Xwepêşandanên Qirxizistanê: Serokwezîr Boronovî îstîfa kir

Xwepêşandanên Qirxizistanê: Serokwezîr Boronovî îstîfa kir

Xwepêşandanên Qirxizistanê: Serokwezîr Boronovî îstîfa kir

A+A-

Serokwezîrê Qirxizistanê Kubatbek Boronovî, ji ber xwepêşandanên piştî hilbijartinên giştî îstîfa kiriye. Xwepêşandanan li Qirxizistanê kaoseke siyasî çêkiribû.

Piştî ku Kubatbek Boronov, Serokweîrê Qerxizistanê ji ber xwepêşandanan îstîfa kir, Sadyr Japarov ê rojek berê ji girtîgehê derketiye, bûye Serokwezîr.

Demek berê komên mixalîf, parlemento xistibûn bin destê xwe û gotibûn ku di hilbijartinê de hîle hatine kirin û dest protestoyan kiribûn.

Lijneya hilbijartinê encamên hilbijartinan betal kiribû

Bi zêdebûna zextan re, lijneya hilbijartinê ya welêt encamên hilbijartinên parlamentoyê yên roja yekşemê betal kiribû.

Piştî encamên hilbijartinan, Serokkomarê welêt Sooronbaî Jeenbekov û partiyên hevalbend bi kirîna dengên girseyî hatibûn tewanbarkirin.

Serokkomar Jeenbekov hê desthilatdar e lê wî aniye ziman ku dikare paş de vekişe.

Girtiyên siyasî serbest bûne

Xwepêşander ketine avahiyên hikûmetê û siyasiyên payebilind berdane. Serokwezîrê niha Japarov jî 7 sal berê, ji ber revandina waliyê herêmê, 11 sal ceza xwaribû. Îstîfaya Boronovî piştî van xwepêşandanan hatibû.

Almazbek Atambayev ê bi tewanbariya derqanûnî 11 sal ceza xwaribû jî hatiye berdan. (PT/AY/FD)

*Çavkanî: BBC Tirkî

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin