Çavkaniyeke dîplomatîk a Fransayê: Divê pirsgirêka mûşekên balîstîk ên Îranê were çareserkirin

Çavkaniyeke dîplomatîk a Fransayê: Divê pirsgirêka mûşekên balîstîk ên Îranê were çareserkirin

.

A+A-

Çavkaniyeke dîplomatîk a Fransayê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku tenê rêya çareseriyê ya ji bo şerê li Îranê dan û standin e.

Vê çavkaniyê destnîşan kir ku di her peymanekê ku pêk bê de divê "berjewendiyên" wan ên ewlehiyê li ber çavan werin girtin.

Çavkaniyeke dîplomatîk a Fransayê di bersiva e-maileke edîtorê Maseya Navneteweyî ya Tora Medyayî ya Rûdawê Niyaz Mistefa ya li ser dan û standinên Amerîka û Îranê de ragihand:

"Em piştgiriya dan û standina di navbera Îran û Amerîkayê de berdewam dikin ku ev yek tenê rêya pêkanîna aştiyeke domdar e.

Fransa bi biryar e ku di vî warî de rola xwe bilîze û di vê çarçoveyê de me li gel hevkaran di Koma 7an de û hevkarên xwe yên herêmî re gotûbêjên pir avaker kirin."

Astenga herî mezin Tengava Hurmizê ye

Civîna dawî ya di navbera berpirsên Amerîka û Îranê de 21 û 22yê Hezîranê çêbû ku di wê civînê de gihîştin peymaneke li ser agirbesteke 60 rojî.

Li gorî berpirsên her du aliyan, mijara Tengava Hurmizê û birêvebirina wê ya di paşerojê de astengiya herî berbiçav a li ber gihîştina peymanê ye.

Çavkaniya dîplomatîk a Fransayê ji Rûdawê re ragihand:

"Her peymaneke di navbera Îran û Amerîkayê de divê berjewendiyên me yên ewlehiyê li ber çavan bigire.

Em her tim gelekî zelal bûn, divê hemû aliyên gefên Îranê bi rêya bersiveke domdar werin çareserkirin.

Ev yek çalakiyên wê yên nukleer, mûşekên balîstîk û kiryarên wê yên têkdanê yên li herêmê jî di nav xwe de digire."

Îsraîl, welatên herêmê û welatên Ewropayê ji zêdebûna mûşekan û wan komên çekdar ên ku nêzîkî Îranê ne dilgiran in.

Erkê leşkerî ji bo vekirina Tengava Hurmizê

Çavkaniya dîplomatîk a Fransayê anî ziman:

"Fransa nebûye sedema derketina şer û ne aliyek e jî.

Karkirina me ya pêşîn çêkirina zemînê ye ji bo vekirina rêya keştîvaniyê ya li Tengava Hurmizê, li gorî yasayên navneteweyî.

Fransa û Brîtanya li gel nêzîkî 30 hevkaran li ser erkekî leşkerî ya pirneteweyî ya berfirehtir, serbixwe û bi temamî parastinê dixebitin ku di demeke ku mercên pêwîst pêk hatin de amade bibe."

28ê Sibatê Amerîka û Îsraîlê êrişî Îranê kir û wê jî bi êrişên mûşek û dronan bersiva welatên cîran da.

Ji 2yê Adarê ve jî Îranê Tengava Hurmizê girtiye.

Li gorî Rêxistina Navneteweyî ya Veguhestina Deryayî, beriya şer rojê 20 milyon bermîl petrola ku ji bo cîhanê dihat hinardekirin bi wê tengavê re derbas dibû lê niha hinardekirina ji wê tengavê ji sedî 95 kêm bûye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin