
Tiramp dibêje Komara Îslamî yan dibe tev daxwaziyên me cîbicî bike yan wê ji nav biçe
Tiramp got: Waşingtin şiyanên bernameya etomiya Îranê têkşikandiye û bi tu awayekî rê nade ku Tehran bibe xwediyê çeka etomî.
Donald Tiramp, Serokomarê Amerîka, gefek tund arasteyê Tehranê kir û ragehand ku welatê wî kontirola Tengava Hormozê kiriye û tekezî ji vê kir ku Komara Îslamiya Îranê tûşê kirîzek abûrî bûye û hoşdarî da ku yan dibe tev mercên Waşingtinê qebûl bike yan wê rûbirûyê jinavçûna yekcarî bibe.
Tiramp îşare bi vê kir ku bi sedema hêzên arteşa Amerîka ve, ewlehiya Tengava Hormozê bi temamî hatiye dabînkirin û li niha de asta hinardekirina neftê li wê rêyê de li serdema berî destpêkirina aloziyên serbazî zêdetir bûye.
Serokomarê Amerîka îşare bi rewşa Îranê kir û got, Komara Îslamî li rewşek gelek xirap de ye, rêjeya teweromê gihaye %301 şiyana abûriyê nemane û heta nikarin mûçeya hêzên serbazî û ewlehî jî dabîn bikin.
Tiramp got: Waşingtin şiyanên bernameya etomiya Îranê têkşikandiye û bi tu awayekî rê nade ku Tehran bibe xwediyê çeka etomî.
Ew daxûyaniyên Serokomarê Amerîka li demekê de ne ku amadehiya serbazî a Waşingtinê li Rojhelata Navîn û Devera kendawê gihaye bilindtirîn asta xwe.
Amanca sereke a Amerîk bêparkirina Îranê ji çeka etomî û rêgirîkirin li gefên rejîma Tehranê bo ser ewlehiya deverê û abûriya cîhanê ye. (KM)

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin