Xwediyê Sînemaya Hezexê wefat kir

Xwediyê Sînemaya Hezexê wefat kir

.

A+A-

Xwediyê Sînemaya Hezexê Lahdo Saxur ku bi eslê xwe suryanî bû û ev nêzî 30 salan bû li Almanyayê dijiya wefat kir.

Lahdo Saxur li Hezexa Şirnexê hatiye dinê ku yek ji endamên malbata Beyt Hino bû. Ji ser sînemaya wî hebû li herêmê bi vî awayî hatibû nasîn.

Heta sala 1991'ê li Hezexê bû lê di sala 1991'ê de wekî gelek suryaniyên herêmê bar kir çû Almanyayê.

Lahdo Saxur di sala 1972'yan de Sînemaya Hezexê vekiriye û heta 1983'yan de xebitandiye. Zarok, ciwanên wê demê gelek ji wî hez dikirin. Bi vê sînemayê ji aliyê çandî ve gelek keda wî ji bo ciwanên wê demê çêbu. Dema elektrîk qut dibî, yan şerîdê fîlm diqetiya, bang dikirin digotin "Lahdo Ses" û ji aliyê paş ve dest bi çêkirina wê dikirin.

Bi vê xebata xwe Lahdo Saxur kedek baş dabû ciwanên wê serdemê û însanan ji wî hez dikirin. 

Piştî salên 1980'yî rewşa herêmê her ku diçe zehmetir dibe û ew di sala 1991'ê de ligel malbata xwe diçe Almanyayê û ji wê demê ve li wir dijiya. Jina wî Meryem jî berî wî bi 3 mehan li wir wefat kiribû.

Lîstikvanê fûtbolê yê ji Hezexê ku li Mardin Sporê bûbû navdar ê bi navê Hanna Çilli kurê Lahdo Saxur bû. Hanna Çîllî ku bi pênasê "Kemik Kiran" ("Yê hestiyan dişkîne", ji bo lîstikvanên zêde faûl dikin re wisa tê gotin) di sala 2016'an de wefat kiribû.

Xebera wefata kurê wî gelek bandor li Lahdo Saxur kiribû. Wefata jina wî jî zêdetir tesîr lê kir û di dawiyê de wî jî xatir xwest.

Hat gotin ku cenazeyê Lahdo Saxur dê li bajarê Pfullendorfa Almanyayê bê definkirin.

Diyarname - İdilhaber.com

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin