Welatperwerê Kurd Faysal Seyîdxan Li Qoserê Bo Axê Hate Sipartin

Welatperwerê Kurd Faysal Seyîdxan Li Qoserê Bo Axê Hate Sipartin

.

A+A-

Cenazeyê welatperwerê Kurd Faysal Seyîdxan îro li Qoserê bo axê hate sipartin.

Mezelê welatperwerê Kurd Faysal Seyîdxan bi Alaya Kurdistanê hate pêçandin.

Ji ber tedbîrên Covid-19yê gelek welatperwer û heval û hezkirîyên welatperwerê Kurd Faysal Seyîdxan nekarîbûn beşdarî ax sipartina cenazeyê bibin. Lê dîsa jî, li gel malbata Faysal Seyîdxan , rêvebir, endam û alîgirên PAKê û gelek welatperwer beşdarî ax sipartina cenazeyê Faysal Seyîdxan bûn.

Li ser mezelê welatperwerê Kurd Faysal Seyîdxan, li ser navê Serokê Giştî yê PAKê û li ser navê hemû PAKîyan, endamê Meclîsa Partîyê ya PAKê Şêxmûs Unal axaftinek kir.

Sêxmûs Unal di axaftina xwe de bal kişand ser şexsîyeta Faysal Seyîdxan a welatperwerane û got " Kek Faysal Seyîdxan eve ji 45 salî zêdetir e, li gel hemû êş û zehmetîyan jî bêwestan di doza azadìya Kurdistanê de wek kedkar û têkoşerekî dilsoz ê welatperwer cîhê xwe girt.Wî serê xwe li himber xêrnexwazên miletê Kurd netewand. Bila kek Faysal û hemû şehîdên Kurdistanê, dilnîya bin wê alaya ku wan hilgirtibû emê tu carî li erdê nexin.Emê heta azadîya miletê xwe û welatê xwe, li ser rêya wan a pîroz de bimeşin.Ez li ser navê Serokê partîya me birêz Mustafa Özçelik û li ser navê hemû rêvebir û endamên PAKê sersaxîyê ji malbata kek Faysal re dixwazim.Serê me hemûyan, serê gelê Kurdistanê sax be".

Herweha welatperwerê Kurd Abdulkadir Yildirim jî li ser jiyana Faysal Seyîdxan axaftinek kir.

Welatperwerê Kurd Faysal Seyîdxan eve demeke dirêje ji ber nexweşîya penceşêrê tedawî didît , lê mixabin di roja 24.12.2020an de ji nav me koça dawî kir

pak-002.jpgpak1-002.jpgpak4-011.jpgpak7-005.jpg

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin