Vîrusa Korona di 24 Saetên Dawî de li Amerîka Pirtir ji 3000 Kes Kuştine

Vîrusa Korona di 24 Saetên Dawî de li Amerîka Pirtir ji 3000 Kes Kuştine

.

A+A-

Vîrusa korona di 24 saetên dawî de li Amerîka 3,124 kes kuştin.

Jêderên saxlemîyê yên Amerîkî dibêjin ku bi vî awayî hejmara herî bilind rojane ya mirinên ji vîrusa korona hat tomar kirin.

Zanîngeha Johns Hopkinsê, ku agahîyên ser pêketin û mirinên ji vîrusa korona belav dike, di 3’yê Berfanbarê de dabû zanîn ku li Amerîka 2,879 kesan bi wê vîrusa jîyanên xwe ji dest dane û dîyar kiribû ku ew hejmara herî bilind e.

Li gor agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê roja Pêncşemê belav kirine, li Amerîka di 24 saetên dawî de 221,267 kes bi vîrusa korona ketine.

Serjimara Amerîka bi qasî 330 mîlyon e û pêketina herî zêde bi 227,828 kesan hefteya borî hatibû tomar kirin.

Amerîka bi hejmara pêketin û mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Amerîka heta niha pirtir ji 15,3 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 289,431 kes bi wê mirine

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin