Hamasê peyama "domandina şer" da

Hamasê peyama "domandina şer" da

.

A+A-

 Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump ê Rojhilata Navîn Steve Witkoff got, "Hamas amade ye ku çekan deyne." Lêbelê, Hamasê daxuyaniya Witkoff red kir. Hamasê serdana Witkoff a roja Înê ya navendeke belavkirina xwarinê li Xezzeyê jî şermezar kir.

Hamasê îdiayên Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump bo Rojhilata Navîn Steve Witkoff, ku digot "Hamas amade ye ku çekan berde" red kir.

Hamasê diyar kir, "Heya ku dagirkeriya Îsraîlê bidome, em careke din destnîşan dikin ku berxwedan û çekên wê mafekî neteweyî û qanûnî ye. Heta ku hemû mafên me yên neteweyî neyên bidestxistin, bi taybetî avakirina dewleteke Filistînê ya serbixwe û bi tevahî xwedî serweriya ku paytexta wê Quds e, em ê tu carî dest ji vî mafî bernedin."

Hamasê serdana Witkoff a xaleke belavkirina alîkariyê ya girêdayî Weqfa Alîkariya Mirovî ya Xezzeyê ya ku ji hêla Amerîkayê ve tê kontrolkirin şermezar kir. Di peyama şermezarkirinê de wiha hat gotin, "Serdan performansek şanoyî ye. Armanc ew e ku raya giştî bixapînin, wêneya dagirkeriyê xera bikin û kuştina sîstematîk a sivîlan bidomînin."

Herwiha Hamasê diyar kir ku rêveberiya DYAyê şirîkê qirkirina li Xezzeyê ye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin