“Trump di derbarê êrîşeke leşkerî de hişyarî da me”

“Trump di derbarê êrîşeke leşkerî de hişyarî da me”

Berpirsekî Îranê ji Reutersê re diyar kiriye ku wan ji Serokê Amerîka Donald Trump mesaja hişyarîyê sitand ku êrîşeke Amerîkî ya dijî Îranê di rê de ye, lê ew dijî şer e û dîyalogê dixwaze.

A+A-

Berpirsekî Îranê ji Reutersê re diyar kiriye ku  wan ji Serokê Amerîka Donald Trump mesaja hişyarîyê sitand ku êrîşeke Amerîkî ya dijî Îranê di rê de ye, lê ew dijî şer e û dîyalogê dixwaze.

Berpirsê Îranê yê navê xwe aşkere nekiriye ji Reutersê ra gotiye: “Di mesaja xwe de Trump got ku ew dijî şerekî bi Îranê re ye û dixwaze ser mijarn curbicur bi Îranê re bipeyîve.Wî jibo bersîva me demeke kurt da me, lê me dubare kir ku rêberê me yê bilind Ayetullah Xameneyî dijî axaftina bi Amerîka ye.”

Rojnameya New York Times îdia kiribû ku Trump ferman daye ku dijî Îranê êrîş destipê bike, lê wî piştre ‘’ji nişke ve’’ ew rawestandiye.
Karbidestekî payabilind yê Amerîkî ji rojnamê re dîyar kiribû ku gava ferman hatiye betal kirin operasyon di qonaxa destipêkê de bûye.
Herwiha Trump jî aşker kiribû ji ber beriya êrîşê bi 10 deqeyan wî ferman daye ku êrîş pêk neye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin