Doza Kurd dîsa ket rojeva Ewropîyan û tehlîkeyên li pêş me
Siraç Kirici
Êrişên dawî yên li ser herêmên Reqa, Dêrazor û Helebê ku di bin kontrola HSDê de bûn bû sedema koçberiya bi zorê, kuştin û birîndar bûna bi sedan kurdên bê guneh û sivîlan.
Bi van êrişên çeteyan, Gelê Kurd di pêvajoyek hebûn û tunebûnê de ma.
Di destpêkê de bi pêşengtiya birêz Serok Mesûd Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di warê diplomasiyê de, bi rêya têkiliyên dost û hevkarên xwe, mijara Rojavayê Kurdistanê kirin mijarek navneteweyî.
Li seranserê cîhanê, bi taybetî li welatên Ewropayê ku Kurd lê dijîn, hemwelatîyên me derketin kolanan û bi çalakiyên aştîxwaz piştgiriya xwe ji bo xuşk û birayên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê nîşan dan.
Li Başûrê Kurdistanê jî, bi seferberiyek neteweyî, dezgehên sîyasî, TV û gel li ser pêyan bûn.
Di vê pêvajoyê de, videoya kezîya keça kurd ku di destê çeteyek ereb de bû, bû sedema nerazîbûyinek mezin. Keç û jinên Kurd li hember vê êriş û zordariyê bi çalakiyên cuda rawestiyan.
Ev video bû sedema înfîaleke mezin di raya giştî ya Ewropîyan de.
Di encama vê rewşê de, doza kurd dîsa wek pirseke navneteweyî ket rojeva welatên Ewropîyan.
Çalakiyên aştîxwaz û Kurdên li Ewropayê
Îro Kurd, bi çalakiyên piştgiriya Rojavayê Kurdistanê, dîsa ketine rojeva Ewropîyan.
Divê em ji xwe hişyar bin.
Vê gavê tehlîkeyek mezin li pêşîya kurdên li diasporayê heye.
Gelê Kurd aştîxwaz, sekuler û bi nirxên demokrasî û mafên mirovan ve girêdayî ye. Li Ewropayê, hinek îstisna ne têde, tekoşîna kurd her tim di çarçoveya aştî, qanûnî û sîvîl de li dijî tundî û radîkalîzmê sekiniye.
Ji ber vê yekê, divê em hişyar bin li hemberî provokator û kesên ku dixwazin xwepêşandanên aştîxwaz biguherînin ber bi aliyê tundî û tujbûnê bibin.
Bûyera Dortmundê ku tê de xortekî Kurd bi awayekî trajîk hat kuştin, divê her tim li bîra me bimîne.
Mijara me li Sûriyê ne mijara gelên wan welatan e.
Mijara me sereke desthilatdarên wan welatan û komên tundrew û çekdarên wan in.
Tehlîkeya provokasyonan li diasporayê
Hin kom û aliyên tundrew, wek HTŞ, DAIŞ û hevalbendên wanî welatên din, dikarin û dixwazin çalakiyên aştîxwaz yên kurdên li diasporayê dimînin û qewetek mezinin wan ji rêya aştî derxin.
Di meş û xwepêşandana de bi zaneyî provokasyonan çêdikin dixwazin Gelê Kurd bikşînin nav şer û pevçûnê. Bi vê gavê jî dixwazin sempatiya ku di raya giştî ya Ewropîyan de li hember berxwedan û tekoşîna Miletê Kurd heye, xera bibe û Kurd bi mohra “terorîstiyê” werin suçdar kirin.
Ji ber vê yekê jî, yekîtî, hişyarî û rêya tekoşîna sîvîl û aştîxwaz ji bo me pir girîng in.
Li gelek bajarên Ewropayê, partiyên Kurd, Kurdistanî, civakên demokratîk, rêxistin û dezgehên wan bi awayekî aştîxwaz xebat û çalakiyên xwe didomînin.
Armanca van çalakiyan ew e ku bi rêya medyayê û raya giştî, bala welatên Ewropî û cîhanê bikşînin ser zordarî û qetilkirina çeteyan
Hewcedariya me bi piştgiriya navneteweyî heye.
Neteweyek ku li seranserê cîhanê belav bûye û nûfûsa wê ji 50 mîlyonî zêdetir e tenê dikare bi piştgiriya raya giştî ya cîhanî û dewletên ku rêzê li nirxên demokrasî, azadî û mafên mirovan digirin bigihîje encamek erênî. Tekoşîna me divê her dem tekoşînek sîvîl, aştîxwaz û bi rêzgirtina hiqûqa welatên ku em tê de dijîn be.
Do di xwepêşandana ya li Bahnofa Bielefeldê de despêkir, pankartek bala min kişand. Li ser pankartê nivîsandibû:
“Spas polisên Alman”
Ev nivisa bala gelek kesan kişandibû.
Kêfa min pir hat.
Kurd jî fêrî tekoşîna sîvîl û rêbazên wê bûne.
Li Ewropayê sempatiyek mezin li hemberî doza me heye û divê em qîmeta vê piştgîriyê baş bizanibin û neyên listik û pravaqssyonan.
Siraç Kirici
26.01.2026

