Wezareta Dadê ya Amerîkayê 27 malperên Supaya Pasdaran girtin

Wezareta Dadê ya Amerîkayê 27 malperên Supaya Pasdaran girtin

.

A+A-

Wezareta Dadê ya Amerîkayê ragihand ku bi tohmeta zanyariyên nerast derbarê hilbijartina serokatiya Amerîkayê de belav kirine, 27 malperên ser bi Supaya Pasdarên Îranê girtine.

Wezareta Dadê ya Amerîkayê dide zanîn ku mehek berî niha jî dest danîne ser 92 navnîşanên internetê yên Supaya Pasdarên Îranê û dibêje: “Ev hewlên dijê Supaya Pasdaran beşek in ji hewlên hikûmeta Amerîkayê bo rûbirûbûna zanyariyên nerast ji aliyê welatên biyanî ve li ser hilbijartinên Amerîkayê.”

Wezareta Dadê ya Amerîkayê dibêje, van malperan hewl dane bandorê li dengderên Amerîkayê bikin, herçiqas hinek zimanê wan bi tevahî Erebî bûye û nûçeyên taybet bi Rojhilata Navîn belav kirine. Li gor Wezareta Dadê ya Amerîkayê, hinekan ji wan malperan mijar dijî Amerîka, Erebistana Siûdiyê û Îsraîlê belav kirine.

Lêkolerê Taybet ê FBI Craig Fair derbarê vê dosyeyê de gotiye: “Bi hevkariya berdewam ligel Google, Facebook, Twitter û FBI me karî kampanya propagandeya Îranê rûbirûyê pirsgirêkan bikin.” Berê jî Twitterê 130 akawntên ser bi Îranê jê birin û girtina wan jî bi hilbijartinên Amerîkayê ve girêdayî bûn.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin