33 kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan   

33 kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan  

.

A+A-

33 kesên li Navçeya Kadikoy a Stenbolê dema avakirina Hêzên Têkoşîna Yekbûyî îlan kirin û di êrîşa polîsan de hatibûn binçavkirin, li dadgehê hatin berdan. 
 
Hêzên Têkoşîna Yekbûyî, di 4'ê Sibatê de li Navçeya Kadikoy a Stenbolê dema avakirina xwe îlan kirin, polîsan êrîşî girsê kiribû û 61 beşdarên çalakiyê binçav kiribûn. 61 kesên ku polîsn bi êrîşê binçav kirin, şevê din sewqî Edliyeya Anadoluyê kirin. Ji 61 kesan 8 li dorzgeriyê piştî îfadeya wan hat girtin hatin berdan. Dozgeriyê 20 kes bi şertê kontrola edlî serbest berdan û 33 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Heyeta Dadgeha Cezayên Sulhê jî piştî li îfadeya 33 kesan guhdar kir, bi şertê qedexeya derketina dervê welat ew serbest berdan. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin