Tirkiyê paqijkirina navçeyên mînkirî careke din paşxist

Tirkiyê paqijkirina navçeyên mînkirî careke din paşxist

.

A+A-

Tirkiyê bû sêyem car dema paqijkirina navçeyên mînkirî bo sala 2025an paşxist û daxwazeke fermî pêşkêşî Rêxistina Navdewletî ya Qedexekirina Mînan kir û tê de dibêje, pêdivî bi demeke zêde heye bo paqijkirina mînên ser sînor.

Doh Duşemê 15ê Mijdara 2021ê, civîna fermî ya Saziya Navdewletî ya Ottowa bo Qedexekirina Mînan li bajarê Lahey ê Holandayê hat kirin. Civîn heta roja 19ê Mijdarê berdewam dibe. Salane ev civîn bo welatên endam tê organîzekirin bo agahdarbûn û piştrastbûn ji pêbendbûna wan a derbarê paqijkirina mînên ser sînoran de bi taybetî mînên antî-personel.

Di civînê de Komara Qibrisê, Kongo, Eritre, Gine, Moritanya, Bissau, Nîjerya, Somalî û Tirkiyê daxwaza mohleta zêdetir kirin bo paqijkirina navçeyên sînorî ji mînan. Ev di demekê de ye Tirkiyê sê car e daxwaza demeke nû bo paqijkirina mînan dike. Daxwaza yekem heta sala 2014, daxwaza duyem heta sala 2022 û daxwaza sêyem jî heta sala 2025 e.

Di civîna ku Zambiya serokatiya wê dike, Komisyona Cîbicîhkirina Maddeya Pênc a Deklarasyona Pêbendbûna bi Paqijkirina Mînan ku ji “Norveç, Srîlanka û Belcîkayê” pêk tê, di raporta xwe de amaje bi wê yekê dane ku hejmareke zêde ya mînên aktîv li ser sînorên Tirkiyê hene û gefeke berdewam in bo ser jiyana xelkê. Daxwaz ji Tirkiyê hat kirin ku her zû dest bi destnîşankirina navçeyan û paqijkirina wan bike.

Li gor amarên Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, di salên navbera 1984-2009an de ji ber teqîna mînan, hezar û 269 kesan canê xwe ji dest dane, ku 625 kes ji hêzên emnî û serbazî û 644 kes jî sivîl in. Herwiha 5 hezar û 91 kes birîndar bûne, di nav birîndaran de hezar û 984 kes kêmendam bûne û ji derb ketine.

Rêxistina Tirkiyeyeke Bê Mîn, eşkere kir ku tenê li Bakurê Kurdistanê yek milyon û sê hezar û 943 mîn hê jî di bin axê de ne û bo ser jiyana mirov gef in, piraniya wan jî li sînorê bajarên Agirî, Êlih, Çewlig, Bedlîs, Amed, Dîlok, Colemêrg, Îdir, Qers, Mêrdîn, Sêrt, Riha, Şirnex, Wan û Dêrsim ên Bakurê Kurdistanê û Hataya Tirkiyê hatine danîn.

Li gor amarên Rêxistina Tirkiyeke Bê Mîn, di salên navbera 2004-2017an de 138 kesan di encama teqîna mînan de canê xwe ji dest dane, ku 41 kes ji wan zarok bûn û dema wan leyistine teqiya ne. Di sala 1956an de Tirkiyê dest bi bikaranîna mînan kir. Destpêkê li navçeyên sînorî mîn danîn ku taybet bûn bi mînên antî-personel.

Roja 4ê Kanûna 1997an Rêxistina Ottowa li Kanadayê hat damezrandin. Ev sazî bikaranîna mînan qedexe dike. Roja 01/11/1999an welatan pêbendbûna xwe bi rêkeftina qedexeya bikaranîna mînan ragihand. Tirkiye sala 2003an bû endamê wê rêxistinê û roja 01/04/2004an pêbendbûna xwe ragihand û soz da ku heta 2008an hemû stokên xwe ku sê milyon mîn bû ji nav bibe.

Li gor rêkeftineke navbera Tirkiye û Ottowa, divabû Tirkiye sala 2014an hemû axa xwe ji mînan paqij bike. Lê nekir û sozname nû kir ku heta sala 2022ê hemû mînên vedayî ji nav bibe. Çendîn car Ottowayê rexneyên dijwar li Tirkiyê girtine, ji ber ew navçeyên hatine mînrêjkirin nehatine têlbendkirin û ti nîşanek nehatiye danîn ku hişyariyê bide xelkê ji bo nêzîkê navçeyê nebin. Tirkiye xwediyê 9 hezar û 303 mîn e ku îddîa dike tenê bo perwerde, rahênan û lêkolînan bikar tîne.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin