Ebdulsetar Mecîd: Helwesta herî baş vekişîna ji Parlamentoya Kurdistanê ye

Ebdulsetar Mecîd: Helwesta herî baş vekişîna ji Parlamentoya Kurdistanê ye

.

A+A-

Endamê Buroya Siyasî ya Komela Dadgeriya Kurdistanê Ebdulsetar Mecîd radigihand ku rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê asê maye û ew ne geşbîn e ku di demeke nêzîk de aliyên siyasî bicivin.

Ebdulsetar Mecîd diyar kir ku çareseriya herî ji bo rewşa niha, vekişîna hemû aliyan a ji Parlamentoya Kurdistanê ye.

Endamê Boruya Siyasî yê Komela Dadgeriya Kurdistanê Ebdulsetar Mecîd li ser rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û sedema rawestana liv û tevgeran daxuyanî da.

Ebdulsetar Mecîd ragihand ku ev rewş vedigere dûriya dîtina aliyan, bi taybetî jî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK).

Ebdulsetar Mecîd got, "Her du alî bi civînê razî ne lê yek ji wan dibêje bila em bicivin û guftûgoyê bikin, PDK jî dibêje beriya civînê bila em bizanibin amade ne parlamento bê aktîvkirin an na."

"Bila ti kes ne xwedî pêşmerc be"

Mecîd diyar kir ku wan wekî partî ji Serok Mesûd Barzanî û Bafil Talebanî re gotiye ku ew li gel wê yekê ne ku "civînek bê kirin û ti kes ne xwedî pêşmerc be."

Li gorî gotina Ebdulsetar Mecîd, civîn ji bo gotûbêjkirina "rewşa siyasî ya xirab, dûriya aliyan a ji hevdû û çarenivîsa pêwendiyên bi hikûmeta Îraqê re" pêwîst e.

Tevî wê yekê jî Ebdulsetar Mecîd ne geşbîn e ku civîn di demeke nêzîk de bê kirin û dibêje:

"Ji bo vê civînê, eger hûn bibêjin dê sibe an hefteyeke din bê kirin, ez ne geşbîn im."

"Vekişîna ji parlamentoyê helwesta herî baş e"

Ebdulsetar Mecîd rexne li neaktîvkirina Parlamentoya Kurdistanê girt û ragihand, piştî derbasbûna nêzîkî du salan a di ser hilbijartinê re hîn jî parlamento ne civiyaye û serokatî nehatiye hilbijartin.

Ebdulsetar Mecîd di wê baweriyê de ye ku helwest herî baş a ji bo wan aliyên li derveyî PDK û YNKyê ne, vekişîna ji parlamentoyê ye.

Ebdulsetar Mecîd derbarê çareseriya rewşa niha, tekezî li ser pêwîstiya kirina hilbijartineke pêşwext kir û got:

"Em bi eşkereyî venaşêrin, em li bendê ne ku hilbijartin bê kirin."

Ebdulsetar Mecîd amadebûna partiya xwe nîşan da ku hilbijartin ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê ve bê birêvebirin.

Wî mercê vê yekê jî wiha vegot, "alî li hev bikin ku hilbijartineke paqij û zelal be."

"Em dê lêborînê ji xelkê bixwazin"

Di bersiva pirsekê de ku eger di hilbijartina bê de heman encamê bi dest bixin dê helwesta wan çi be, Ebdulsetar Mecîd got:

"Eger hilbijartin paqij, zelal û rêkûpêk be, em dê bi rastî wê demê daxwaza lêborînê ji xelkê bikin û bibêjin me nekarî em di asta daxwaz û xwestekên we de bin."

Mecîd da zanîn ku belgeyên wan li ser "sextekariya" di hilbijartina borî de hene.

Mecîd her wiha eşkere kir ku wan ew belge dane komîsyonê, Serokkomar, Serokwezîrê Îraqê û konsulxaneyên welatan.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin