
Mehek derbas bû lê hîn jî materyal neçûne ji xwendekarên dersên Kurdî re
Di ser vekirina dibistanan re mehek derbas dibe lê xwendekarên ku li dibistanên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dersên vebijêrkî yên Kurdî.
Di ser vekirina dibistanan re mehek derbas dibe lê xwendekarên ku li dibistanên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dersên vebijêrkî yên Kurdî (Kurmancî û Kirmanckî) hilbijartine hîn jî bê pirtûk û materyalên dersên Kurdî ne.
Pirtûkên hemû dersên din ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ve belaş hatine belavkirin lê xwendekarên 321 dibistanan ên li 16 parêzgehan neçar in bi fotokopiyê dersên Kurmancî û Kirmanckî yên Kurdî bixwînin.
“Ev şermeke mezin e”
Serokê Komîsyona Perwerdeya Kurdî ya Şaxa Amedê ya Memûr-Senê Hudaî Morsûmbûl ji Rûdawê re eşkere kir ku heta niha gelek kêm pirtûk gihiştine Amed û Mûşê lê li 14 parêzgehên din ti pirtûkên dersên Kurdî li xwendekaran nehatine belavkirin û got:
“Ev 20-25 sal in hemû pirtûkên dersan bê pere bi navê Wezareta Perwerdeyê tên belav kirin.
Pirtûkên Zazakî û Kurmancî jî bi heman awayî. Lê 15 sal in her tim pirtûkên dersên Zazakî û Kurmancî yan kêm an jî qet nayên belavkirin.
Mamoste û xwendekarên me yên van dersan bi pereyê xwe fotokopiyê digirin û di dersan de dixwînin.
Ev şermeke mezin e ji bo me. Em ji Wezareta Perwerdeyê diwazin ku pirtûkên Zazakî û Kurmancî bilez bên çapkirin û belavkirin.”
Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê sedema derengketina materyalên dersên Kurdî bi pirsgirêka teknîk ya xwendina karekodên li ser rûpelan pirtûkan ve girê dide.
Lê sendîka û saziyên zimanê Kurdî destnîşan dikin ku heman kêmasî di nav du hefteyan de ji bo hemû dersên din hatiye çareserkirin û tenê pirtûkên Kurdî hatine paşguhkirin.
Damezirênerê Komaleya Hereketa Zimanê Kurdî (HEZ KURD) Suphî Ozgen jî ji Rûdawê re got:
“Li Tirkiyeyê Wezareta Perwerdeyê pirtûkên dersan çap dike û belav dike. Pirtûkên hemû dersan hatine belavkirin lê heta niha yên pirtûkên Kurdî negihiştine ber destê xwendekaran.
Dixwazim bala Serokkomariya Tirkiyeyê, Wezareta Perwerdeyê û hemû siyasetmedaran bikişînim ser vê mijara ku nayê qebûlkirin.
Bingeha dersa vebijêrkî ne saxlem e. Va ye 5 sal in em di vî warî de xebatê dikin lê gelek asteng û berbest li ber dersa Kurdî hene.
Divê Wezareta Perwerdê ya Tirkiyeyê daxuyaniyekê ji raya giştî re bide ku çima heta niha pirtûkên dersa Kurdî nehatine amadekirin.
Li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê me xebatek kiribû û zêdeyî hezar xwendekaran dersa vebijêrkî ya Kurdî hilbijartibû lê ji ber ku heta niha pirtûkên Kurdî negihiştine dibistanan hîn jî dersa Kurdî dest pê nekiriye.
Divê ev pirsgirêk li ser maseyê bên gotûbêjkirin û êdî li Tirkiyeyê dersa Kurdî bibe dersa neçarî.”
Li gel nebûna pirtûkan, kêmiya hejmara mamosteyan jî yek ji astengên din ên mezin ên li pêş xwendina dersên Kurdî ye.
Li gorî amarên ku Rûdawê bi dest xistine, di vê demsala xwendinê de 86 hezar û 64 xwendekaran dersên Kurmancî û Kirmanckî yên Kurdî hilbijartine.
Lê dibistanên li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tenê 153 mamosteyên Kurdî hatine tayînkirin ku piraniya wan neçar in hefteyê li du yan sê dibistanên cuda beşdarî dersên Kurdî bibin. (RN)

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin