
Fuad Hisên: Me gelek bizav kirine ku komkujiya Êzidiyan li ser asta navneteweyî wekî jenosîd bê naskirin
.
Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Derve yê Iraqê amajeyê dide ku, wan gelek bizav kirine ku komkujiya Êzidiyan li ser asta navneteweyî wekî jenosîd bê naskirin; herwesa dibêje ku, wezareta wan li ser eşkerekirin û cezakirina tawanbarên DAIŞê berdewam e.
Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên îro (Yekşem, 03ê Tebaxa 2025ê) li Bexdayê di merasîmeke girêdayî salvegera 11ê ya komkujiya Êzidiyan de got ku, wan gelek bizav kirine ku komkujiya Êzidiyan û pêkhateyên din li ser asta navneteweyî wekî jenosîd bên naskirin.
Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Derve yê Îraqê tekez jî kir ku, bizavên wan ji bo vê armancê berdewam in da ku tawanbar rûbirûyî cezayê xwe bibin.
Fuad Hisên amaje jî da ku, komkujiya Êzidiyan tawaneke dîrokî ya hovane û bizaveke bernamekirî bû, ji bo jêbirina nasname û hebûna wê pêkhateya resen a Iraqê.
Navbirî herwesa got ku, wan gelek bizav kirine ku kesên revandî û winda bibînin û çarenivîsa wan eşkere bikin.
Fuad Hisên bicîhanîna peymana Şingalê di navbera hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî pêdivî dibîne. Tekez jî kir ku, bicîhneanîna wê peymanê û paşguhkirina wê dê bibe sedema berdewamiya aloziyên Şingalê û dê rêyê li ber vegera şêniyên wê û ji nû ve avakirina wê bigire.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin