Me Tiştek Fam Nekir!
Temen derbas dibe.
Saet didin pey saeta.
Roj didin pey rojan.
Heyv didin pey heyvan.
Sal didin pey salan.
Me tiştek fam nekir, ne ji temen, ne ji saet, ne ji rojan û ne jî ji salan...
Me tiştek fam nekir, ne ji jîyanê, ne ji evînê û ne jî ji îmanê...
Belesebep pêşîyên me negotine: “Heta me xwe naskir me emir xilas kir.”
Ev gotina mezinên me gotina Heraklitos tîne bîra min. Wî jî heman tişt digot: “Di heman çemî de nikarî xwe du caran bişo. Tiştek wek xwe namîne û her tişt diguhere.”
Dema em lê binerin çem diherike û diçe. Roj li heman cî nasekine. Em û xweza bi her awayî ve têne guhertin.
Çiqasî guhertin hebe jî me tiştek ne ji van guhertinan fam nekir û dîsa em wisa nezan man.
Pêxemberê ummetê Hz. Muhammed digot: “Kesê du rojên wî wek hev bin di xisarê de ye.” Teorî û fikrek xweş e lê mixabin her rojên mîna hev derbas dibin. Em tiştekî li xwe zêde nakin û em di xisarê de ne. Ji me re nezantî û cahiltî xweş tê. Lewma: “Nizanim, rehetîya canim e.”
Haşa wekî kera serê sibê em dikevin rê û diçin ser kar.
Dîsa ji kar vedigerin axûra/mala xwe.
Ker çawa ji tiştekî fam nekiribe em jî wisa ne.
Me tiştek ji jîyana xwe fam nekir.
Zemanekî ji bo evînê me kar dikir û ji bo em wê bi dest bixin me her tişt dikir.
Lê niha ji bilî kar û fatûrayan wext namîne ku em evîndar bibin.
Êdî me terka evînê jî kir.
Êdî me terka Şêxê Evînê jî kir.
Çirûska evînê jî êdî di dilda nemaye.
Zemanekî me pir dixwend.
Ji wê pirtûkê derbasî pirtûka din dibûn.
Di nava malbetê ji bo stendina pirtûkan timî me şer dikir.
Li ser pirtûkan bela xwe li me didan û digotin: “Çi hewce ye tu van pera didî van pirtûkan. Pêşeroja te heye. Ji bo wê pere kom bike.”
Lê dîsa jî me bi ya xwe dikir û me ji xwe re pirtûk dikirîn.
Lê êdî em kêm pirtûkan dikirin. Buhayê wan pir zêde bûn em piranî diçin pirtûkxaneyê û ji wir emanet disîtinin.
Êdî ew hewesa min ya berê nemaye.
Pirtûk têra xwe rê nîşanî me dan lê dîsa jî em diçin û dikevin rêya şaş.
Werhasil me tiştek ji pirtûkan jî fam nekir.
Temen derbas dibe.
Me tiştek fam nekir, ne ji kar, ne ji bar û ne ji pirtûkan...
Me tiştek fam nekir, ne ji jîyanê, ne ji evînê û ne jî ji îmanê...
Mihyedîn Nahrîn


YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin