Tirkiyê peyva ‘Kurd’ ji çapa nû ya pirtûka dîroknasî derxist

Tirkiyê peyva ‘Kurd’ ji çapa nû ya pirtûka dîroknasî derxist

Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê, ji çapa 2020an pirtûka waneyê ya pola nehem beşa derbarê Kurdan de derxist.

A+A-

Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) ku par li dijî gotina di pirtûka waneyê ya pola nehem de “Piştî Ereban yekemîn Kurd wek civak bûne misilman” derketibû, îsal Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê di çapa nû ya pirtûka waneya pola nehem de, beşek a derbarê Kurdan de derxist û di beşekê de jî hinek guhertin kir.

Di çapa 2019an a pirtûka waneya dîroknasî ya bo polan nehem de li beşa jêr sernavê “Misilmanbûna Tirkan” hatibû gotin ku di heyama çar xelîfeyan de wek girseyî peywendiyên Kurd û Misilmanan çêdibe û piştî Ereban yekemîn Kurd wek civak bûne misilman, lê di çapa îsal de peyva “Kurd” ji pirtûkê hate reşkirin.

Herwiha di çapa par de behsa Caban El Kurdî hatibû kirin û têde hatibû nivîsandin ku pêvajoya misilmanbûna Kurdan di heyama Hz. Muhmamed de destpê dike, lê ew beş jî ji çapa nû hate derxistin.

Pirtûka navborî ji aliyê Samî Tuysuz hatibû  amadkirin û wî zanyariyên xwe hilpersabû  pirtûka dîroknasê Îranî Belazûrî ya bi navê “Fetûhul Bûldan”. Her ji çapa îsal wêneyê pirtûka Belazûrî “Fetûhul Bûldan” jî hate derxistin.

MHP li dijî peyva Kurd derketibû

Sekreterê Giştî yê MHPê Îsmet Buyukataman par, nameyek ji Wezîrê Perwerdeya Tirkiyê Ziya Selçuk re şandibû û têde gotibû ew beşa navborî ji bo perwerdeya niştîmanî ya Tirkî metirsîdar e.

Îsmet Buyukataman di nameya xwe de ew beş weke propaganda bi nav kiribû û gotibû: “Di heyama çar xelîfeyan de çend qebîleyan ola îslamê qebûl kirine, lê ji hewldana îspatkirina ku piştî Ereban wek girseyî Kurd derbasî îslamê bûne, armanc ew e ku dixwazin berê mijarên siyasî û civakî yên Tirkiyê biguher in. Ev ji aliyê perwerdeya millî ve metirsîdar e. Bi hesabê ku Kurd berî Tirkan li herêmê hebûn, dixwazin têgeha ku xwediyê rasteqîn ê vê erdnîgariyê Kurd in, belav bikin.”

Buyukataman herwiha îdia kiribû ku ew agahî ne zanistî ne û ti sûda wan bo xwendekaran nîne, lê bizanebûn ew di pirtûkê de hatine nivîsandin.

Sekreterê Giştî yê MHPê xwendina pirtûkê weke wane şermezar kiribû û daxwaz ji Wezareta Perwerdeya Tirkiyê kiribû ku derbarê kesên ku pirtûk amadekirinê de gavên pêwîst bê avêtin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin