Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Ûrşelim û durûtîya Dewletên Îslamê!

A+A-

 

Hewce nake ku li ser biryara Donald Trump kesek têkeve nav metirsîyê. 
Ji Katar û Yêmen bigire heta Afganîstan di nav şerekî olî-mezhebeperestî deye. Çendîn sale ev şer didome! Vî şerê navxweyî bi biryara Donald Trump destpê nekirîye.
Tenê vê biryara Trump durûtîya dewletên îslamîst û bêtahamulîya wan carek din derxist hole. 
Li her derê ev dewletên misulman, hov û xwînmij bûne qatîlê mirovatîyê û girse jî bi ola Îslamê xapandine û barbarîya xwe meşû kirine. Ji dewlet û rêxistinan bigirin, heta sazî û dezgehên olî ku didestê wan de ne, ji bona armancên xwe yên biqirêj bikaranîne û bikartînin.
Camî û tarîqatên xwe kirine bingeha karesatên zilm û zordarîya xwe. Her rojên Înê ji Camîyan derdikevin kuçan û dixwazin xwînê birijînin, serîyan jêbikin. 
Ne durustun û durûne. Li ser Kurdistan devên wan venabe, lê pirsa Filistîn ji xwe re kirine çek û bikar tînin. Filistîstîn, lîstika destê nîjadperest a Ereban û îslamîstan e. Ji îslamîstan re „heq û wîcdan" tineye. Cîhê ku „heq û wîcdan" lê tinebe, mirovatî û hezkirin jî tineye. Xwedayên xwe ji hezkirinê jî mahrûm dikin.
Ew şûrê zilimkarîyê ne.

Kurdên ku ji vî şûrê zilimkarîyê re dibin pergal, ti têkilîya wan bi doza Kurd û Kurdistan re tineye. Ew jî dibin pergalê vê barbarî û zilma nîjadperestî, rasmalî û İslamîstî, mezhebî.
Bi dehan dewletên misulman hene. Hemû dîktatorin û li ser zilmê hatine avakirin. Durû ne û standardek mirovî li cem wan tineye. Li ser esasên olî-mezhebperestî û nijadperestî tevdigerin. Zor û zilma ku bi dezgehên van dewletan dimeşe, hidûdê tehamulê jî derbas kirîye.
Îsraîl di orta van barbaran de welatekî herî demokrat û bivîcdan e. Maf û nirxên demokrasîyê ku li îsraîl hene, li yek dewletên misilman tineye. Filîstîn, ji bona van dewletan tenê çekekek ji bona dijminatîya Cihuyan e. Ji roja ku dewleta Îsraîlî li ser axa xwe hatîye avkirin û heta niha ketîye bin dorpêça nîjadperestîya Ereb û dewletên misilman.

Dewleta Îsraîl û ev netew a mazlûm ji roja ku bûye dewlet û heta îro, bi tena serê xwe zor û zilma ser Kurd û Kurdistan bi fermî şermezar kirîye. Piştgirî daye doza Kurdistan û mafê Kurd û Kurdistan rewa dîtîye û nirxandîye.
Yek ji wan dewletên misulman, gelên misilman, dezgehên îslamî ev kar û karesatên ser Kurd û Kurdistan şermezar nekirine. Xwedî li kirinên van dewletên dîktator derketine û bi bawermendîya İslamê ev karesatên van dewletan nedîtî hesibandinê, çavên xwe jê re girtine û veşartine.

Piştgirîya barbarîya ser Kurdan wek Enfal, jenosîd, înkar û bikaranîna çekên kîmyewî li ser Kurdistan kirine û bûne piştgirê înkarkirina mafê Kurd û Kurdistan. Piştgirî dane xwedîyê van karesatan û wîcdanê wan jî ev pejirandîye. Lê ji dehan dewletên ereban û îran û Tirkan  re dorpêça ser Îsraîl, karesatên ser Kurdistan rewa dîtine û di nav vê hovîtîyê de cîhên xwe girtine.
Miletê Cihû di dîroka mirovatîyê de çendîn car rûbirûyî karesatên xerab, koçberî, qirkirin û jenosîdan bûye. Miletekî mazlûme û êşa zilimkarîyê baş dizane. Ji roja ku li ser axa xwe a qedîm dewleta xwe avakirîye û netewa xwe ji jenosîd û qirkirinan parastîye û heta niha di bin dorpêçek olî-nîjadperestî de dijî.

Bi biryara Donald Trûmp a wek paytextê îsraîl pejirandina Ûrşelîm re, carek din ev dewletên hov û barbar di roja Înê de li camîyan kom bûn û daketin kuçan, xwînrijandin û hovitî ji xwe re kirin armanc.

Beşek ji Kurdên Bakurê Kurdistan yên îslamîst û dibin bandora PKK/HDP de jî beşdarî vê dorpêça ser Îsraîl bûn. HDP di meclîsa tirkan de, bi qesad û qatîlên kurdan re îmze avêt bin belavokan û ket nav pêla şûrê devbixwîn!

Endamê serkirdetiya PKKê Mûstafa Karasû jî di nav vê hefla şûrbixwîn de cîhê xwe girt û got: "nayê qebûlkirin, ku Cihû bêjin 'Orşelîm paytexta me ye.' Lê PKK û Mustefa Karasu ji bona dagirkirina Kerkûk îxaneta 16.10.2017 an ker û lal bû.

Eynî PKK û Mustefa Karasû ji bona mafê dewletbûna kurdan re dibêje "nabe ku Kurd bibin xwedî dewlet, dewlet ji kurdan re ne lazime"(!)

Dema ku sira tê ser Filistî jî eşkere dike ku:

"PKKê li hember Siyonîzmê li kêleka Filistîniyan tekoşîn kiriye û di sala 1982ê de, di şerê li dijî Îsraîlê de 13 kadroyên xwe şehîd daye."(!)

Li ser navê serkirdetîya PKK Mustefa Karasu minnettarîya xwe jî ji bona Filistîn bi van hevokan tîne ziman:

 

 „Em dê ti caran piştgiriya Filistîniyan a ji bo tevgera PKK ji bîr nekin û ji ber vê dê emê li hember êrîşên Îsraîlê piştgiriyê bidin Filistînê."

Li ser êrîşên Tirkan, nijadperestên ereban, îslamîtan Serokwezîrê Israilê Benjamin Netanyahu piştî hevdîtina xwe ligel Serokê Fransa Emmanuel Macron di konferansek çapemenî de eşkere bersîva Tirkan da û got:

Kesê ku gundên Kurdan li welatê xwe bombebaran dike, nikare dersên ehlaqî bide min."

Wezîfa me kurdan û mirovatîya me, felsefa me emir dike ku em her li cem mazlûman, li henber zaliman cîh bigirin. Di durûtîya dewletên îslam û mezhebperest û îslamîstan de cîhê me ne cem zalim û zordaran e. 
Kurdîstan û miletê Kurd divê dost û dijminê xwe baş nasbike.

11.12.2017

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin