
Rizgarbûyeke ji destê DAIŞê: Min bi çavên xwe dît destdirêjî li keça 11 salî hat kirin
.
Di salvegera Komkujiya Şingalê de, çavên rizgarbûyan hîn jî li benda vegera ezîzên wan e.
Di demekê de ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekezî li ser pêbendbûna xwe ya bi Peymana Şingalê dike, rizgarbûyeke Êzidî bi girî behsa wan tawanên hovane dike.
Viyan Xelef bi girî diqîre,"Ferman hîn jî berdewam dike"
Keça Kurd a Êzidî ya bi navê Viyan Xelef ku rizgarbûyiya ji destê DAIŞê ye di merasîma bîranîna Komkujiya Şingalê de, bi girî ji Rûdawê re got, "Li cem min destdirêjî li keça 11 salî hat kirin.
Min bi çavên xwe ew tişt dîtin ku heta ez bimirim jî ji bîra min naçin.
Tişta herî giran di jiyana mirov de ew e ku destdirêjiya li mirov bê kirin.
Heta îro jî dema ez dibînim ku hemû Êzidî li vî welatî û wî welatî belav bûne û her yek ji me li aliyekî ye, ev bi xwe jî ferman e."
Li aliyê din, di merasîma bîranîna Komkujiya Şingalê ya li Dihokê, Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed amade bû.
Wekî rêzgirtina qurbaniyan, rêza pêşîn a hola merasîmê ji bo rizgarbûyan hat valakirin.
Rêber Ehmed: Hikûmeta Federal nahêle aramî vegere Şingalê
Wezîrê Karên Navxwe cîbicînekirina Peymana Şingalê rexne kir û got, "Cihê mixabiniyê ye ku Peymana Şingalê heta niha nehatiye cîbicîkirin, kêmasî ji aliyê Hikûmeta Federal ve ye.
Em wekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêbendî vê peymanê ne lê mixabin hinek alî hene ku naxwazin avedanî û aramî vegere Şingalê."
Piştî êrişa DAIŞê ya li Şingalê, 6,417 Kurdên Êzidî hatin revandin.
Bi hewlên Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Kurdên Êzidî ku girêdayî Ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ye, ji sala 2014an ve ji bo rizgarkirina Kurdên Êzidî yên revandî kar dike.
Heta niha 3,590 revandiyê Kurdên Êzidî hatine rizgarkirin û hewl ji bo dîtin û rizgarkirina yên din jî berdewam dikin.
Li gorî zanyariyan 325 hezar û 197 Kurdên Êzidî li kampan yan jî li deverên cuda yên Herêma Kurdistanê ne dijîn û vegera wan girêdayî avakirina Şingalê ye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin