Yekîtîya Ewrupa Encamên Hilbijartinên Venezuela Napejirîne

Yekîtîya Ewrupa Encamên Hilbijartinên Venezuela Napejirîne

.

A+A-

Yekîtîya Ewrupa (YE) ragihand ku ew encamên hilbijartinên dawî yên Venezuela jiber ku hilbijartin li gor standartên navneteweyî nehatiye kirin, red dikin.

Serokê Venezuela Nicolas Maduro piştî hilbijartinan serketina xwe ragihandibû.

Nûnerê Bilind yê Sîyaseta Ewlekarî û Peywendîyên Derve yên YE’ê Josep Borrell nameya hevbeş yên wezîrên derve yên yekîtîyê ya ser hilbijartinên Venezuela weşand.

Wezîran di nameyê de bang li karbidestên Venezuela kirin ku hilbijartinên seroktî û parlamanteran bi awayekî zelal, berfireh û ewle çêkin.

Borrel da zanîn ku wezîrên derve yên welatên YE’ê bi yekdengî pejirandine ku hilbijartinên Venezuela bi standartên navneteweyî çênebûne û wê hilbijartinê nekiriye ku gel here ser sindoqan.

Konseya Neteweyî ya Hilbijartinê ya Venezuela dîyar kiribû ku di hilbijartinên giştî yên roja Yekşemê de ji 20 mîlyon hilbijêran bi tenê 5 mîlyon 200 hezar kesan deng dane û dabû zanîn ku rêjeya beşdarîyê 31 ji sedê ye.

Hêjayî balkişandinê ye ku pirtir ji 50 dewletan rêberê rikeberîyê Juan Guaido wek serokê demkî yê Venezuela qebûl dikin. Li gor encamên hilbijartinên dawî, kursîya Guaido ya li parlamanê ji dest wî çûye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin