
Xeyrî Bozanî: 2,500 Kurdên Êzidî hîn jî winda ne
.
Serperiştyarê Dosyeya Revandiyên Kurdên Êzidî Xeyrî Bozanî diyar kir ku hîn jî 2 hezar û 500 Kurdên Êzidî yên revandî bêserûşûn in.
Xeyrî Bozanî amaje bi wê yekê jî kir ku hejmareke keçên Kurdên Êzidî ji aliyê DAIŞê ve ji bo welatên Kendavê û gelek welatên din ên cîhanê hatine birin.
Serperiştyarê Dosyeya Revandiyên Kurdên Êzidî saet 13:00ê tevlî bultena Rûdawê bû û ragihand, "2 hezar û 553 revandiyên Êzidî bêserûşûn in."
Li gorî gotina Xeyrî Bozanî, agahiyên wan hene ku piraniya revandiyan li Kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê ne û hejmarek jî bo welatên din hatine birin.
Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Kurdên Êzidî girêdayî Ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ye û ji sala 2014an ve ji bo rizgarkirina Kurdên Êzidî yên revandî kar dike.
Bozanî li ser awayê bidestxistina agahiyan li ser Kurdên Êzidî got, "Em agahiyan ji şahidan werdigirin. Ew kesên ku em rizgar dikin, ji me re dibêjin ka çend kesên din ên Êzidî bi wan re bûne."
Xeyrî Bozanî da zanîn ku ji sala 2014an heta 2018an pêvajoya rizgarkirina revandiyan bi lez diçû lê piştî ku jin û zarokên çekdarên berê yên DAIŞê li Kampa Holê hatin komkirin.
Serperiştyarê Dosyeya Revandiyên Kurdên Êzidî got, “Mixabin Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji bo rizgarkirina Êzidiyên yên di nav Kampa Holê de alîkar nebûn.”
Kampa Holê li parêzgeha Hisîçayê ya Rojavayê Kurdistanê ye û di bin kontrola HSDyê de ye.
"DAIŞê keçên Êzidî bi xwe re birine Tirkiye, Sûriye û Erebistana Siûdî"
Piraniya niştecihên kampê jin û zarokên çekdarên berê yên DAIŞê ne lê revandiyên Kurdên Êzidî jî di nav de hene û dem bi dem tên rizgarkirin.
Wekî ku Xeyrî Bozanî diyar kir, ji sala 2014an ve 3 hezar û 590 Kurdên Êzidî hatine rizgarkirin û rizgarkirina ji sedî 86ê ji wan bi rêya Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Kurdên Êzidî bûye.
Her wiha piraniya wan bi pere û hinek jî bê pere hatine rizgarkirin.
Bozanî derbarê rola Hikûmeta Îraqê ya qerebûkirina rizgarbûyan jî de wiha got,"Heta beriya avakirina Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Kurdên Êzidî ku navenda wê li Mûsilê ye, Îraqê bi ti awayî ti hewl nedabû.
Piştî avakirina wê ofîsê, çend parçeyên zeviyan li rizgarbûyan hatin belavkirin an jî meaşekî mehane ji bo wan hat girêdan lê tiştê ku Hikûmeta Îraqê kiriye, ne di asta pêwîst de ye.”
Xeyrî Bozanî diyar kir ku endamên DAIŞê ji her welatî bûne û keçên Êzidî bi xwe re birine û wiha got,
"Endamên DAIŞê xelkê kîjan welatî bûne, keçên Êzidî bi xwe re birine wî welatî.
Niha revandî li hinek welatên Kendavê, bi taybetî li Erebistana Siûdî hene. Her wiha li Tirkiye, Sûriye, Tûnis û Filistînê û gelek welatên din jî hene."
Serokatiya Herêma Kurdistanê her tim hewl daye ku karesata Şingalê ji aliyê welatan ve bi fermî wek jenosîd bê naskirin.
“Almanyaya ku jenosîd nas kir, Êzidiyan dersînor dike”
Xeyrî Bozanî di berdewamiya axaftina xwe de behsa naskirina Komkujiya Şingalê jî kir û wiha domand:
"Heta niha parlamentoyên 13 welatan Komkujiya Êzidiyan nas kirine ku piraniya wan welatên Ewropayê ne lê gavên zêdetir pêwîst in.
Pêwîst e hikûmetên wan welatan gavên pratîkî biavêjin lê mixabin heta niha wan 13 welatan ti biryar ji bo cîbicîkirina wê yasayê dernexistine.
Piraniya kesên ku ji Almanyayê tên dersînorkirin Êzidî û xelkê Şingalê ne, ev yek û biryara naskirina jenosîdê du biryarên li dijî hev in."
Roja 3yê Tebaxa 2014an, DAIŞê bi êrişeke hovane karesateke mezin anî ser Şingalê û li pey xwe birîneke kûr hişt.
Nêzîkî 5 hezar Kurdên Êzidî hatin qetillkirin, 2 hezar û 745 zarok sêwî man û 6 hezar û 417 kesên din jî hatin revandin.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin