Katz: Êriş ji bo rêlibergirtina planên Tirkiyeyê bû

Katz: Êriş ji bo rêlibergirtina planên Tirkiyeyê bû

.

A+A-

 Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz ragihand ku artêşa welatê wî çend caran pêşniyar kiribû ku Balafirgeha Leşkerî ya Ebû Zuhûrê ya li Sûriyeyê were armanckirin.

Sedema vê yekê jî planên Tirkiyeyê yên ji bo bicihkirina hêzên xwe yên li wê balafirgehê bû.

Israel Katz îro di daxuyaniyekê de diyar kir, "Artêşê çend caran pêşniyar kir ku êrişî Balafirgeha Ebû Zuhûrê ya li Sûriyeyê bê kirin.

Ev yek li ber ronahiya wan zanyariyên îstixbaratî yên zelal bû ku gihiştibûn me.

Nêta Tirkiyeyê hebû ku li wê derê çalakiyan bike û ev yek dê metirsiyekê li ser asayîşa Îsraîlê çêbike."

Katz her wiha destnîşan kir ku piştî çendîn guftûgoyên li gel Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û artêşê, biryar hatiye dayîn.

Katz ragihand ku biryar daye ku beriya êrişê hişyariyeke rasterast di asta herî bilind de bidin hikûmeta Sûriyeyê da ku rê li ber wê gavê bigirin.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê got, "Piştî ku hişyariya me bêbersiv ma, min û Netanyahu razîbûn da ku artêş êrişê bike û bi serkeftî bi cih hat."

Katz her wiha eşkere kir ku wan berwext Amerîka jî ji wan zanyariyên îstixbaratî agahdar kiriye.

Gotegotên hilbijartinê ne rast in

Li ser wan tohmetên ku dibêjin êriş ji bo bandorkirina li ser hilbijartinan bûye, Katz got:

"Hewlên hinek aliyên mixalefetê û medyayê ku dixwazin vê operasyonê bi rengekî siyasî nîşan bidin, ji nezanîn û fêhmnnekirina berjewendiyên ewlehiyê yên Îsraîlê dertên û cihê şermezarkirinê ne."

Bersiv da Tom Barrack

Israel Katz di dawiyê de bersiv da daxuyaniyên Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyeyê Tom Barrack.

Katz got ku axaftinên wî yên derbarê Girên Golanê de ne rast in û berovajiyê helwestên Donald Trump in.

Katz diyar kir ku daxuyaniyên Barrack "tijî neheqî" ne.

Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyeyê Tom Barrack roja îniyê di hevpeyvînekê de gotibû ku dibe êrişa Îsraîlê ya li ser balafirgeha leşkerî ya Sûriyeyê ji bo xapandin û kişandina Tirkiyeyê ya nav şerekî be beriya hilbijartinan.

Barrackê ku di heman demê de Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê ji bo Sûriye û Îraqê ye, bi karsazê Libnanî-Awistralyayî Mario Nawfal re axivîbû.

Barrack bi gotina "Îsraîl bi awayekî neqanûnî girên Golanê dagir kiriye" rasterast dijberiya siyaseta derve ya Amerîkayê kiribû û wiha pê de çû:

"Li Golanê, digel Sûriyeyê, ew hîn jî li dijî biryarên NY, li dijî hemû rêzikên navneteweyî, ku dibêjin Golan a Sûriyeyê ye, Golanê dagir dikin."

Gava derbarê êrişa li ser balafirgehê jê hat pirsîn, Barrack daxuyand ku du teorî hene û yek ji wan ew e ku Îsraîl hewl dide Tirkiyeyê bikişîne nav şerekî.

Barrack tekez kir ku evî pêwendiyên berdewam ên di navbera Îsraîl, Amerîka û Sûriyeyê de, Îsraîlê ev êriş pêk aniye.

"Dibe ku ev konsepteke beriya hilbijartinê be"

Îsraîlê derengiya sêşemê piştrast kiribû ku wan êrişên asmanî yên bi şev li dijî balafirgeheke leşkerî ya li bakurê Sûriyeyê kirine.

Îsraîlê îdia kiribû ku Tirkiye plan dike li dijî peymanên di navbera Îsraîl û Şamê de hêzên xwe li wê derê bi cih bike.

Tom Barrack got, "Teoriyek ew e ku wan tenê Tirkiye dixapand û dikişand nav şer.

Ev konsepteke beriya hilbijartinê ye ku gelekî êrişkar e lê dibe ku baş bê pêşwazîkirin."

Wî amaje pê kir ku şerê di navbera Îsraîl û Tirkiyeyê de dê beriya hilbijartinên 27ê Çiriya Pêşîn bi kêrî Serokwezîr Benjamin Netanyahu bê.

Êrişa li ser Ebû Zuhûrê

Sêşema borî 18ê Tebaxa 2026an, balafirên şer ên Îsraîlê heşt mûşek avêtin Balafirgeha Leşkerî ya Ebû Zuhûrê ya li parêzgeha Îdlibê.

Li gorî zanyariyên îstixbaratî yên Îsraîlê, êriş tam di wê demê de hat kirin ku şandeyeke leşkerî ya Tirkiyeyê ji bo nûjenkirina balafirgehê çûbû wê derê.

Piştî ku desthilata Esed dawiya sala 2024an rûxiya, Îsraîlê hêzên xwe yên li herêma Golanê bêtir ber bi kûrahiya xaka Sûriyeyê ve birin.

Berpirsên Tel Evîvê jî tekez dikin ku ew dixwazin "herêmeke ewle ya bêçek" ava bikin û heta ev yek bi cih neyê ew ji wan herêmên ku kontrol kirine venakişin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin