Îbrahim Guçlu

Îbrahim Guçlu

Yazar
Hemû nivîsên nivîskar >

EZ MAM CELAL TALABANİ Bİ RÊZ BIBÎR TÎNIM…

A+A-

 

Îbrahîm Guçlu

Mam Celal Talabanî di ciwantiya xwe de di nav Tevgera Rizgarîxwaz ya Rêxistinî de cîh digre.

Ew ciwantiya xwe de ciwanên Başurê Kurdistanê di Festîvalên nav neteweyî û Moskowsyp de   Bi awayekî milî û fikrî û çalakvanî temsîl dike.

Mam Celal Talabanî dema Partiya Demokrat a Kurdistanê di Tebaxa 1946-an de ava dibe, beşdarî xebatên partiyê dibe.

Di despêkê de Di bin Sekreterê Giştî Hamza Ebdullah de û pişt re jî di bin Skreterê Giştî Îbrahîm Ehmed de xebata ya partîzanî 

Dema Serokê Efsanewî Mele Mistefa Barzanî di sala 1958-an de vedigere Kurdistanê û Iraqê xebatkariya xwe ya çalakvanî di partiyê de didomîne.

Ew di nav bûyerên beriya Şoreşa Neteweyî ya Îlonê (1961)  de aktorekî diyar û navdar e.

Dema ku terefa Ereban Makezagonê binpê kirin û Hikûmeta Navendî dest bi êrîşên dagirkerî û kolonyalîst û nîjadperestî kir; Şorrla Neteweyî ya Îlonê dest pêkir. Mam Celal jî wê demê endamekî nabendîbya PDK a Iraqê bû. Beşdarî Şoreşa Îlonê bû.

Mixabin dema ku Şorela Îlonê dom dikir, cûdayetî di nav partiyê de pêk hat.Mam Celal Talabanî, bi Îbrahîm Ehmed re li dijî Şoreşa Neteweyî ya Îlonê helwest nîşan dan. Bûn hevalbendên Hîkûmeta Navendî ya Iraqê. Ew di jiyana wî ya siyasi û entelkektuelî de bû astengiyeje mezin.

Dema Şoreşa Îlonê zora Rejîna Baasê bir, Peymana 11ê Adar a 1970 yî ya Otonomiyê çêbû û hat webûl kirin; ew û hevalên wî dîsa vegeriya nav PDK a Iraqê, ji bona avabûn û pêşketina Otonomiyê xevat kirin.

Piştî Şerê Kurdan û Ereban, encama îtîfaqên navneteweyî û herêmî yên li dijî Kurdan, berpirsiyariya Otonomiyê ji bona qetlîamek çênebe, dest ji çek berdan. 

Wî û grubek hevalên wî li Sûriyeyê û bi piltgiriya Baasê YNKê ava kir.

Piştî avabûna YNKê li Başûrê  Kurdistanê şerekî navxwe yê desthilatdarî  dest pê kir, encamên gelek dramatîk derketin holê. Ew şerê navxwe li ser beşên din ypn Kurdistanê bandira xwe çêkir û bû sedema cûdayetî û dijminatî ye.

Di salan 1980yî de di navbera YNKê û Tevgera Me Ala Rizgariyê ji bona petwerdaya sîyasî û askerî pêwendiyeke me ya xurt pêk hat. Di wan şertan de Min û Hevalên min, me Mam CelalTalabanî û YNKê ji nêzik de nas kir û me bi hev re xebat kir.Heta dawî jî pêwendiyên me baş meşiyan.

Wî û YNKê, bi PDK û Serokê Partiyê Mesud Barzanî re pêwendiya xwe xurt kir. Ew yekîtiya wan û îradeya wan ya hevbeş bû sedem ku Dewleta Federal ya Iraqê û Dewleta Federe ya Kurdistanê ava bibe.

Ew bû serokkomarê Iraqê û Birêz Mesûd Barzanî bû Serokê Kurdistanê

Dostê Min Mam Celal Talabanî, Beriya 9 salan encama nexweşiyeke dirêj, ji nav me koç kir û jiyana xwe wenda kir.

Ez Mam Celal Talabanî bi rêz û bi giramî bibîr tînim.

Bila serê malbata wî û hevrêyên wî û mîletê me sax be.

Önceki ve Sonraki Yazılar