Welatên Ewropî yên li qeraxa Deryaya Spî dicivin: Rojev Tirkiye ye

Welatên Ewropî yên li qeraxa Deryaya Spî dicivin: Rojev Tirkiye ye

Welatên Yekîtiya Ewropayê yên li qerexa Deryaya Spî ku bi navê nefermî EuroMed 7 tê nasîn, îro li girava Korsika ya Fransayê dicivin.

A+A-

Tevî Fransayê, welatên Îtalya, Malta, Portekîz, Îspanya, Yewnanistan û Qibris beşdarî lûtkeyê dibin.

EuroMed 7 lûtkeya xwe ya ewil di sala 2016an de pêk anî bû Tirkiye jî di wê civînê de hebû.

Lê belê vê carê mijara sereke ya vê civînê, Tirkiye ye.

Rayedarekî ji Serokomariya Fransayê ji ajansa AFPê re ragihandiye ku armanca vê civînê ew e ku "beriya lûtkeya 24-25ê Îlonê ya Yekîtiya Ewropayê, yekdengiya Yekîtiya Ewropayê li ser peywediyên ligel Tirkiyê were pêkanîn".

Herwiha tê pêşbînîkirin ku beriya lûtkeyê, Emmanuel Macron, Serokomarê Fransayê û Kyriakos Miçotakis, Serokwezîrê Yewnanistanê bi hev re hevdîtinekê pêk bînin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin