
Nêçîrvan Barzanî ji bo nîşana Vatîkanê Serok Barzanî pîroz kir
.
Serokê HerêmaKurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bowergirtina nîşana bilind a Papayê Vatîkanêpeyameke pîrozbahiyê ji bo Serok MesûdBarzanî şand.
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind aPapayê Vatîkanê wergirtibû.
Li ser daxwaza Kardînalê Kildanan LouisSako û wekî rêzekê ji bo rola wî ya dîrokî ûmirovî "Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a PapayêVatîkanê" dan Serok Mesûd Barzanî.
Nêçîrvan Barzanî: Ev rûmet cihêşanaziyê ye
Serokê Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekêde amaje bi giringiya vê nîşanê kir ûragihand ku dayîna vê nîşana bilind nasînarola berbiçav a Serok Barzanî ya ji boparastina mafên pêkhateyan a li Kurdistan ûÎraqê ye û got:
“Ev rûmet ji bo Herêma Kurdistanê cihêşanaziyê ye.
Her wiha ev nîşan qadirdayîna ji bo çandabihevrejiyanê, hevpejirandin û lêborînacivaka Kurdistanê ye.”
Nêçîrvan Barzanî her wiha anî zimên kugelê Kurdistanê her tim bi parastina nirxênmirovî pêbend e.
“Kurdistan dê her dem aram bimîne”
Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir kuHerêma Kurdistanê dê her dem wekîniştimaneke aram a ji bo hemû pêkhateyanbimîne û li ser giringiya parastina mafan anîzimên:
“Herêma Kurdistanê ji bo parastina pirrengî,maf û azadiyên her kesî û ji bo xurtkirinanirxên aştiyê û rêzgirtina dualî amade ye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin