşa pandemiyê û piştre jî bilindbûna dovîzê li vê heremê û Diyarbekirê karîgertir xwe nîşan daye. Kaya daxuyand ku li Diyarbekirê û heremê ji ber giranbûna bihayan kerta înşaatê hatiye asta rawestanê, hilberîn li gor pêwistiyan nîne û dahata bazirganiyê jî nîve nîv kêm bûye.

Mehmet Kaya ji K24ê re diyar kir: “Li hember bilindbûna dovîz 2 çareseriyên serekî hebûn, îmalat û îxracat, lê bi mixabinî ve em niha nikarin ji bazirganiya 2 welatên cîran jî sûdê bi başî werbigirin. Rewşa Sûriyê jixwe diyar e û derî girtî ne. Li gel wê yekê jî pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re girêdayî, di hinardeyê de ji %50 kêmbûnekî heye û Îranê ew valahî tije kiriye. Dema em hemû van sedeman bînin gel hev, bi mixabinî ve Diyarbekir û herêma me herî zêde ji qeyranên rûdane bandor dîtiye. Dîsa li gor lêkolînên me li Diyarbekirê kesên pere di hesabên wan de hene di binê kêmûzêyiya bajarên Tirkiyeyê de ye. Dema ku rewşa piyaseyê ji bo sermiyan guncav nebe, ew gencên me yên zêde jî; bê kar dimînin û hemû pirsgirêk jî kûrtir dibin.”

Karsaz, dikandar û welatî tînin ziman ku bi destwerdanan demkî dovîz kêm bibe jî, baweriya ji piyaseyê nemaye û loma jî, bi geşbînî, pêşbînîkirina civakê jî nemaye.

Dikandar jî balê dikşînin ku li Tirkiyê ji her 10-15 salan carekî qeyrana aborî rûdide. Lê vê carê bazar bi giştî tesîrên neyînî dîtiye û nikarin siberojê pêşbînî jî bikin.

Dikandar Îdrîs Karademîr diyar kir: “Rewşa aboriyê li tevahiya Tirkiyê û welatê me jî gelek xirab derbas bû. Di destpêka 2021ê de belkî hinekî hêviyên mirovan hebûn. Lê çiqas ku çû rewş xirabtir bû. Em dibînin ku di nav 2 mehên dawî de, dahata me neguhêribe jî lê lêçûnên me du qat û sê qat zêde bûn. Loma jî rewşa me bixwe jî, ya li derdorê me jî bi rastî jî berbi xirabî diçe. Em dixwazin hêvî bikin ku di sala 2022’an de hêvîdar bin, lê li gor rewşa heyî tiştek ku hêvî bide jî xuya nake.”

Li Tirkiyê ji %46 zêdetir kesên ku kar dikin, bi kêmtirîn mûçeyê kar dikin û piştî giranbûna li bazaran, kêmtirîn mûçe ji %50 hatiye zêde kirin.

Nazmî Esmer jî li kompanyayeke taybet bi kêmtirîn mûçe kar dike û balê dikşîne ku mûçeya wan ji %50 hatiye zêdekirin, lê her tişt kêmtirîn ji %100 zêde bûye, loma jî di asta ku nikaribin debara xwe bikin de kar dikin.

Karmend Nazmî Esmer destnîşan dike: “Di serê 2021ê de, bi kêmtirîn mûçeyê min û hevjîna xwe me bi zehmetîbe jî îdareya xwe dikir. Feqet her ku çû û di dawiya 2021ê de em êdî nikarin dawiya mehê bibînin. Em îro li piyaseyê binihêrin, xwarin û vexwarinên rojane, kêmtirîn 2 qat û 3-4 qat  zêde bûne.”

Di sala 2021’an de bilindbûna dovîz û giranbûna kelûpelan mijara serekî bû ku li Tirkiyê û Bakur her di rojêve de mabû. Nirxê dolar di destpêka 2021ê de 7.43 lîre bû, di meha dawî ya salê de derket ser 18 lîre jî û niha jî di ser 13 lîreyî de ye. Ji ber qeyrana aborî opozisyon zextên hilbijartinên pêşwext bike jî rayedarên desthilatdariya Tirkiyê bibiryar dibêjin dê hilbijartin di 2023an de û di wexta xwe ya asayî de bên kirin.

/K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin