Mezlûm Ebdî: Sûriye mecbûrî guhertinê ye û dê guhertin pêk were

Mezlûm Ebdî: Sûriye mecbûrî guhertinê ye û dê guhertin pêk were

.

A+A-

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand ku Sûriye ketiye pêvajoyeke nû û mecbûrî guhertinê ye.

Mezlûm Ebdî derbarê rewşa dawî ya Sûriyeyê, Peymana 10ê Adarê ya bi Şamê re, pêwendiyên bi Tirkiyeyê re û paşeroja HSDê de ji rojnameya Yeni Yaşamê re axivî.

"Sûriye ji bloka Îran û Rûsyayê derket"

Mezlûm Ebdî da zanîn ku piştî ketina rejîma Beasê di 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an de, guhertinên bingehîn li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn çêbûne. Ebdî got, “Sûriye heta demên dawî li dijî Amerîka û Îsraîlê di cepheyeke cuda de bû.

Ev rewş bi awayekî bingehîn guherî. Sûriye ji bloka Îran û Rûsyayê derket û derbasî bloka dijber bû.”

Ebdî her wiha bal kişand ser guhertina îdeolojîk û got, “Sûriye li ser îdeolojiya neteweperestiyê hatibû avakirin, niha derbasî îdeolojiyeke neteweperest-îslamî bûye. Ev di dîroka Sûriyeyê de tiştekî mezin e.”

Fermandarê Giştî yê HSDyê destnîşan kir ku piştî 14 salên şerê navxweyî, êdî ne mimkun e Sûriye bi awayekî totalîter were birêvebirin û got, “Sûriye li hundir mecbûrî guhertinê ye, guhertin dê çêbibe. Dê guhertineke li ser bingeha ne-navendîbûnê çêbibe.”

Peymana 10ê Adarê û rola navbeynkaran

Mezlûm Ebdî behsa hûrgiliyên Peymana 10ê Adarê ya bi Hikûmeta Şamê re kir û da zanîn ku armanca sereke rêgirtina li ber şerekî navxweyî yê berfirehtir bû.

Ebdî got, “Metirsî hebû ku di navbera Kurd û Ereban, Elewî û Erebên Sunî de şer derkeve. Me xwest bi rêya lihevkirinê dawî li aloziyan bînin.”

Ebdî anî ziman ku di wê demê de HSD jî li Qereqozaq û Bendava Tişrînê di nava şer de bû û pêwîstiya wan bi agirbestê hebû.

Li ser vê bingehê wan ji bo agirbesteke giştî û yekîtiya Sûriyeyê li hev kiriye.

Fermandarê Giştî yê HSDyê got, “Navbeynkar Amerîka û hin saziyên civakî yên sivîl ên Brîtanyayê bûn.

Amerîkiyan di warê lojîstîk û ewlehiyê de alîkariya me kir. Her çiqas beşdarî civînê nebûn jî, eger ew nebûna dibe ku civîn pêk nedihat.”

Pêwendiyên bi Tirkiyeyê re

Mezlûm Ebdî piştrast kir ku pêwendiyên wan ên rasterast bi Tirkiyeyê re hene û ev yek wekî gaveke erênî nirxand.

Ebdî got, “Pêwendiyên me yên rasterast hene û kanalên me vekirî ne. Ev tiştekî erênî ye.

Li şûna ku em pirsgirêkan bi awayên cuda fêm bikin, derfeta me heye ku em rasterast bi hev re biaxivin.”

Paşeroja HSDyê

Fermandarê Giştî yê HSDyê li ser nêrîna Tirkiyeyê ya derbarê paşeroja leşkerî ya HSDyê de rawestiya û eşkere kir ku nêrînên wan û Enqereyê di vî warî de ji hev cuda ne.

Mezlûm Ebdî wiha got: “Em Sûriyeyî ne û bi awayekî xwezayî mafê hêzên me heye ku bibin parçeyek ji artêşa Sûriyeyê.

Eger hêzên Sûriyeyê bibin yek, em ê jî bibin parçeyek jê. Tirkiye di vê mijarê de cuda difikire. Em hêvî dikin ku dewleta Tirk roleke erênî bilîze.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin